Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: JI BIHNA VÊ AXÊ ME

 


Merwan Berekat
 
Giyanê min ji pêdariya zinarên vî welatî mêtiye, çavên min ji xemla vê bihuþtê fêrî nêrînan bûye, rengê dêmên min ji yê vê axê hatiye wergirtin û dengê min ji xuþxuþa kanî, baran û çemên vê jîngeha pîroz fêrî awazên nazik bûye.
Di berîkên vê xakê de, min nexþeyên biçûkaniya xwe ya têr û birçî veþartin, li ser pelên daran û di nav lêvên newalokên li hawîrdora gundê me yên ku ji ramûsanên rojê têr nabin, min wêneyên þivanên ku þîr bi çêja axê vedixwerin têr dîtin.


Hêviyên min di dilê vê axê de gol vedidin, rojên min ên berkenî ji hilma sibehên tazî tên keyandin û teþiya kenê diya min a dilovan min û hezkirina welêt digel hev dihûne.
Carina dixwezim xwe ji xwe vedizim, xwe xav bikim û mîna zarokekî biçûk demê bi gixikan biborînim, lê ev pirsa jêrîn: ``Eger giyan ji govdeyê min revî, axa welêt dê razî bibe ku laþê min di hemêza xwe de veþêre?`` Min ji wê xeyalê vedigerîne. .
Ev ax… giyanekî rêxistî ye û her bosteke wê çîroka hebûnekê ye.
Hejar dibim, carina zikê min jî loman ji min dike, lê bayê vî welatî, çûkên ku bi kurdî distirên, sirûdên nîvazadiyeke teze û barana ku çîrokên tevizandina salan ji zeviyên hebûna me diþon, min têr vedijînin.
Keziyên welêt parek ji dilê min bi evîneke dêrîn ve girêdane, û awirên dîlbereke ku ji evîna welêt helbestan dihûne para din revandiye.
Wek pir kurdan, çarina bayê koçkirinê li serê min dixîne, tevleheviyek xwe rabanî min dike û beþek ji ayeta welatpîroziyê dûmangitî dibe, lê spas ji bapîrê min re, ku þîreta wî (Parsekê gundê xwe be, çêtir e ku mîrekî biyan bî) hemû ayetan zelal dike.
Ezê kosteka temenê xwe li bin darên zêtûnê bibirim, û di nav porê genimê bejî de xewnên xwe hene bikim... Belê; hîn bihna xuhdana dêpîra min ji xaniyê qentirme tê, hîn bazingên bîran hilekiþên wê ji bîr nekirine, hîn sêncên ji keviran roja keraþiyên wê ji tomargeha bîranînên xwe ranekirine û hîn pixîreya di mala axî de çîrokên wê yên dirêj li ezber kirine.
Wehweha çotkarên ku bi bîna axa vî welatî mezin bûne, tu kes nikare di guhên zevî û baxên ku zarokan dikenînin de biçelmisînin.
Zinarên ku piþta leheng û welatperwerên dilsoz têr maç kirine, û sonda wan li sîngê xwe nîgar kirine, di çavên wan de qurnefîl zîl didin û þîlava wan ji giyanê vê axê ye.
Hîn nexþeyên ku pozê hevcarên darî li ser sîngê latên bereþînî wênekirine û ji dilopên xuha bapîran hatine avdan, me fêrî nestewirbûnê dikin.
Ev welat… destpêka sirûda Xwedê, hevcêwiyê rojê û naveroka romana jînê ye.
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark