Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Pîvokên bihareke bê baran

 


Ronî ELΠ

Wê kengî
Bihna nanê sêlê
Ji pixûrka dayikan
Bi tîrêjên rojê re
Cardin 
Lêvên min
Mîna herdû sêvên di sîngê te de
Bel bike û bilerizîne ...!!?


Wê kengî
Dewê meþka bêrîbanê
Bi xwendina sibê re
Bi qebqeba kewê re
Cardin
Mina hingivê lêvên te
Kozota hinavên min
Sar bike û vemrîne ...!!?

Wê kengî
Pîvokên gundekî sêwî mayî
Di kela biharê de
Bi tîqtîqa zeviyan re
Cardin
Mîna guliyên te
Berî ku bibine hebinê koçberiyê
Hembêza min bixemlîne ... bihejîne ..!!?

Wê kengî
Landika dilekî têkçûyî
Di nav guloka wêranê
Û mijgulên demê de
Cardin
Mîna morîkên gerdenê te
Xewnên beravêtî
Li dû hev .. Girêde û rêz ke ..!!?

1842016 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark