Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji Evina Rojên Kevin: Almanya û Semînera di Zankoya Frankfurtê de

 


Konê Reþ

Li Almanya, di zivistana 1977an de, bûm yek ji endamên Komela Xwendekaranên Kurd li Ewrûpa (KSSE), þaxê Frankfurtê ya ku mêldarî Barzaniyan bû. Hingî pismamê min û xortekî Kurd ji Kurdistana baþûr bi navê (Azadî) berpirsyarên wê bûn. Jina (Azadî) Almanî bû, dermanxaneyek wê li Frankfurt hebû, edrêsa min li ser mala wan bû. Di wan salan de dubendiyek xurt di navbera Barzaniya û Talabaniya de hebû. Þoreþa Barzanî ji likumandinê rizgar bibû û Idrîsê leheng bi gerimbûn ala þoreþa Gulanê bilind kiribû..



 Lê hîn jî, hin xortên Ewrûpa xwe didan piþta Telebanî û þerê Barzanî dikirin..! Komela Xwedekaranên kurd jî bibû du perçe; em hevalên Barzanî bûn. Carekê me hevalên Barzaniyan bihîst, ku semînerek li mênza zankoya Frankfurt heye, em bi çend otomobîlan çûn zankoyê ku em jî amade bibin.. Lê sed mixabin, ew xortên kurd yên ku mêldariya Talabanî dikirin ku pirên wan ji kurdên baþûr û bakur bûn û hin ji xortên Sûriyê jî di nav wan de hebûn, bi kar û barê wê semînerê rabibûn, wan, rêk nedan me û nehiþtin ku em derbas bibin û beþdariyê di wê semînerê de bikin.  Dawî, em polîpoþman zîvirîn malên xwe.. Bi rastî vê yekê ez ecêbmayî kirim; çawa li Almanya kurd nahêlin kurd beþdarî semînerke rewþenbîrî li dor kêþeya kurdî bibin.. Di encam de ez hatim hejandin.
 Hem jî ez li Almanya di rêka pismamê xwe Nasir de bûm yek ji endamên (Amnesty International), ewa ku di sala 1961ê de li Londonê, ji rex birêz Peter Benenson ve hatibû damezirandin û gelek þaxên wê li dewletên dinyê hatibûn vekirin..
Li bajarê Mainzê, berî ku ez vegerim Sûriyê min biryara xwe a nivîsandina bi zimanê kurdî ji hevalê xwe Îzzeddînê Çalî re got.. Nexasim ku li Frankfurt, li derneka kurdên tirkiyê, hin caran ez car caran çav bi rojnameya (Roja Welat) diketim.. Ew yekemîn car bû ku rojnameyekê bi zimanê kurdî tîpên latînî dibînim.. Ew rojname bi zimanê kurdî û tirkî bû..
Hingî min ji dostê xwe Îzzeddîn re got, ez ê vegerim sûriyê û dest bi nivîsandina zimanê kurdî bikim..
Li Frankfurtê min xortekî kurd ji bakurê Kurdistanê bi navê (Aydin) naskir, kêfa xwe ji min re tanî û ji min re digot: (Jina min Almaniye, kî ji kurdan here mala min û jêre bêje ez kurd im, wê bixwe û vexwe bê pirsyan..) Hem jî ji min re digot; (Mirovên min li Qamiþlo, taxa Anteriyê hene..) Sed mixabin ku navê wan niha nayê bîra min…
Li Almanya, ez di serboriyek xweþ û bi sûde re derbas bûm.. Belê, min derfetek zêrîn ji dest xwe berda?! Min karîbû mîr Dr. Kamîran Bedirxan bibînim, dema ku hatibû Bonê ji bo dostaniya Kurd û Almanan.. Lê sed mixabin min ew derfeta zêrîn ji dest xwe beda.. Belê, bi sehkirina navê wî re, pêre pêre bîranînan ez li çîrokên mîrekên Botan vegerandim, ewên ku di oda me de dihatin gotin..

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark