Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Sînorê bê nasname

 


Ronî ELÎ
 
Li ser sînor
Berî ku kevçiyek Av
Di zenguloka demê de berdim
Min xewnên xwe


Bi rondikên pîrejinekê re
Vedixwarin
Hew bi tenê
Toza zeviyekî nêr
Çavên min
Ji wêneyên bajar û bajarokan
Tije dikir in
Û tu ..
Yara kuþtiyê xewnan
Li ser piþta mihîneke tîmar nekirî
Li bîra min dihat
Wê gavê
Min û dîwarekî piþtxûz
xwe dihev werdida
 
Li ser sînor
Nasnameyên mirovaniyê
Bê welat diman
Dergûþên þîrevekirî
Li hembêzekê digeriyan
Kenê min
Li piþt kilaþînkofekê
Sêwî dima û xwe vediþart
Tenê mijgulên te
Di goristana reþbîniyê de
Dibûne xaçika geþbîniyê
Û termê giyanê min
Ew diþopand
Lê .. min nizanî
Ku wê çavên te
Ji hevokên sozdariyê re
Weke goristanên welêt
Tîþka stêran dagurtînin
 
Li ser sînor
Kelekela þewata zivistanê
Bi gupikên Baranê re
Dilê min
Bi helbesta .. Yarê .. Dax dikir
Mirîbûn li wir zindiyên me
Zindîbûn di hnavên mirî de
Girnejîngên lêvên te
Û karwanê xeman
Di devê newalan de
Gewriya jînê diguvaþtin ..
Dirûçikan din
Min jî …
Di hembêza te de
Ji çivîkên nifir lêketî
Hêlûna welatekî serast dikir
Berî ku tûrikê piþta min
Ji pençeyên te re bibe talan
 
Li ser sînor
Çêrokên jinebiyan
Di landika sêwiyan de
Bê dawî diman
Tovên geþbûna siberojê
Di mistên mendalan de
Zer dibûn ... Genî dibûn
Hevîrê nanpêjan
Mîna gêrêka malbatan
Kurim lêdiket
Pêlavên xaniman
Di devê rêçikan de
Dilerizîn .. Mest diketin
Nameyên ku ji dil re arvan bûn
Li ber destên te .. Kedî dibûn
Ji ber ...
Kîna sîngê te
Ew bi çateriya mirinê de berdidan
2852016

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark