Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rola Kurdan di Kirīza Sūriyź de

 


 Mihyedîn Žêx Allî*

Ev nêzî pênc salan e rewža Sûriyê di sîngê wežanan de cî digire û di asta navdewletî de jî bi dehan kongir ji bo wê hatine lidarxistin. Çalakiyên ragihandinê yên curbecur hatine bikaranîn û di raya gižtî de rola xwe lîstine.
Lê, baž xuya bûye, ku li ba piraniya hemwelatiyên civaka Sûrî û di çavên wan de, ewqas nemane ciyê rêzgirtinê, ji ber ku, hema bi kurtî, ewqas TV, Encûmen, sozên serok û wezîran, rê li ber žerê qirêj teng nekiriye, carina jî bi peyvên qelew û durižmên gerim, ew agira hatiye gurkirin û hêjî berdewam dike. Bê guman jiyan û berjewendiyên civakê û yên me hemiyan, berî her tižtî di rawestandina xwînherikandinê de ye.

Di despêka kirîza Sûriyê de, Turkiya AKP-ê, çi ažkere, çi bi dizî, di germkirin û gurkirina hinde hêz û partiyên opozosyona Sûriyê de, xwedî roleke sereke bû. Li bajarê Antaliya kongira Encûmena Nižtîmanî ya Sûrî bi serkêžiya (Îslama siyasî) hate hembêzkirin. Dûv re, ev Encûmen hate berfirehkirin, kiwalisyona hêzên žorež û opozosyonê (Îtîlaf) nav lê bû, û Istenbol jê re bû cîwar û navend, ji bilî bajarên dî, mîna Gazî Entap, Antakiya, Reyhanlî, Žanli Urfa, … hwd.
Di siha vê kiwalisyonê de û bi rêdana hin karbedestên Turkiyê, bi hezaran kadro û kesên (mucahîd) û dilxwazên rêbaza rêxistina El-Qaîde (Ûsame Binladin, Ebo Miseb Zerqawî, Mille Umer, Eymen Zewahirî) derbazî hundirê Sûriyê bûn, û ji hêla bežek ji civaka Sûrî de hatin pêžwazkirin, û di bin durižmên serhildana gelê Sûrî de sûd û alîkarî dîtin û cî girtin. Vêca, têkožîn û serîhildana gelê Sûrî ya ažtiyane, ya ku rûmet û azadî ji xwe re kiribû armanc, ji riya xwe derket û beravêtî bû. Ji xwe, desthilatdariya rijîmê jî, çav li rê bû, û bi gelek žêwe û pîlanan hewil dida, ku ew serhildana dadmend bižimite, dest bi karê çekdariyê bike û berê xwe bide derve û hêviyan li ser sozan ava bike .
Di çerçewa vê tabloyê de, piraniya cemawerê Kurd li Bakurê Sûriyê karîbû pêžiya xwe bibîne û nebe destik. Lewre jî, ew îro xwedî roleke erênî û balkêž e, nemaze ligel pêkhateyên Ereb, Suryan-Kildo-Ažor… û HWD, li seranserî herêmên Cizîrê, Kobanê, Girê Sipî (Til Ebyed), Žêx Meqsûda Helebê û Efrîna Kurdaxê, li beramber piroje û metirsiyên terora rêxistina Daîž û Cebhit El-nusra bi serkeftî têdikože û li ber xwe dide, loma jî, di qada navdweletî û li ba rêxistinên civaka sivîl li seranserî cîhanê, bûye ciyê rêzgirtinekê, û bi rastî dihêle mirov bêje: Kurd di kirîza Sûriyê de rûsipî û xwedî roleke erênî ne.
Hinde dezgehên ragihandinê, di bin bandor û kartêkirina helwestên serokatiya kiwalisyonê de, dixwazin rastiyên bûyeran berûvajî bikin, dibêjin hêza Kurdan li bakurê Sûriyê YPG – YPJ, Turkmen û Ereban qir dikin !, Kurd cudaxwazin û hewl didin Sûriyê parçe bikin !!
Hêjayî gotinê ye, ku xwediyên van reklam û piropagandên neberpirsyar, li razîkirina AKP-ê û Îxwan Mislimînan digerin, bi ser de jî, žovenîzman li dijî gelê Kurd gur dikin.
Çendî newekhevî û hinde nakokî jî di çerçewa tevgera azadîxwaz a Kurd de hebin, lê bi tevahî, rasterast xwe li dijî hovîtiya teror û toximperestiyê dibîne, ažtîxwaz û mirovhez in, lewre jî, canfîdayên gelê Kurd (çi Gerîla, Pêžmerge, YPG û YPJ…) di çavên xelkê de ciyê rêzgirtinê ne û di dilan de cî digrin.
Bawerî li cî ye, ku Kurdan bi gelemperî riya xwe nas kirine, û êdî baž dizanin, ku bela serê wan û metirsiya li dijî hebûn û berxwedana wan, ne Emrîka û Rûsiya ne, ne jî Çîn û Japon in … Neyar û bela serê Kurdan çand û siyaseta nijadperest, hovîtiya terorê û derdê nezaniyê bi xwe ye.
* Sergotara rojnama Newroz – hejmar / 115 / - Ji wežanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 3
Bi Tevahī Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark