Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: 26 Nîsanê Rojbûna Mîr Celadet Alî Bedirxan e Werim Em Wî Bibîr Bînin!

 


Konê Reþ

 Mîr Celadet Alî Bedirxan, ev lehengê kurd, yê ku tev jiyana xwe li ser du eniyên þer, di ber mafê gelê xwe de xerc kiriye; di destpêkê de, bi siyasetê mijûl bûye û hêza xwe di þerê polîtîkî de mizaxtiye, paþê û piþtî ku tev derfetên polîtîkî û þoreþgerî li ba hatine girtin, berê xwe daye eniya rewþenbîrî û rojnamevaniyê û tev jiyana xwe jê re terxan kiriye.


 Werin em ê bi hev re, rojbûna wî bibîr bînin û pîroz bikin.
mîr Celadet bi bav, ap, bira, pismam û gelekên din ji welatparêz û evîndarên kurdayetiyê re sekiniye û bi wan re beþdarî avakirin û sazkirina piraniya komele û saziyên ko li Stenbolê hatine damezirandin bûye.Di sala 1927an de, ew yekî sereke bû ji hîmdarên avakirina komela "Xoybûnê" li Beyrûtê.
Di roja 15 gulana 1932an de kovara HAWARê, bi tîpên latînî weþandiye, ew tîpên ku wî ji zimanê kurdî bijartibûn, piþtî xebatekê ku 13 salan pê re dûm kir. û di rûpelê pêþî de wiha gotiye: Hawar dengê zanînê ye, zanîn xwemnasîne, xwemnasîn ji me re riya felat û xweþiyê vedike. Her kesê ko xwe nas bike, dikare xwe bide naskirin. Hawara me berî her tiþtî, heyina zimanê me dê bide naskirin, lewma ko ziman þertê heyînê a pêþî ye.
Bi weþandina kovara Hawarê re, yekemîn care di dîroka Kurdan de ku zimanê kurdî bi tîpên latînî tê nivîsandin.
Ji vê kovarê 57 hejmar hatine weþandin. Ev kovar bi du zimanan, kurdî û firansî, dihat weþandin. 
Naveroka hawarê bêtir li ser van babetan belav dibû: Alfabeya kurdî, zimanê kurdî, giramêra kurdî, ferhenga kurdî, hem jî stûnek ji zarokan re û quncikek bijîþkî û tendurustî jî tê de hebû..
Gelek nivîskarên Kurdan bi rêya Hawarê nav û deng dane, wek: Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can, Dr. Nureddîn Zaza, Reþîdê Kurd, Hesen Hiþiyar. Jixwe Qedrî Can wek nûxariyê Hawarê tê naskirin.
Di sala 1942an de, mîr Celader kovarek din, bi navê "Ronahî" di gel kovara Hawarê weþandiye, ev kovar jî bi kurdiya latînî li Þamê dihat çap û belavkirin.
Bi saya mîr mîr Celadet Bedirxan zimanê kurdî bûye xwedî alfabeyek xweser, ku roja îro piraniya kurdan bi alfabeya wî dixwînin û dinîvisînin.
Eger mirov li dîroka malbata Bedirxaniyan vegere û berpêl bike, wê bibîne ku Bedirxanî bi tevayî di sirgûn û zîvariyan de hatine kuþtin û mirin û ev yek bi tena xwe xweþ nîþane ji dilsozî û wefadariya wan re.. Pêwîste em navê wan bi tîpên zêrîn di dîroka gelê xwe de binivîsînin.
Sed rehmet li giyanê tev referên malbata Bedirxaniyan bibare, bihuþt cih û warê wan be.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark