li xewa þevên bêxewiyê serê xwe datînim ser balifa bîranînên pînekirî û dikevim nav xeyalên kûr û tûj piþta xwe dispêrim bayê felekê
û li demên gemar temaþe dikim ey mirovahî celadên çavsor bi tank û topan min dorpêç dikin guleyên qaleþ li ser bedena min dibarînin dîwarên jêrzemîna tarî bi ser min de hildiweþînin bêhna barûta genî pozê min diþewitîne dûpiþkên hov jehra xwe berdidin laþê min ji korta çavên min xwîna reþ diniqute ser kezebê ji ber hovitî û bêwîjdaniyê çûk þerm dikin û perperokên bax û bostanan melûl melûl difirin ez li nav xirbeya avahiyê ya terkandî di ber cankêþiyê de me qudûm di çokên min de nema mil û qanadê min þikestin di êþa bêdengiya fetisî de dinalim dilerizim vediciniqim ditevizim û dikevim xewa giran di tîbûn birçîbûn û bêçaretiya xwe de têm kuþtin Xizan Þîlan 2016-02-02 Stockholm