Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Komkujiya Pirsūsź.. Kī Berpirsiyar e?

 


Merwan Berekat*

Komkujî û kiryara terorîst a ku di 20. 07. 2015an de li navenda çand û hunerê li bajarê Pirsûsê ji aliyê xwekujekî de hatibû kirin, û di wê de 32 ciwan žehîd bûbûn û bi dehan jî birîndar bû bûn, kî ji ber ve berpirsiyar e?
Pižtî ku Yekîneyên Parastina Gel, bi hevkariya Pêžmergeyên Herêma Kurdistanê û Hevbendiya Navdewletî bi hêza xwe ya ezmanî bajarê Kobanê û gundewarên wê ji çeteyên Da`iž rizgar kirin, serê pir aliyên ku naxwezin gelê Kurd xwe û herêmên xwe ji teror û wêrankirinê biparêzin, bi rêbazên curbecur, bi dizî û ežkere nerazîbûna xwe nîžan dan, li ser serê wan jî dewleta Tirkiyê tê. Lê pižtî ku Girê Sipî(Til Ebyed) jî hate rizgarkirin, asta wê nerazîbûn û çavsoriyê li ser ekranên TVyan bilind bû, ta komkujiya roja 25ê meha Pûžberê li bajarê Kobanê û gundên wê bi destên çeteyê Da`iž çêbû.

Lê dîsa jî, çavsoriya wan xêrnexwez û destqulên bi Da`iž re ko ne bû, her yekî ji wan bi žêwakî deng bi xwe xist, ta ku li Sirûcê jî, xelekek li zincîra teror û kîndariyê zêde kirin.
Di roja ev komkujiya xwînî û hovane de, rayedarên Tirkiyê ew kiryar bi terorê nav kirin, û yekser ew xistin stiwê Da`ižê, lê di heman demê de jî, nîžan didan ku herêmeke parastî ji aliyê Tirkiyê ve, û li seranserî sînorê bakurê Sûriyê, nemaze li sînorê herêmên Kurdî pêwîst e,??! Lê tižtê ku zêdetir seyr e, hinan ji wan rayedaran hewil didan ku berpirsiyariya vê komkujiyê têxin stiwê Yekîneyên Parastina Gel, ji ber ku ew nikarin sînor biparêzin!?   
Pižtî serkeftinên hêzên Kurdî li eniyên žerê bi çeteyên Da`žê re, berî hemû aliyên ku li ser erdê žer dikin, û yên ku destêwerdana wan di kirîza Sûriyê de hene, rayedarên Tirkiyê ragihandin û gotin: Em nahêlin Kurdistanek li bakurî Sûriyê ava bibe. Tevî ku aliyek ji tevgera rêzanî ya Kurdî li Sûriyê nîne, ku doza Kurdistaneke serbixwe li bakurê Sûriyê dike??!
Ji destpêka kirîza Sûriyê de, hefteyek bê kužtina sivîlan bi guleyên ležgerên Tirkiyê li ser sînor derbas nabe, û bê ku lêpirsîn ji bo sedemên wê bibe, eger bibe jî, bersiv; parastina sînor e??  Lê çima di dirêjiya vê kirîzê de, terorîstekî Da`ižê bi guleyên wan ležgeran nehatiye kužtin..?
Ji aliyekî din ve, berî komkujiya bajarê Sirûcê, serkirdeykî ležgerî yî Emrîkî dibêje, žerê bi Da`iž re wê çend nifžên din jî bajo. Ev tê wateya ku Hevbendiya Navdewletî ya bi serkêžiya Emerîka ji bo žerê Rêxistina Dewleta Îslamî ya tundrew û terorîst bi salan dê li ber xwe bide. Eger birastî wisa be, ev rêxistina ku dijîtiya žaristanî û mirovatiyê dike, û roj bi roj ne tenê di herêma Rojhilata Navîn de, lê belê sînorên herêmê jî derbas kirine û gol vedaye, ewê pir sînorên din jî derbas bike, dê hovîtiya xwe berdewam bike û komkujiyên ji ya bajarê Pirsûsê mezintir jî bike. Ji ber wê jî, eger civaka navdewletî bi tundî û di demeke nêzîk de, vê rêxistina terorîst, ne mirovatî û hovane ji kokê de raneke, metirsiya wê li ser hemû gelên cîhanê heye. Û bežekî mezin ji berpirsiyariya van kiryarên xwînî yên ku ji aliyê Da`iž û rêxistinên wek wê ve tên kirin, dikeve stiwê civaka navdewletî.
Ji bo ku em dadwer bin, û her tižtekî nexin stiwê filan alî û bêvan alî, divê em a xwe Kurdan jî nîžan bidin. Bêguman nelihevkirin û neyekrêziya me, deriyên lawazbûnê zêde dikin. Ew dihêle ku pirtir derfet bi destê xêrnexwez û dijminên gel û doza kurdî kevin. Ji aliyekî din ve, divê em di wê baweriyê de bin, ku her em nêzîkî armancên gelê xwe bibin, ewqas neyar û xêrnexwezên Kurdan dê çavsor bibin û wê bi hemû rêbazan pîlanan bigerînin. Di vî warî de dîroka me pirmînak e, ji ber wê jî zor pêwîst e ku em sûdê jê bigrin, û pirtir hajî xwe û doza xwe hebin.
* Sergotara rojnama Newroz – hejmar / 112 / - Ji wežanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.
  

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark