Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji dîroka Kurd: Kes û helwest.. Xelek 3. Şah Keyxusro, rizgarkirê Med

 


Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer
 
Amadekariya şoreşê:
Pistî kuştina Xeşterît, kurê wî Keyxusro / Key Exsar şûna wî girt (di navbera salên 625 – 585 b. z de hukudar bû), Key paşnav e, û wateya wê şah e, û wateya navê wî şahê wêrek e[1]. Ewî taybetiyên rêvebiriyê hebû; hizra steratîcîk û dîplomatîka piragmatîk û rêvebiriya hişkber berztirînên wan taybetiyan bûn. Ewî pirojeya Med bo rizgarkirina ji bin destên şahnişîna Aşûr bi dawî hanî, û sê destkeftiyên giring pêk hanîn:


Yekem: Piştî têkҫûna şoreşa Xeşterît, Med jihev ketibûn, Keyxusro ewana ji nû ve bi ser hevdu kirin, û êlên koҫer bi cih û organize kirin, zagonên orgenîzekirina civakê peyda kirin, artêş li ser bingehên nû organize kir, da bi lez tev bigere, tîrkevan ji siwaran cuda kirin, da tirazûwa leşkerî li hember artêşa Aşûr a ku bi hêz  û wêrekî û zora xwe navdar e, pêk bîne. 
Duwem: Keyxusro peymana aşîtiyê li gel Sikîtan pêk hanî bû, û wî dizanî bû, ku ewana her tim gefan didin şahnişîna Med, û di riya pirojeya rizgarkirina wê de bûbûn kend û bend. Ewî biryar da, ku wan têk bibe, rêvebirên wan bo ahnga xwarinên xwaş û vexwarinên hişbir vewandin, piştî xwarin û vexwaein, ji hiş ketin, ewî  ferman da şervanên Med, ku wan bikujin, pêre jî Sikît bê rêvebiriya ҫalak man, û kontirolkirina wan hêsan bû.
Sêyem: Keyxusro hevbendî li gel şahnişîna Îlam, li başûrê şanhişîna Med, û li gel şahnişîna Babil a Keldan a ku li rojavayê wê dikeve, girêda. Keҫa xwe Omîd / Emîtis li Neboxeznessir / Buxtunessir; kurê şahê  Keldan Nabopolassir mehir kir, da hevbendiyê hêztir bike  Wê hingê şahnişîna Babil a Keldan di bin desthilata Sahnişîna Aşûr de bû, û ҫavên şahê wê Nabopolassir li serxwebûnê bûn[2].
Rizgarkirina Med:
Keyxusro amadekariyên leşkerî û hevbendiyên polîtîkî pêk hanîn, û rêvebiriya operasyonên cengê danî Errabxa (Kerkûk), û sala (615 b. z) da ser Nînewa; paytexta, Aşûriyan, lê wê li hember êrişê bi awayê tund berxwe da,  pêre jî Keyxusro berê xwe da bajarê Aşûr; paytexta ayînî ya Aşûriyan, ku perestgeha xwedayê Aşûr lê bû, Medan mezintirên rêvebirên Aşûriyan kuştin, û dest dan ser mal û milkên, ku Aşûriyan di dirêjiya dîroka xwe ya împeretorî de ji gelên din standibûn[3].
Dema ku leşkerên Med didan ser paytexta Aşûr, û ew kavil dikirin, şahê Keldan Nabopolassir sala (612 b. z) tev wan bû, û herdu hevlbendan dan ser paytexta Aşûr, a ku gelên bindestên Aşûr bi (bajarê xwînê) dinavandin. Şahê Aşûr Sîn Şarîş Kon (Sarak) kurê Aşûrbanîpal bi wêrekî û tund bervedêriya paytexta xwe dikir, û hêrişkeran sûd ji lehiya ҫemê Dîcleyê dîtin, û av ber bi sûrên bajêr ên hêzdar de herikandin, û hin warên wan sûran bi ava lehiyê hatin hilweşandin. Piştî cenga tund, şahê Aşûr li bazdanê (revê) mukir hat, û hemî jinên seraya xwe civandin, agir bi wan ve kir û xwe jî avête nav, û hemî sotandin[4].
Herodotus serkeftina Medan dipesine û dibêje: „Medan serî hildan, ҫek li hember Asûriyan hilgirtin, û şer kirin, koletî ji ser xwe rakirin û azad bûn. Gelek miletên din, ku ҫav li serxwebûnê bûn, ketin şopa wan. Bi vî awayî şoreş bi ser ket, û miletên wan deveran gîhan serxwebûba xwe[5].
Pêximberê Îbranî (Nahom) wê hingê dîl ketibû destên Aşûr li bajarê Nînewa, ewî dilrihetiya gelan ji bo şikestina Aşûr li hember êrîşa Med-Keldan, derbiran û got: “Ey şahê Aşûr! Gelê te di xew ve ҫû, gewreyên te gêr bûn, û gelê te li nav ҫiyan şerpeze bûn, û nema kesek dikare wan bide ser hev. Şikestina te nacebire, birîna te bê derman e, her kesên nûҫeya te dibihîsen, li ҫepikan didin, ҫimkê kesek jî ji sitema te nefilitî bû[6].
Rêbazeke cuda:
Hevbendiya Med-Keldan ji şahnişîna Aşûr bi xeyd bû, beşekî bajarê Nînewa hilweşand, lê tol ji gel bi gelemperî hil neda. Deyakonov li ser şahên Aşûr dibêje: “Ewana hişk û ter disotandin, agir berdidan gundan û kelehan, zarokên biҫûk disotandin, ma sera û perestgeh nesotandin?! Peyker û wêneyên xwedayan neşkandin?! Ma jin bi cilên herifî, dîl negirtin?! Ma Aşûrî mafdar bûn, ku van kiran hemiyan bikin, bê ku bendewarên xeyda xelkên din bin, yên ku ew jî van kiran bi wan bikin?! Tevî vê jî, kirên Medan û hevbendên wan li hember Aşûriyan ji yên Aşûriyan, ku bi serên gel û netewên din kirin, siviktir bûn[7].
 
Her weha Deyakonov diyar dike, ku Medan hemwelatiyên Aşûr ne êşandin, û pişaftina ҫanda wan nekirin armanca xwe: “Rastî ew e, ku miletê Aşûr ji hole nehat rakirin, belê ewana li Nînewa ya kavilbûyî û bajarên sînordar jiyan, û piştî salan û hîna jî perestvanên xwedayên xwe ne[8].
Deyakonov dîsan dibêje: “Rizgarî û tenê rizgarî armanca Medan bû, ev rastiyeke numa ye. Şikestin û gêrkirina împeretoriya Aşûr hêmanê bextewariya hemî welatên rojavayê Asiyayê bû[9].
Keyxusro sala (585 b. z) mir, û kurê wî Ezdehak şûna wî girt.
 

([1])  Deyakonov: Med, rû 357. Taha Baqir û hinên din: Tarîx Îran El-Qedîm, rû 40.
([2])  Deyakonov: Jêdera navborî, rû 283. Taha Baqir û hinên din: Jêdera navborî, rû 41.
([3])  Deyakonov: Jêdera navborî, rû 287. Taha Baqir û hinên din: Jêdera navborî, rû 41.  
([4])  Deyakonov: Jêdera navborî, rû 280. Harvî Porter: Mewsûet muxteser El-Tarîx El-Qedîm, rû 68.
([5])  Hêrodot: Tarîx Hêrodot, rû 77.
([6])  El- Ehdiqedîm. Îshah 3, ayet 18, 19.
([7])  Deyakonov: Jêdera navborî, rû 290-291
([8])  Deyakonov: Jêdera navborî, rû 291
([9])  Deyakonov: Jêdera navborî, rû 293  

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark