Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Babê Felek îro dîsa janên te ne

 


Nizar Yosif

Di wêneyê te re, ji xuncên zehmetkêþiya jiyana te ,ji þûngavên te yên sînorqetên,ji birhên sitemkarên sehwa dengê te ew di girtin, di barê çekên (saz û bawerî) te yê giran re,,,,,.  
Vayê rewþ û serpêhatiyên te,bi awayek cuda, xemila xwe giþtî berdide ser warê jan û giriyên te. 
Dema ku çavên mirov ji niþka ve, li dîdar,wêneyên Bajar û Gundên baþorê rojava yê kurdistanê di kevin,hejariya her tiþtî, xelekên xemgîniyê xwe li ber çavên mirov re rêz dikin.


Dilopên xûn û hêstiran di ber jandengê te re jê dibarînin. Ti best û tîrav neþên wan dilop û þirikên ji gelê me,ji waltê me ,ji penaberên me yên li ber ava serwinda dibin,yên di sînoran de bê elom diçin, dibarin ragihînin.  
Mirov diçin û tên,landika jiyanê di heje, hinek jê koçan bi ber goran ve bardikin,û beþek jê ji xezeba serdemê, nakokiyên serdestan, dibin zora sitemê de kêferatê dikin.Darê herî giran,janên herî dijwar, astengî,ne perjirandina xweyîtî ye, ne lihevkirin û pîstûriya bira ne.
Bihtir konên rêwîtiyê,penaberiyê li ser milên xelkê xwe datînin, li wan dibin bela, di kevin rêya nehatinveyê. Li þûna konê baneyê,azaya çûn û hatinê di gera buhargehan de, bêyî vîniya xwe destvala dibin dîlên sînoran.Ev serdeme bi mercên wisa ve bi dilgermî pêþwaziya xapankaran dike û cihê xweþ ji wan re hildipijêre û xapînokên wan dibin cihê rêze,malxwê yên malên ti qenc têde nemayîn. Vajiyê vê yekê jî mirovên dirust, karpak, çavrexneyên bîrawer, þûnwar û civat li wan tengav dibin,dev û tilî têne girêdan,hiþ têne qalib kirin.
Rewþ û dîtina bînahiyê ji warê te diberda bizav kirî û hertiþtê xwe jêre danî,mixabin eve û jê bihtire babê Felek.
Tirsa me eve ko ev serdema zêrîn bêy destxistinên netewî derbas bibe û dîse em stirana te ya hunermend û helbestanê hêja Bêbuhar nivîsî bêjin:
Îro ezim dîl û reben bend û benî
Derya xeman ew kûre pir ez çûm binî
Pir zad min çand avda bi xwe dijmin çinî
Hin jê min xwest dijimin ji zad kulmek neda.

09.03.16

 
Ev wêne yê Mihmed Þêxo min di sala 2003 an de  bi destê xwe çêkiriye

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark