Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Temo û xelata Kerê

 


Deham Hesen

Rêzdarî û hembêzkirina kesên dahêner, erkeke û tiþtekî herî baþe û hêjaye, divabe li ser bê rawestandin digel  spasî û rêzkirtinê ve, jiber ku  ev kesê dahêner bi rastî, ev aliyê diyardeya rêzdaryê avitiye ser mile xwe, û xwe bê mijûlkiriye, lê lihember vê yekê, divabe di warê rêzdarkirinê de, çend mercên giring  pêkwerin, û dibin çavan re bêne drbaskirin.

1 – Divabe hilbijartina kesê bê rêzdarkirin, bi awayekî durist bê derbaskirin, durist û rastî tê dema ku berya hertiþtî li ser berhemên wî yên bi awayekî dahênan hatibine danîn bê rawestandin, û ev tiþt bibe pîvan ji rêzdaryê re, û tu tiþtên din ji bilî vê pîvanê neyên naskirin, û mêldarya rêxistinên siyasî nebin pîvan ,mîna nimûne.

2 – divabe ew aliyê ku vê rêzdaryê pêþkêþ dike, kesayetiyeke wê ya resen û mafdar hebe, û bi kêmasî saziyeke xwedî cihekî giring û bi nirx be, li bal tevgera netewa kurd li Sûryê, û ne xirabe jî  ku, ji hin aliyên kurd ji derveyî sînor destgiryê bigre.
3 – divabe ew kesê ku bê rêzdarkirin, daneyeke pere bi nirx û havil pêþkêþî wî bibe, ne bese ku jê re rûpelekî kaxez bi firêzên bi bezm û rezm bê danîn ku,ew jî  mirov ne têr dike û ne jî xizan dike, dêmeke ev tiþtê belawela û bê rêxistin hiþtiye ku, ev tikista mi ya li jêr, bi awayekî tinaz û pêkenînok bê bîramin. 
Ez bi hêvîme ez                     were vêde zû bilez
Mane bese me ew sal             tenê mame bê heval
Gava ez te dibînim                 di cavê te re dixwînim
Çîroka Mem û Zîn                    û helbestên Cegerxwîn
Dengê te çiqas xweþe              lê bextê me bi reþe
Tilî û zend û çav                      lêv tenikê bi lavelav
Piþtî Temo helbest got             gelek kenîn qîz û xort
Biro û Silo û Hustixwar           ew bi lez hatin xwar
Rabûn kirin selewat                 bidne Temo ev xelat
Li jora axur û xanî                   alek rengîn wan danî
Bankirin Ferso û Zêdan            tenbûrçiyan û stranvan
Temo rabû dûre got                   ne kirrî we ne firot
Fedî bikin hûn ji xwe                 ez, êm dikim kerê we
Çawa dike zirezir                       birçiye bavê hêstir
Ha wa li me dinerî                     xelat bidin vî kerî
Ez hewar dikim bi dil xelî         li serê we be, ev xwelî
Temoye dawî anî                       xwêdanê ew hilanî
Gelo hûn kîne ta                        bi xelkê vekin xelata
Ma xelata we çiye                     rûpelekî rengîniye
Belav bikin li welat                   qet min nave, ev xelat
……………………………………. 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark