Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Şîxadî… Rastî û nasîn Xeleka 5 an

 


Amer Çelik

Her ku me çiqasî mesele kurdîtiye Şêx-Adî di xeleka çûyî de girtibe jî, Gotar Mihsen Sîda ku gotare xwe ya di Medarat de di sala 2013an de li ser pirtûka hêja Mizûrî ya bi navê Eu dî bin Mûsafir ne Emewî  ku Sîda dibêje; ku ew çavkaniyên Mizûrî anîne ku dibêjê Şêx-Adî kurda ew çavkaniyên wî di  weteyê de, kêm û hindikin. Usa di gotara Sîda de diyare ku ew ne li gel kurdiytiye Şêx Adiye. Bi rastî jî dîtine wî bi xwe(Sîda) ne diyare ew çima Şêx-Adî ne kurd dibîne. Sîda bi xwe dibêjie ku hêja Mizûrî  li ser 13çavkaniyan biryare kurditiye Şêx-Adî daye. Lê diyare ku Mihsin Sîda hevalbenê rûyave(Ehtîmal) Al-Meqrîzî miriyê sala 1441 z , ibin Te,aiz Berdî, al-tayîkî  miriyê 1469z  û Al-Şetnufî miriyê 1314 z ku ku Sîda dibêje bi weteye çima Mizûrî rûyave van nabe ku 150 sal-200 salî bi tenê di navbera wan û ŞêxAdî de heye ew bi xwe demeke kurta. Wan lêklînvanan dibêjin ku Şêx-Adî Emewî ye!!.... 


Şêx-Adî ji endamên sereke yê dozxwazên Edwiya ye û şagirtî û parstên wî ji wan re dibêjin „MIRîD“. Piştî belavbûne Islamê di herêmê de, hinek raman û qelenderiye olên ku ji wan re dibêjin olên Ezmanî(Adîyan semwiya –اديان السماية) wekî Islamî, Xirstiyanî û Cihotî, ew hinek raman û qelenderî derbasî baweriye Êzidiyatiye kevnar bûne. Ew raman û qelenderiye ku li tevaye herêmên Kurdistan belav bûbû. Gelek ji lêkolînvanan dipejirîne ku giraskuherîn ji Edwiyê derbasî nav Êzidiyaytê bûye. Dr.Memo di gotareke xwe ya di kovakre ROJ de hatî weşandin dibêji;; ku Şêx-Adî bi xwe di wê baweriyê de bû ku yezdan tucare qwetekî din li dijî qewelte xwe nadamezrînê!..Mêzêne qewete xwe tucaran xerab nakê bi Qeweteke li dijî xwe !....
Di pirtûka ibin Xelkan, Aibna we enba Al-Zeman, Wefiyat Al-Ehiyan de ku di herdu pirtûkan de dibêji in, Heger Şêx-Adî li nav û Cihê xwe, berjewendiye xwe  bigerhaye,Her kesî bi comerdî pesnê wî ne didan û qeasê miletê Êzidî li du wî ne dimeşî !?.. Heger wek ew lêkolînên Islamî dibêji Şêx-Adî derwêşekî Isalmî bûye … Em ji wan dipirsin ..Çawa di demeke usa kurt de ew navê bi qimet û parestinên xwe usa pir ,çawa peyde krin..!?? Ev  gotin ya ibin Xelkane . Berêz Demelocî jî dibêjie ku rêka Şêx-Adî raste û bê hîlebaziye lewma jî Êzidiyan baweriye xwe zû dane wî.
Hêja Xêrî bozanî di gotareke xwe dibêje ku njadê Êzidî tê diniyaê ew tewanbar kiriye carne bi kafiriyê , carane bi Erebiyê û caren bi mislmaniyê . Êzidî weha têne tewambar kirine
-„ola Êzidiyan ji ola Îslamê hatiye veqetendin!...Êzidiyatî ji aliyê Şêx-Adî ve hatiye peydekirine!...Êzidiyatî ji aliyê yezîd ibin Mewî ve hatiye damezrandin!....Êzidî ,yezîd ibin Mewiye diperis in!....Êzidî ji pêmayên Zerdeştiyane!...Êzidiyatî tevgereke siyasiye..Tevgereke  qelendiiyê-derwêşiyê ye!...Êzidî endamên netewa Erebîne!....Êzidî  tewnkarin kuştine Hsen û Hesiyîn in!...Êzidî Ş….di pestin!..Êzidî girubek ji Aşûriyan e!... „Her weha gelek tiştên din jî wekî dibêji; 
-Dema yek ji Êzidiyan dimire pirçe kuçik dikine destê wî!!!!!.????...
-Jina Êzidî  piştî duwanzdeh mihan di welide!!!... 
Êzidiyatî hinek ji Boziye ne, Zerdeştiye, xirstiyaniye û Islamiye tevlîhe kirine û bûye Êzidiyatî!!!!!....Ya  S…i .. . .t..a ..r    …Sitar.

Ji bo wî celebê ku wan bêbextî bi Êzidiyan û Êzidiyatiyê ve girêbidin û her û her bêbextiyan bikin û bibêjin. Lê ya ku hêja ye rêzgirtin ew ku Êzidiyan ne carekî jî bersiv wan bêbextan raste rast ne dane belê her dem bersive wan bi nêzîkbûne wan bi yezden ve û du we ji bo parastine diniyayê û jîndarên wê. Ku li himberî wan bê bextiyan her sibeh û êvarn merovê Êzidî li himberî ROJ ê radiwestiyê û daxwaziyê ji Şêşims û Yezdan dikê dibêj:
„Ya rebê tu heftiyê du miletan û xûliyqetan bistirînê(bi pariêzê) em jî tebe!....
Rastî ola Êzidiyatiyê ya ku bi hezarên salan veşartî mabû,lêkolîn û zaniyariyên zanistî li ser vê olê nehatine ristin,Êzidî û Êzidiyatî ketibû hindiroyê hûnglîskê.  Êzidî ketine metirsiye jiyanê û hawirdorên wan cihan û jiyan li wan teng kiribûn û kirine tirsa wan ji pêşerojê  roj bi roj zêde dibû, di baweriye min de Rêzdar Demelocî yê yekem bû ku bi êş û jane Êzidiyan û Êzidiyatiyê gihîştiye lewma jî pirtûka  wi(Demelocî) ÊZIDIYATI li ser bingehekî zanstî û zaniyarî hatiye ristin ku gelek hêza xwe berdaye li ser gera xwe li hola Êzidiyan. Ewî piraniya çavkaniyên xwe ji devê Êzidiyan berhevkiriye lewma jî di dîtine min de ew pirtûk zengîne. Ji ber vê yekê Rêzdar Demelocî dikarî gelekî nêzîkî rastiyê bide û wê rastiyê pêşve bibe û rastteqînekê  diyar bike, ew rastteqînên ku gelek lêkolînvanan nikarîbûn wan rastteqînan bibînin.Lewam jî gelek pirtûkên ku li ser ol û kelepûrên Êzidiyatiyê hatine nivîsandin ne bi serketîbûn, ji ber ku ewan pirtûk û lêkoleran pirtûkên xwe li ser bingehekî şaş û aghdariye ne rast ramanên xwe pejrandin.Belê gelek caran hatine wergerandin ku rûpelê dîrokê bi xwe reşkirine.Vê yekê n e  rastiye Êzidiyatê tenê kirbû gola neqam. Belê bandora xwe li şaristaniya cîhanê û jiyanê bi xwe jî kirbû, karê bi pîlan ji bo reşkirine rûpelê dîrokê hatibû danîn. Lewma jî ez dibêjim çi nivîsar û lêkolîne li ser Êzidiyan û Êzidiyatiyê bête kirine,pêwîste ku çavkaniye  girêng ji danûstandine bi nijadên Êzidiyan bi xwe be. Ji devê Êzidiyan bête tomarkirin,helbet ev yeke lêkolînvan û nivîskaran mecbûr dike ku dostanî û peywendê bi  Êzidiyan  re bike. Dema ne usa be çi lêkolîn were kirin jî wê her kêm û ne serkeftî be.
 Civakeke Êzidiyan û Êzidiyatiyê heye û merov dikare rastiyê ji wê civakê hilgire. Ew bibe sedemên ku merov bi hevre jiyan bike. Belê kardariye lêklînvane ku rastiyê li gorî şirovekirineke zanistî wê rastiyê bişûpîne. Lewma jî em dibêjin ku rûyave-barave( احتمالات) ne çavkaniyên durustin û pirê caran ji rastiyê dur in. Ji ber vê rastiyê ez rûyavê nakim çavkaniyek di nasîn û rastiyê Şêx-Adî de. Ji ber ku rastiyê di jiane me ya rojane de nikare serrast bike  wê çawa rastiye bi sedê salan durust bike!!...Ew rûyave ku Êzidiyên ku ji sedê salan ve  xwe di bin zinarên çiyayê Hekarê de ji ber zilm û zordariye Islamê xwe li wî çiyayê parastibûn bi rûyavekê  û bi rehetî bibêjin ku Êzidî celebek ji ola Islamê ne!... Yan tu bibêjin Şêx-Adî yê ku bi dehê caran gora wî di Laliş de ji aliyê Islamê ve hatiye talan kirine bibêjî ku merovekî Emewiye û qelenderekî Islamê ye. 74 ferman û qirkirin bi ser miletê Şêx-Adî de Islamê aniye û hêjî dibêjin; Şêx-Adî bin Mûsafir Şêx ekî Erebe û Êzidî pêmayê Yêzîd ibin Mrewiye ne… Kî dikarê vê neheqiyê  li ser xwe qebûl bike..??!!....
Merov nikare bibêje ku Şêx-Adî hatibû herêmê bi mebeste Êzidiyatê bi ser Islamê de wergerîne!..Ji ber sedemekî rehet heye ku ola Êzidiyatiyê kesekî ne Êzidîbe wî Êzidî qebûl nake. Her weha em dikarin li  hevok ibin Xelkan ku gotiye miletekî zêda daye peyî Şêx-Adî  rawestin. Ew milet-xelk kîne..?  heger ew xelk Erebin yan jî bibêjin ku Muslman in  divebe ku bandore wî xelkî di wê herêmê de diyar be,yan jî bandoreke ber biçav  diyar be!?... Çawa dikarî miletekî ber bi baweriyekê ve bibî bê ku kesek  yan çendek li dijî rabin!!? Nexasim ku ew wergerandin di çarçûva olaperestiyê de be !?..
Merov di kare bi rehetî di herêmê de olên kevnar cor-bi cor bibîne, wekî  Êzidiyan-Zerdeştiyan, Manewiyan,Xirstiyan , Cihowan û Islamiyan . Belê hemu olên kevnar yên ku di herêmên din de peyde nabin, tu dikarî di çiyayên Kurdan de bibînî!!.. Ev Herêma ku Şêx-Adî  qeste wê kiriye û her li wir jî kiras guheriye.
Maye rûyve herî nêzîk  herêmê û rastiyê  ewe ku Şêx-Adî  merovekî Êzidî bû û ji dêk û bav ê Êzidî bû li herêma Al-Şiwyfat (Şiwif) Lubnanê ku ew Herêm Kurd têde dijyane, Şêx ê me di nave kurdên Lubnanê de mezin bûye û her li wir fêrî zanistiyê bûye” Li ber destiyên Şêxê ola Islamê fêrî zanistiye olî bûye”
Em dikarin bibêjin ku wî bi Kurdî baş dizanî dema hatiye warê bav-kalên xwe bi kurdî axiviye lewma jî zû Êzidiyan baweriye xwe dane wî
Di dîroka Êzidiyan de, belê di dîroka malbata Şêx-Adî de hîn tariye û ne diyar e. pirsiyarî û lêkolîne li ser vê malbatê gelekî kêm peyde dibin. Her çiqasî lêkolînvanên Islamî li ser kesetiye Şêx-Adî ristine jî, lê di derbarê malbate wî de agehdarî gelekî kêmin. Wekî zaroên birayê Şê-Adî. Gelo ne ecêbe ku di vê male de lêkolînvanek, nivîskark ji bilî Şêx-Adî û Şêx Hesen di wê malbatê de peyde nebûye û dîrok nehatiye tomarkirin!! Ji bo Agehdariyê, piraniyê malbate Şêx-Adî di xizmeta Êzidiyatiyê de kiras guherîn !..
Dîrok hinek aghdariyan li ser Şêx-Şemsedîn Hesen ibin Şîxadî (2) bin Berkat(Birayê Şîxadî) bin Sexir ku jêr digotin Tac Al-Arfîn.dide me. Her weha  Şêx Sexir bin Mûsafir û Şêx Abu-Al-Berkat Saxir bin Saxir  Şêx Fexredîn bin Şêx Abî Al-Mefaxir Adî,  Şêx Şerefedîn bin Şêx Şemsedîn Hesen  û Şêx Teqîdîn Umer bin Şêx Şemsedîn Hesen  , Şêx Zenedîn Al-Edewî ,Şêx Zenedîn Yûsiv binŞêx Şerefedin, Şêx Zenedîn bin Şêx Îsa bin Abî Al-berkat, Şêx Ezedîn bin Şêx Zênedîn.
Tê gotin ku dema Şêx-Adî ji Lubinanê hatiye Lalişê ne bi tenê bûye,. Belê gelek malbat, tevî malbat xwe,bi xwe re  anîne .Gelo ew lêkolînvanên Islamî li ser wan malbatan çi dibêjin ?! Ew jî celebek ji Islamiyan ne ..!?... Helbet ev yek tu caran li ba Êzidiyan û Êzidiyatiyê nayê qebûl kiri, wek me li jor lêkirbû ku merovê ne Êzidî bê yan em bibêjin ku  ji dêk û bavê Êzidî bin hinge dikarin Êzidî tên qebûl kirin. Belê em dikarin bi hesanî bibêjin ku ew malbatên ku bi Şêx-Adi re koçber bûne, malbatên kurdên Êzidîne û Êzidiyatiye xwe ve pir girêdayîne. Nimune: Malbatên ku bi Şêx-Adî re hatine tê gotin ku ji eşîre tajiye  bûne, (Qewal in) ku di vê demê de piraniyê wan li gundê Başîk û Bahzan ê akincî ne.
Têbînî : “Malbatên ku Êzidî ji wan re dibêjin QEWAL , ewbûn ku bi Şêx-Adî re hatine warê bav-Kalan, her ew in yê ku bare Êzidiyatiyê  ji wê demê û heta niha hilgirtine û hînjî hildigirin.”
Herêma Hekarê  ya bi civaka xwe paşverû û bi serhişkiye xwe oldarî herêm hatibû dorpêçkirin, ji rûmete cîhanê qût kirbû.Helbet sedemên vê yekê hebûn,ya yekem ku ji qirkirin û fermanên eşîrên Êzidiyan her tim ser wan şer û hawar ku ji aliyên ola û serdestên Islamiyan tevî sergerimên kurdên  ji encame wî şerî ola xwe berdabû ev sedem tev bûbûn alozî di navbera Hekariyan û cîranê wan Isalmiyan, ji ber vê yekê Hekar dikeve rewşe dorpêçkirinê û parastinê. Em divirde pirsekê dipirsin, helbet ji wan kesên ku digotin ku Şêxê Me Adî hatibû nav ÊZidiyan ta ku wan bi ola wan ve ber bi Islamê ve dagerîne!? Heger usa bû çima talan û şer û kuştin her tim konê xwe li ser wan merdalan danbû…?!!  Lewma em dibêji ku rûyave ku Şêx Adî ji welatê Ereban hatibû ji bo ku Êzidiyan ber bi Islmê ve serjêr bike, ew rûyaveke(Ehtîmalek) ne di cîhê xwe de ye. Weka me li jor lêkiriyr çavkanî pirin ku ew rûyave dûrî rastiyê ye. Li aliyên din Êzidî dibêjin Ku Şîxadî xizmetekeriyeke mezin ji bo wan û ola we kiriye. Şîxadî Êzidiyatî di wê rewşe xerab de, di wê demê de ku berî hatine Şîxadî Êzidî û Êzidiyatî di rewşeke xerab û dujwar de li ber xwe dide .Derbasbûne Islamê herêmên Êzidiyan Êzidî bênteng kirbûn bi celeban Êzidî ji ber zordariyê Islamê ola xwe terk didan û dibûne mislman. Di wê rewşê de Şîxadî hatiye Lalişê ji bo xelasiye Êzidiyan û Êzidiyatiyê. Ev gotin ya Êzidiyan bi xwe ye. Helbet civaka Êzidiyatiyê û Êzidiyan ji hev ketibû.Êzidî dibêjin lewma jî Şîxadî rêk yasên nû li gorî demê ji bo Êzidiyan hûnabûn, Ya pêşin Êzidî wekî malbatekê bi hev ve girêdabûn, ku her merovekî Êzidî Şêxê wî hebê, Pîr, merbî Şêx piskê birayê axretê,xwîşke axretê û her weha Êzidî wekî tayê pinde(Pind-Tevne-Pîr-Enkebût) bi heve girê dabû. Ew yek Êzidî bi qewet û hêz kirbûn. Îcar gelek êrîş û ferman bi destê Êzidiyan dihatin vemirandin. Em dikarin bibêjin ku Şêx-Adî civaka Êzidatiyê  û Êzidiyan  bi hêz û qewet kirbû ku dijmin gelekî bifikirê berê êrîşê bibe ser wan. 
Nemuniyek din jî heye ku Êzidiyan û Êzidiyatiyên dûrî ola Îslamê dike ew jî ewe ku Gorên Êzidiyan li Laliş û li hemu Goristanên Êzidiyan berê miriyan ne li QUblê ye(Qubla-Meka-Medîne) belê quble li lalişê tune berê goran li rojê ye(Rojhilat) wekî Êzidî dibêjin ŞêŞimis  e. 
  Heta xeleka 6an bimînin di xweşiyê de. Amer Çelik  Nisan/2016  Almaiye  amercelik@hotmail.de 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark