Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: ÊVARÊN SERGÊJ

 


Xizan Þîlan
 
bêdengiya þevereþên þikestî
di perdeya guhên min de
pistepist e
telaþa bayekî westiyayî
li êvarên sergêj
wîzewîz e
asîmana sayî


di birîna gewriya xwe de
fetisî
heyv
gulebaran bû
stêrk
rondikan dibarînin
telpên ewran
di kîn û nefreta xwe de
diteqin
birûsk
xwîn vediriþin
xilorîk
di hêrsa xwe de
hatin xwarê
rojên sernerm
ji kezebê dinalin
celadên nûdem
di neynika gola xwînê de
porê xwe þe dikin
hesreta yarê pêl bi pêl
li qeraxên xewna min dikevin
di havîngehên laþê xwe de
diqefilim
û dicirifim
min
sirên temenê herifî
ji dilê xwe yê þeyda
veþartin
ez
ne rabirdûyê xwe me
ne jî pêþeroja xwe me
li nav toza striyên xemkêþ
kêliya xwe dijîm
 
2011-11-21

Stockholm

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark