Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Daxuyaniyek ji Konê Reþ: Seydayê Cegerxwîn yê tevayî gelê Kurd e

 


Konê Reþ

Ez ne di endamtiya her sê, çar û pênc komên nivîskarên ku li Qamiþlo hene. Û ez dûrî herdu komên ku navên mezin li xwe kirine; Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Kurdistana Sûriyê me.. Ji ber ku di navbera herduyan de berberî heye, ez çalakiyên herduyan jî amade nebûme û nabim..
Berî çend rojan, mamoste Dildar Felemez ji min xwest ku pêþangehekê ji tabloyên xwe, ji cemawerê Qamiþlo re raxîne. Min jêre got; bela li ser gora Cegerxwîn be, di roja koçkirina wî de, bi navê te be û ez ê alikariyê bi te re bikim.. Û wiha ji çend rojan ve min xebat ji vê yekê re kir.. Ta ku vê sibehê min di malpera (Welatê Me) de, vexwendina nivîskarên ku navê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê li xwe kirine, xwend, têde dibêjin; ew, bi vî karê pêþangehê li ser gora seydayê Cegerxwîn rabûne.. û bi navê xwe xelkê vexwendî dikin!!

Tevî, ku min ji birêz Felemez re gotibû; kî ji herdu rexên nivîskaran; Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Kurdistana Sûriyê û yên din, kî ji wan amade bibe, helbest û gotarên xwe bixwîne, cihê kêfxweþiye ye.. Seydayê Cegerxwîn yê tevayî gelê kurd e, ji tevayî gelê kurd re kar û xebat kiriye, ne yê komekê tenê ye.. Lê çênabe bi navê yekê ji wan be, yan bi navê tevan be yan bi navê te tenê be, ji bo gengeþe û qal û qultên ji aþ û bajar ve çênebe.. Lê..
Sebaretî min, cudahî di navbera herdu yekîtiyên nivîskaran de nîne.. Her sal ez bi rengekî bîranîna Seydayê Cegerxwîn divejînim.. Ez vê daxuyaniya xwe ji raya kurdî a giþtî re pêþkêþ dikim.
Qamiþlo, 20.10.2015

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark