Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: «Viyêna» Destpêka Çareseriyê ye ...

 


Salar Salih
 
Temenê qeyrana Sûrî nêzîkiyê li pênc salan dike, û hîn tu çareserî ji vê qeyranê re nehatiye dîtin, lê danûstandinên Viyêna yên dawî bingehên çareseriyê yên pan danîn, ew jî nedûrî perensîpên Cinêv 1 bûn di asta giştî de, dewletên beşdar di Viyêna de li ser çend xalên sereke û yên giring rêkeftin, ji wan : yekbûna Sûrya , dewletek zanistdarî , guhertina rêjîmê.

Di baweriya min de, Viyêna destpêka çareseriyê ye ji qeyrana Sûrî re, wê karibe şerê navxweyî yê li Sûrya tê gerandin rawestîne, lê ev yek bi pêwîstî demekê ye, heybe çend salan dirêj bike, û di encamê de, dewleta Sûrya hew vedgere sîstema ku berî 15/3/2011 an hebû, û yek ji dû riyan li pêşiya Sûrya ya paşerojê ye, yan wê Sûrya parçe be û di encamê de, sê an çar dewlet li şûna wê dê bên sazkirin, û yan jî wê sîstema fîdralîzmê bête çespandin, û eva dawî bêtir tê pejirandin ji pêkhateyên Sûrya ve û herwisa dewletên herêmî.
çiku bawerî di navbera herdû aliyên şer de ( rikberî û rêjîm ) nemaye, û çespandina qunaxek veguhêz li Sûrya tiştekî pir dijware di bin sîwana van nîrên ku li ser xakê hatine sepandin, herwisa piştî danûstandinên Viyêna rêjîma Ba`as ya ku bi giştî di bin kontrola tîreya Elewî de ye, ji Şamê ragihand ku tu hikûmetek veguhêz li Sûrya nayê avakirin, û qunaxa hikûmeta veguhêz qediya.
Emê çawa vê daxwyaniyê ji bal rêjîma Ba`as bixwînin ?
Di baweriya min de, rêjîm tu hikûmeteke veguhêz bi rikberiya Sunnî re ava nake, û wê yekê napejirîne ku Sunne bibin hevparê desthilata Sûrya li Şamê, û wan bixwe jî biryara xwe ligel hevalbendên xwe standine ku Sûrya parçebikin û herêmeke fîdral ji xwe re bidestxin, li Şamê û Hums û berava Sûrî ( cihê niştecîbûna tîreya Elewî ) , û bi vî awayî Sunna jî dehf didin ku herêmek cuda ji xwe re bigrin, û dûvre di danûstandinên aştiyê de, wê ev herêmên têvel bên civandin di bin sîwana dewleta Sûrya ya dîmokrat û fîdral, û ev proje bixwe yê Amêrka ye.
Hin agahî jî tên gerandin ku dewletên : Amêrka, Rûsya, Îran, Îsra`îl, yekîtiya Ewrupî, gihiştina rêkeftinekê li ser mana rêjîma Ba`as (desthilata Elewîyan ) li Sûrya, û ev xal yek ji bengehên çareseriya siyasî ye, ya ku wê li Sûrya bête çespandin, lewra jî destêwerdana Rûsya di Sûrya de bi vê armancê bû, û bi erêkirina Amêrka, bi mebesta parastina rêjîmê û çespandina rêkeftinek siyasî di navbera rêjîm û rikberiyê de , û danîna sînoran di nav wan de, jiber vê yekê jî wek ku rêjîm dibêje rast e: ((qunaxa hikumeta veguhêz qediya )) , û niha divê ku rêjîm û rikberî li ser rêkeftina siyasî û danîna sînoran di nav xwe de guftûgo bikin , û ev şêwe yê çareseriyê wê Amêrka û Rûsya bi hêza xwe li ser hemû aliyan bisepênin, lê bingeha sereke di Viyêna de ew bû parastina yekbûna xaka Sûrya , lewra wê formê fîdralîzmê li Sûrya nû bête çespandin, û dê dewletek fîdral ji van herêmên nû bête sazkirin.
Gelo Cihê Kurdan di vê nexşeya nû de li herêmê çi ye ?
Kurd niha bûne hêza serekî û yekem li navçeyê di şerê li dijî tîrorê, û bûne cihê baweriyê ji hemû hêzên navnetewî û bi taybet Amêrka, ku îroj hevkarekî xurte ji Kurdan re di rûbirûbûna rêxistina Daişê ya tîrorêst, ev hemû jî dibin xalên bihêzkirina Kurdan li rojhilata navîn wek hêzek serekî, eger ev projeyê çareseriya siyasî li Sûriya bi vî şêweyî hat çespandin, dê Rojavayê Kurdistanê bibe herêmeke fîdral di hundurê Sûrya ya fîdral û dîmokrat de, bi vê mîkanizmê dê sê herêmên fîdral li Sûrya ya nû ava bibin, herêma Elewîyan, herêma Sunna, û herêma Kurdî, û her sê herêm dê bibin yek di Sûrya ya nû de, bi şêweyê çespandina sîstema fîdralî, û wekû ku Amêrka pilana vê dewleta nû nîgarkiriye, û bi hevkariya Rûsya, wê vî projeyî bike temezê Sûrya ya nû, û wê li ser pêkhateyên Sûrya bête sepandin, jiber ku ev pilan bi tenê dikare sînorekî ji şerê navxweyî re li Sûrya deyne.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark