Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Li Efrînê Xelata Pesendkirina Zimanê Kurdî

 


Merwan Berekat

Ji çend salan ve, nemaze piþtî ku þoreþa Sûriyê dest pêkir, li herêma Efrînê geþedan û tevgereke çalaktir di warê nivîsandina bi zimanê Kurdî de çêbûye. Têþtê balkêþ û berçav ew e, ku jina Kurd roleke zor hêja di vê geþedanê de dilîze. Bêguman, ev jî cihê serbilindî, þanazî û rêzgirtinê ye.
Ji ber hin teybetiyên civakê, jina kurd û nemaze ya ku di warê nivîsandinê de dixebite, pir dijwarî, lukmandin û astengî çi ji aliyê malbatê û çi jî, ji aliyê civakê ve li pêþ wê derdikevin. 


Ji ber wê jî, zor pêwîst e ku piþtevanî û pesendkirin ji xwediyên van pênûsan re were kirin, ta ku pirtir rê li pêþ tevger, xebat û çalakiyên wan hêsan bibe.
Li herêma Efrînê hin nivîskar û helbestvanên jin xebateke zor hêja di warê rojnamegerî û zimanê Kurdî de dikin, û berhemên wan di pirtirî rojname, kovar û malperekê de tên weþandin. Ne tenê weha, lêbelê nivîsandina bi zimanê Kurdî ji bo wan bûye karekî rojane, û beþdariya wan di çalakiyên wêje, zimên û rojnamegeriyê de jî, berçav in.
Li herêma Efrînê gelek nivîskarên jin derbazî asteke bilind a nivîsandina bi zimanê Kurdî bûne. Belê, Ze`fet Henan û Merwa Birîm ji wan nivîskaran e. Ev herdu mamosteyên birêz hem nivîskar û hem jî helbestvan in. Mamosteya rêzdar Ze`fet Henan serkirdeya rojnama Rewþen a ku ji aliyê Komela Rewþen Bedirxan ve, li bajarê Efrînê derdikeve ye. Ev rojname ya dengê jina kurd e. Ew rojnameke dubeþane bi zimanê Erebî û yê kurdî ye.
Mamoste Merwa Birîm endama komîta Siya Wêje ya ku ji mehê carekê li bajarê Efrînê çalakiyên wêjeyî li dar dixîne ye. Herweha helbest û mijarên wê yên bi zimanê Kurdî û Erebî di pir kovar û rojnameyan, nemaze di rojnama Rewþen de, bi þêwakî berdewam tên weþandin. 
Ji ber keda van herdu mamosteyên hêja di warê zimên û rojnamegeriya kurdî de, li Roja Rojnamegeriya Kurdî wan xelata Kemal Henan a pesendkirina zimanê kurdî, ji aliyê komîta vê xelatê ve wergirtin.
Em xelatkirina hedu mamosteyên rêzdar pîroz dikin. 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark