Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ber bi pirojeya kurdistanî isteratîcîk de.. Xelek 31 .. Pirsa olî li Kurdistanê û heft rastî

 


Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer

Temenê tevlihevbûna ol û polîtîkê li Kurdistanê ne kêmtirî 25 sedsalan e, bi hemî girêkên xwe ve ji serdema kevin derbas ya naverast bû, û bi pirgirêkî gîha serdema nû, û di vê serdema me jî, li ser miletê Kurd û pirojeya wî ya rizgarî metirsîtir bû ye. Da em vê yekê numa bikin, hema bi kurtahî emê van heft rastiyên jêrîn benerin:

Rastiyên dîrokî:
Rastiya yekem: Nakokiya olan, di kûrahiyê de, nakokiya çandan û hizran û polîtîkan e. Nakokiya Ezdahiyê (Ezdaiyê, ola niştimanî ya Med/Kurd) û Zeredeştiya polîtîkî (Ola fermî ya dewletên Farisî) jî wûsa bû; Farisan, wek miletên beyabanî yên din, nikarîn ramaneke şaristanî pêşketî bafirînin, lê ji hêla talankirina çandên din ên pêşketîtir, û bi karanîna wan çandan ji bo berjewendiyên xwe yên berfirehî, jêhatî bûn, û dest dan ser Zeredeştiya, ku pareke çand û aferîna ramana Med bû, û ji bo pirojeya xwe ya împeretorî xebitandin, û va ye ji pênc sedsalan de heman lîstikê li gel îslama şîî dilîzin, û lîstika xwe ber bi qunaxeke çalaktir de birine.
Rastiya duwem: Tevî pirojeyên zorê û pişafitinê yên du rû û dirinde li hember Ezdahiyan, dewletên Farisan karîbûn tenê rêjeyeke kêm ji Kurdan bikin zeredeştî, ew jî bi piranî Kurdên bajaran û yên ku berjewendiyên xwe li gel dewleta Farisî girêdayî bûn. Lê piraniya Kurdan li ser ola Ezdahî (Eyzîdî, Mezdekî, Yarsanî/Kakayî, Alawî / Elewî) man. Bi rastî ev şaxên Ezdahiyê, wek her oleke din, pêrgî şimtandinê (jirêderketinê) û xurafetan hatin, lê ta radeyeke bilind xwe li hember tunekirinê pêçan û parastin, û zredeştiya polîtîkî nikanî ew bi tevayî daqirtanda.
 Rastiya sêyem: Ezdahî di serdemên îslamî de ji du waran de pêrgî nakokiyê hat:
*Nakokiya li dij zeredeştiya polîtîkî Farisî. Pirên entilcênsiya farisî ola îslamê wergirtin, û di ber re jî sitemkarî li Ezdahiyan kirin û ewna riswa kirin, evê yekê di hewaldanên, ku Kurd bi ser pêriyên xwedanenas û kolejinên du rû (munafiq) re, û di destana (şahname) ya Fîrdewsî de rû da, ku navê qeralê Med ê dawî parêzerê Ezdahiyê Ezdehak guhertin û kirin Ejdeha, her weha di hevkariya rêberên Farisan ên mezin li gel dewleta xîlafeta Ebbasî li dij şoreşên Xuramiyên Ezdahî di her du sedsalên îslamî koçî (2, 3) re jî rû da.
*Nakokiya dij îslama êdologî û polîtîkî. Tevî ku Ezdahiyan lêvegera olî û polîtîkî teva tune bû jî, lê li hember talana erebî rabûn, û Ereban ewana bi (muşrik) dinavandin(1).
Ji sala (137k /754z) de hinek rêberên Ezdahî niştimanî diyar bûn, û şoreşên, ku helwesta wan civakî netewî olî bû, bi rê ve birin, ewana bi şoreşan Xuramiyê (Xuramiye bi ser Xor/Hor = Roj ve), her weha bi (Muhemmere) jî tên navandin, ji ber ku nîşana wan sor bû (rengê êgir, li ba Kurdên Alawî/Elewî ma, Turkan ewana bi Qîzîlbash = Ser / kofiyên sor navandin). Şoreşa Babekê Xuramî mezintirîn, hêzdartirî û temendirêjtirîna wan şoreşan bû. ( Bab, Babek pieleyeke olî Ezdahî ye, heye ji peyva bav hatibe). Şoreşa Babek di salên (201-222 k / 816-837z) dom kir(2).
Rastiya çarem: Şaxên Ezdahiyê heya sedsala (12z) li ba Kurdan man, wê hîngê dewleta xîlafetê lawaz bûbû, û hin hukumetên kurdî otonomî diyar bûbûn, wek ( Ruwadî li Azerbeycanê û başûrê Qefqasê, û Berzêkanî li Hemedanê, Û Şiwankare li welatê Farisan, û Şeddadî li Ermenistanê û Erranê ya ku di navbera Azerbeycanê û Ermenistanê û Gorcistanê de parvekirî, û dewleta Dostikî li naverast û bakurê Kurdistanê). Di sedsala (5k/11z) de hevbendî di navbera dewleta xîlafeta Ebbasî û Turkên Silcûq de hat girêdan, pê re jî Silcûqan dan ser rojavayê Asiyayê, û dest danîn ser, û hukumetên Kurd gêr kirin, û ji her warên çandî û polîtîkî û aborî ve civaka kurdî jihev xistin, û bi bandora wê yekê rista olî jî hat jihevxistin, û rêjeya îslambûna Kurd bilind bû(3).
Rastiya pêncem: Şaxên Ezdahiyê bi dawiya sedsala (15z) re westiya bûn, û hino hino lawaz dibûn. Ev yeka bi bandora sitemkariya olî û guhertinên civakî û aborî bû, ew guhertinan ji ber pirhatina koçerên toranî bûn (Silcûqên Xuz/Xoz û Xuwarizm û Mangolan). Bi derdora dawiya sedsala (16z) re piraniya Kurdan bûn misilman, û şaxên Ezdahiyê (Eyzîdî, Yarsanî, Alawî/Elewî û Şebek) ji neçare hin zîmbolên îslamî wergirtin, û tev rista xwe ya olî kirin, da xwe ji pişaftinê biparêzin.
Wek nimûne, Mîkayîlê ferişt li ba Ezdahiyê bi navê (Şêx Ebû Bekir) hat navandin, û îmamî Elî kurê Ebî Talib, li ba (Elî îlahiyan) ênYarsaniyên Kurd û li ba Elewiyên Kurd bû kesayetiyeke rewa ye sereke, û pê re jî navên erebî, li ba bawermendên şaxên Ezdahiyê, şûna navên kurdî girtin, wek nimûne, (Adî); navê kurdî yê resen, ku navê xwedayekî koma xwedayî ya (Horî/Xorî) bû, bi awayê (Addaw) bû, Babiliyan û Aşoriyan bi awayê /Eded) û Aramiyan jî bi awayê /Heded) ji xwe re birin, û li ba Ezdahiyan jî bi awayê erebî (Edî) ma(4).
Hinek mîrên Ezdahiyan jî xwe bi ser malbata Umewî erebî ve kirin, û hinekên wan navê  (Muawiye) ji xwe re birin, û tevî ku hinek jêderên erbî diyar dikin, ku nexwaşiya pirikê kesek ji biniweciya Xalid Bin El-Welîd nehêşt jî, hinek mîrên Kurdên sunne (mîrên Cezîra Botan) xwe bi ser wî ve kirin. El-Nuweyrî dibêje: „Ne li rojhilat û ne jî li rojava, kesek ji kurên Xalid Bin El-Welîd nema….kî xwe bi ser wî ve dikê, derewan dike“(5).
Rastiya şeşem: Bi sedema talana Silcûqên Turk (ku bawermendên rêbaza şafîî sunnî bûn), û paşê jî bi bandora dewleta kurdî Eyyûbî (ku rêbaza wê jî heman rêbaz bû) piraniya Kurdên naverast û bakur bûn misilmanên şafîî, û bi sedema cînartiya Farisan, û paşê jî bi sedema sitemkariya Sefewiyan, pirên Yarsaniyên başûrê Kurdistanê rêbaza îslamî şîî wergirtin. Bi vî awayî, dabeşkirina olî di civaka kurdî de ne tenê xwe avêt ser Kurdên misilman û Kurdên  bawermendên şaxên Ezdahiyê, belê bi ser de jî dabeşkirin di navbera Kurdên sune û Kurdên şîe de jî diyar bû.
Rastiya heftem: Tiştê balkêş ew e, ku her du olên Xiristî û Îslamî xwe avêtin ser pirên olên kevin, û têkiliya gelek gelan li gel baweriyên wan yên niştimanî qut kirin. Naka ti têkiliya Misriyan, Fînîqiyan, Felestîniyan, Suryanên Aramî, Aşoriyan û Ermenan li gel baweriyên wan yên niştimanî kevin tune ye, lê di heman demê de jî, tevî pirojeyên sitemkariyê û pişaftinê yên dirinde, Ezdahî li ba Êzdiyan û Yarsaniyan û Alawiyan / Elewiyan, pêdar bû, û wek felsefe û nirx û destûr maye, her weha hinek hêmanên wê yên ayînî li ba Simaîliyan û Durziyan jî mane. Ev pêdarî pareke pêdariya miletê Kurd e li hember pirojeyên  kuştinê û pişaftinê û tevlixwekirinê. Hinek cînarên Kurd vê pêdariya hanê bi vê kurtegotina navdar diderbirînin (Hişekî Kurdî ye), mebesta wan jî rikdarî û serhişkî ye. Ew jî rikeke payebilind e, û serhişkiyeke gewre ye.
                                       Û çi dibe bila bibe, divê Kurdistan rizgar bibe.
                                     ******                ***              ******
Jêder û çavkanî:
(1)     Biner Ibin Xeldon: Tarîx Ibin Xeldon, 4/993.
(2)     Ebû Henîfe El-Dînewerî: El-Exbar El-Tîwal, rû 403. El-Teberî: Tarîx El-Teberî, 8/622. Ibin El-Esîr: El-Kamêl fî El-Tarîx, 5/560, 6/37.
(3)     Ebbas Îqbal: El-Wezaretu fî ehd (serdem) El-Selacîqetu, rû 29. Ehmed Kemal El-Dîn Hîlmî: El-Selacîqetu fî El-Tarîx we El-Hedaretî, rû 21, 25. Ebdil-Neîm Mihemed Hesenên: Selacîqtu Îran we El-Îraq, rû 16. Mehrdad R. Izady: The Kurds, p. 135. 144.
(4)     Jîrnot Wilhêlm: El-Horiyon, rû 100. Sebetîno Moskatî: El-Hadarat El-Samiywtu El-Qedîmetu, rû 183.
(5)     Lêdî Duror: Tawous Melek El-Yezîdiyetî, rû 68. Mihemed Ebdil-Hemîd El-Hemed: El-Diyanetu El-Yezîdiyetu beyne El-Îslam we El-Manewiyetî, ru 221. Şeref xan Bedlîsî: Şerefname, rû 245. Mihemed Emîn Zekî: Tarîx El-Duwel El-Kurdiyetî fî El-Ehd El-Îslamî, rû 363. 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark