Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Îro Her Tiþtek Ne Wek Xwe Bû

 


Merwan Berekat
 
Li vê sibehê her tiþtek ne wek xwe bû, bêzriyê her tiþtek dorpêç kiribû, zinarên çiyayê kurmênc bedena xwe bi rondikan diþoþtin, çemê Efrînê bê sîmfoniya xwe ya dêrîn diherikî û darên zêtûnê pêþwaziya xunavê nekiribûn….
Belê her tiþtek ne wek xwe bû, li gelî û newalan bilbil bêdeng bûn, qebqeba kewan tunebû, kaniya Basûtê û ya Batmanê melûl diherikîn, ezmanê çiyayê Kurmênc di nav pêlên rewrewkan de ragerîbû û sibeha bajarê aþtiyê bi fedokî û þermokî xwe diyar dikir û tîrêjên rojê mîna bejneke liberxweketî bere zemîn vedizelîn.


Belê… Îro bêzariyeke mezin di ser gelê Kurd, nemaze Kurdên çiyayê Kurmênc de barî, keç û xortan ken û nameyên evîndariyê rawestandin, tenê wêneyên dengbêjê mezin Bavê Selah bi sîngê xwe xistin.
Bi xem mebe Efrîna rengîn, Bavê Selah wê di giyanê her jin, mêr, xort, pîrejin, kalemêr û zarokekî de rojane were vejandin. Rojane dengê çiyayî, nazik û zîz wê di guhên dîroka dengbêjiya Kurdî de biherike.
Îro giyanê Mem û Zînê jî veciniqîn…. Îro çiqas delal hebûn bi koçkirina xwediyê strana Delêl re bangkirin loooooo Delal.
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark