Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ber bi pirojeya kurdistanî isteratîcîk de.. Xelek 29 .. Pirsa sinçî li kurdistanê

 


Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer

Nirxên sinçî pareke çanda miletan ne, tevdîran organîze dikin, aşîtiya civakî hindirîn, û hevbestina li hember metirsiyên derveyî bi wan pêk tê. Kesayetiya miletan, bi piranî, di sinçên wan de xuya dibe. Eger tu dixwazî miletekî binasî, li nirxên wî biner, gelo ew nirxan yên mirovbendiyê ne, yan ên dagerînê ne, Ên azadiyê ne, yan ên koletiyê ne? Ên serbilindiyê ne, yan ên sernizmiyê ne? Ên cangoriyê ne, yan ên radestiyê ne? Ên resen in, yan ên pişaftî ne, ew nirxan ronahiyê û mirovaniyê, yan tariyê û dirindiyê gumreh dikin?

Miletê, ku di dîrokê de herî revok, ew e yê ku sinçên dagerînê li ser wî serdest in, û nirxên wî jihevketî ne, nirxên wî yên payebilind hatin kavilkirin, û kesên resen di nav de kêm bûne, û yên riswa û erzan pir bûne, pê re jî bûye miletekî riswa û pişaftî û revok, bûye miletê çeteyan û berdestan û koleyan.
Em hebin, an nebin: Li dirêjiya 25 sedsalan, dagîrkeran miletê me xistin ber qerêjtirîn pirojeyên nezankirinê û xizankirinê û tirsandinê, û havîbûna ji nasnameya netewî, ewan pirojeyan têra wê yekê dikirin, ku me bikin gelê herî dagerî, lê sê hêmanan em parastin, û sermiyanekî sinçî yî payebilind dan me, ew jî evên jêr in:
*Êkologiya kurdistanî, ku em tekane û wêrek û aram û xwebawer kirin.
*anda kurdistanî, ku hêla mirovbendiyê û mêldariya mirovatiyê diçespîne.
*Gewreyên Kurdistanê, ewên ku di dirêjiya dîroka me de parêzkerên nirxên gewre bûn.
Tevî vê jî, polîtîkên zordestiyê û helandinê, û nebûna dewletê û lêvegera niştimanî nirxên bazdanê û koletiyê di civaka me de peyda kirin; wek xweheziyê û dijmantiya hindirîn (navxweyî) û xwe kêm dîtina li hember dagîrkeran, hezkirina berdestiya wan û reva ji berpirsiyariya niştimanî û ji mêldariya netewî jî hin caran, û xiniziyê. Ev nirxên bazdanê û koletiyê berztirîn sedemên têkçûna şoreşên me bûn. Eger em dîroka xwe ji 2 sedsalan de vekolin, emê bibînin, ku xwehez û revok û xiniz  ji têkoşerên payebilind û wêrekên dilsoj pirtir bûn.
Rêjeya xweheziyê, bi bandora çanda gulobal, di civaka me de pirtir bûye, ta ku li ba hinekan gîhaye pileya riswabûnê, û rêjeyên kêmnirxiyê û cefakêşiya ji bo xwazîheziyê, û  reva ji berpirsiyariya niştimanî jî pirtir bûne.
Di van rojên dijwar, ku miletê me tê re derbas dibe de, di vê dema ku tundrew û terrorist Başûr û Rojavayê Kurdistanê talan dikin, gelê me li Şengalê û Kobanê şerpeze dikin, û jinên Kurd li Şengalê dîl digrin, û gundên Kurd li herêma Babê û Ezazê* dagîr dikin, gelo em çi dibînin?
Meteloka îngilîzî dibêje: “Galgal pir e, hirîristin hindik e”(1). Pergala me jî wusa ye, gotin li ser Kurdistanê pir in, lê ka realîte çî ye? Hin xortên me ji welêt baz didin, li çareseriya kesayetî digerin,welêt ji talankeran re dihêlin, û hinek kesên din bi xwaziyên erzan û donkêşotiya xwe ve mijûl dibin, û hewesa hinekan  ew e, ku nakokiyên kurdî gumreh bikin, û hinekên din, bê ku xemxwarên  rondikên mendal û jin û kalemêrên şerpeze bûne bin, diravan bi milyonan didin ser hev, û hinek erk û armancên partiyane didin pêş yên kurdistanî, û hinekên din jî didin pey qezencên bazarên polîtîkî yên dagîrkeran.
Gelo, bi van nirxan gel rizgar dibin? Welat bi van nirxan ji dest dagîrkerên du rû û dirinde tên rizagr kirin? Emê bi vê hesta niştimanî li hember talankerên tarîkar bi serkefin? Emê bi vî giyanê netewî mendal û jin û kalemêrên xwe ji şerpeziyê biparêzin? Emê  van helwestan bi cefayên cangorî û gewreyên xwe re beramber bikin? Emê bi van nirxan şûna xwe ya peyabilind di bin tava dîrokê de ji nû ve werbigirin?
Em miletekî kolonkirî û welatekî dagîrkirî ne, doza me ya herî bingehîn ew e, ku (em hebin, an nebin), em azad bin, an kole bin, ev e rastiya ku divê em yekcar ji bîra nekin, xwazî dagîrkerên welatê me, ji hêla resenî û nirxan de, ji me pêşketîtir banan, ewana ji tevayê mirovatiyê paşvemayî û dagerî û du rûtî û dirindetir in. Va ye em dibînin, ku nirxên wan ên paşve mane cîhanê gemar dikin, û ber bi cengên kavilkarî de dikşînin, û gefan didin duhatowa şaristaniyê. Ma ne kêmasiye, ku em ji wan re koleyên her hey bin? Ma serdestiya wan li ser me ji bo mirovatiya me ne dagerîn û kêmasî ye?
espandina nirxên gewre: Ez têdigihînim, ku her kesekî maf he ye, bi azadî awayê jiyana xwe hilbijêre, eger me dewleta niştimanî xwedî sazûmanên netewî  hebûya, ku her kesekî biparêze, pê re wê gengaze ba, ku her kesekî me ji bo xwaziyên xwe bixebite, û li gor awayê, ku dixwaze jî bijî, lê belê nîrên me awarte ne, û nîrên awarte nirx û helwest û tevdîrên awarte divên, û hûrnêrîna sinçên me, û gewdekirina nirxên gewre di jiyana me de, pêwîst dibînin. Bê nirxên gewre em di cenga rizgarkirina welêlt û bervedêriya   mirovatiya xwe de bi ser nakevin. Berztirîn nirxên gewre, ku em di vê qunaxê de hewcedarên wan in, evên jêr in:
1.Hevgirtin: Îro em ji warên hestan, nêrînan, helwestan lêvegerê û rêvebiriyê de, hewcedartirên hevgirtinê ne, îro ne dema nakokiyên rewşenbîr û partiyan e, ne dema nakokiyên ayînî di navbera Sunne û Şîiyan û kakaiyan û Elewiyan û Xiristiyan û Cuhûyan de ye, tenê dem dema em Kurd û kurdistanî ne ye.
2.Hevkarî: Em li kû derê bin jî, ji bilî hevkariyê bijareyeke din li pêş me nîne, divê em wek yekgewde tev bigerin. Miletê ku dewlemendên wî bi azarên xizanên wî, têrzik bi êşên birçiyan, xwaştendurist bi êşên nexwaşan, niştecî bî êşên mişextiyan, rûniştiyên malên xwe bi êşên şervanan ne hestewar in, ew milet di cenga rizgariyê de bi ser nakeve, û dê di destên dagîrkeran de kêmnirxê her hey bimîne.
3.Jiyana sad e: Gelek nimûne di dîrokê de he ne, ku gelên jiyana wan sade ye. (kêm xerckirina diravan) û li hember dijwariyên jiyanê aramtir in, li hember gelên xweşhal û xwazîhez bi ser ketine. Cenga me li dij dagîrkeran dijwar û dirêj e, ew bi qasî dema nifşekî, diva dibîne, ku em hinekê dest ji xweşhaliyê berdin, û xwe ji bo dijwariyên jiyanê amade bikin, û hînî pejirandina tengasiyan bibin, nemazê li asta entlcênsiyayê wek ku ew pêşrew e.
4.Dilsojî: Mêldariya bi ser milet de ne tenê silogan û gotin û gotar û helbest e, pêşî ew dilsojiya kar e. destkeftiyên netewî, ku li kû derê be jî, tu pêk tînî, nîşanên rastiya mêldariya te ya kurdistanî, û dilsojiya te ji bo miletê te ne.
5.Wêrekî: Kesên newêrk ne dikarin rûmetan biparêzin, û ne jî dikarin welatan rizgar bikin. Tenê kesên wêrek lehengên rasteqîn in, ewana li hember çanda bazdanê radibin, û tariyên dagîrkeriyê jihev dixin, û duhatowa ronak çê dikin. Em pir hewceda in, ku li hember dagîrkeran wêrek bin.
6.Cangorî: Ne ji cangoriyên me (pakrewan) ba, emê ji sedsalan de miletekî pişaftî bana, ewan gewreyan, da ku ji bo miletê me bervedêr bin, dest ji mafê xwe yê jiyan kişandin, û hîna jî bi evîndariya bê hempa di wê riyê de ne, ewana mamosteyên me yên gewre ne, di hundirê tariyê de tavên me yên ronahî ne, hêja ye, ku em ji wan hîn bibin, û bidin ser riya wan.
7.Mirovbendî: Mirovbendî, di çanda me ya netewî de, hêmanê herî bingehîn e, bilindiya giyanî felsefeya ayîna (ezdahî) me ya niştimanî ye, her weha mirovbendî li ba ayîna zeredeştî (keça ezdahiyê ye) jî şûna herî bilind distîne, pê re jî pêwîst e, ku em di jiyana û têkiliyên xwe de, li gel dijminan be jî, şûna herî bilind ji bo mirovbendiyê biterxînin, û ber bi dagerîna, ku tarîkes xwe pê serbilind dibînin, netên kişandin.
Gewdekirina van nirxên gewre di jiyan me de, û belavkirin û bicîkirina wan di civaka me de ji bo serkeftina cenga rizgariyê gelekî giring e, pêşî jî ev yeka erka rewşenbîr û siyasetmedar û medyakaran e, pêwîst e, ku her yek ji me, ji bo vê erkê pêşrew be, an jî hewl bide, ku bibe pêşrew. Pendiyarê în, Zhuang Zî gotiye: „Kesê, ku bi sinçên xwe bandorê li kesên din bike, pendiyar e“(3).
Gautama Buddha jî gotiye: „Tu dikarî çarenûsa xwe ta asta xwedayan hildî, an tewir ber bi jêr da dagerînî. Kesê ber bi jor de hildikşe, dikare dagere jî, û kesê ber bi jêr de dadigere, dikare hilkişe jî. Wêrekî û xwebawerî bivê nevê ne“(4).
                        Û çi dibe bila bibe, divê Kurdistan rizgar bibe. 
Jêder û çavkanî:
(1)     Mîşêl Murad: Rewaêi El-Emsal El-Alemiyye, rû 101.
(2)     Zendavista Nisos Pehlewiyye; Dadistan we mînog we Xerad, rû 834, 835, 836.
(3)     Tisay Şî în; Zhuang Zî, rû 181.
(4)     Jêdera navborî, rû  

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark