Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Feqî yê Tîran.. jiyan û helbest û helbestvanî.. Xelek 12.. Mirin 2/2

 


Heyder Omer

Belê...rev ji mirinê nîne, û ti hêz jî nikane li hember mirinê berxwe bide, Gava mirin tê, hemî tacan û destlatan gêr dike. Feqî yê Tîran vê rastiyê diderbirîne:
Hezar siwalî dinê siwar bî.
Mîrê şerq û Şam bî.
Kasa mirinê tuyabî
[1].
 
Boûnên Feqî yê Tîran, di tenga mirinê re, di helbestên wî de, wusa sade û numa ne; siwarî û wêrekî û hêz û destlat, li hember mirinê, bê sûde ne. Feqî bi vî awayî bêarebûna mirov, li hember mirinê diderbirîne, û pirê caran vê raman a xwe di helbestên xwe de, dubare dike:


Hezar siwalî dinê patşiha bî.
 Xweyê gurz û kemenda bî.
Rokê tê ber fena mirinê bî.
Hezar siwalî dinê sax bî.
Bi zêr û dirava xinê bî,
Tê rokê mêvanê axê bî[2].
Wêneyekî gelek sade û dupat e, bi vî awayê sade û numa, gewrebûna mirinê diderbirîne. Ji hêlekê de mirinê, û ji hêla din de, hêzê û destlatê (gurz û kemend û dirav), û demê (hezar siwalî) dide hember hev, û li dawî jî mirin bi ser dikeve. Ev boûneke heyînî ye, û bi vî awa  yê yekser dide xuyakirin, ku helbestvan nikare mirinê ji bîra bike.
Dubarekirina raman a mirinê, ne tenê bivênevê ya wê, û jihêzketina mirov li hemberê dupat dike, belê bi ser de jî dide xuyakirin, ku ewî dijberiya ku mirin di xwe de dicivîne, nas kirî; ew dizane ku mirin dawî ya her kesî ye, lê nizane kînga ew dawî dê were, loma jî gotina (rojekê), dubare dike.
Mirin rastiyeke bê guman e, nimûneyên jorîn vê rastiyê ji gumanê bi dûr de dibin. Her weha gotina (tê rokê mêvanê axê bî) nîşana gorê ye, ku ew jî rastiyek e, lê dê di duhatuwê de pêk bê. Vê lomê bang hemî kesan dike, da vê arenûsa bê guman ji bîra nekin, da beriya ku bê, xwe jê re amade bikin:
Qenc e mirinê nekin bîr.
Kanê Xelqê alim û jîr?!
Ew jî ber mirinê dibin esîr[3].
Mirin, di nav bibîrhanîna kesên mirin e re, rastiya ku her tim li pêş avê wî ye. Bi vî awayî, bi ser ku mirin rastiyeke her he ye, ew karîna duhatuwê ye jî. Helbestvan vê ramanê bi wêneyê mîrê sitemkar, ku bivê nevê dê bimire, diderbirîne:
Wê wêran bin dengên xedar.
Wê tune bin mîrên zihar[4].
Rastiya mirinê û bivênevê ya wê didin pey helbestvanê me, wek awa nimûne yên derbas bûne dupat dikin, her weha dubarekirina peyva (mirin) û peyvên li gel wate ya wê hevbest in,  jî vê yekê diespîne[5]. Bi ser de jî kurtehelbestek wî, sernavê wê (Feqî û goristan)e[6] û du kurtehelbest, ku sernavên wan (mirin)e[7] he ne. Her weha di helbesta (Dilo rabe)[8] de navên pêximber û zana û fîlozovên, ku mirin e, dubare dike, û her car jî lêkera (neman) bi ser wan navan ve dike.
Rastî ew e, ku mirov ne hewcedarê gotin û bihîstina peyva (mirin)e da pê hestedar be, ango ew ne hewcedar ê forma dawî, ya ku mirin distîne, ye da zanibe ku mirin he ye, belê tenê ew dikare derdor a xwe bimeyzîne, da bibîne bê ka mirinê iqas xizm û yar û dost birine, ango mirov mirina xwe bi ya kesên din re dibîne.
Xuya ye, ku diyarde ya mirinê tenê bi mirina kesên din re tê dîtin û naskirin. Fîlozovê elman Şîller (1759-1805) dibêje: “Xelk berketiyên kesên mirî ne, ji ber ku mirin a xwe di mirin a wan de dibînin”. Mirin ne karek e, ku mirov bike, û paşê jî encamên wî karî bimeyzîne, belê ew kireke veger jê tune ye, ew mirov ji dinyayê û jiyanê qut dike:
Miriyên goristanan venager in[9].
Bi vî awayî têkûna mirov li hember mirinê sayî xuya dibe, mirin her tim li hember wî bi vî awayê sawdar xuya dibe, helbestvanê me hewl dide da giraniya vê tirsê sivik bike, vê lomê jî navên pêximber û zana û fîlozofên, ku mirine, û nikarîn li hember mirinê tiştekî bikin, li qelem dide, û ji ber ku dizane wê bimire, û nikane ji mirinê bireve, dixwaze giraniya vê yekê li ser xwe sivik bike, lewre jî diyar dike, ku mirin diyardeyeke gelemper e, û arenûsa hemî kesa ye, pêzanîna vê xalê giraniya mirinê li ser mirov hinekê sivik dike, û wî hinekê bêhnfireh dike:
Şîn û girî bê feyde ye.
Alîkî dinê şîn, yek şayî ye[10].
Pê re jî bi rewşa dinyayê re mijûl dibe, û dibîne ku:
Dinya xan e, xan bi tijî.
Bende bezirgan e, tê da tijî.
Hinek mir in, hinek dinjîn[11].
iqasî temenê mirov dirêj be jî, dê rojekê bimire (tê rokê mêvanê axê bî), herheyîn li vê dinyayê nîne, ev dinya xanek e, mirov demekê lê dimîne, û paşê jî dihere:
Eva diniya xan-man e.
Bende tê da bîye mêvan e[12].
Ji ber ku mirov mêvan e, dê bie jî, lê ûyîna vê carê mirin û bê veger e, ew die pêşberî Xweda:
Kanê Îsa; Îsa yê qedîm?
Kanê Mûsa; Mûsa yê kelîm?
Ew jî ûn huzûra mal rehîm[13].
Ev yeka dide xuykirin, ku helbestvanê me bi hebûna jiyan û dinyayeke din bawer e; eger mirov dê (rokê mêvanê axê)be, û ev dinya jî (xan) be, teqez ev mêvan her tim di vê xanê de namîne, û eger mirin jî (ûyîna huzûra mal rehîm) be, mirin jî dibe veguhestina bo dinya û jiyaneke din, mirov tê de bi Xweda yê xwe re rû bi rû dibe, divê mirov xwe ji bo vê yekê amade bike, vê lomê jî helbestvanê me Şêxê Senn, bi wî awayî bi me dide naskirin:
Dûr bû ji ev dinya fanî.
Pir digrî, kêm dikenî.
Kul bû ji ber secdê enî.
Di karê zewada axretê[14].
Dêmek helbestvanê me li hember hukariya ramana mirinê, bi vejîn û jiyaneke din bawer dike, ev jiyana din yekeke her he ye, tê de perû (xelatkirin) û ceza he ne, divê mirov li vê (dinya fanî) xwe ji vê yekê re amade bike.
Lê tevî vê hukariya giran, ku mirinê avêtiye ser Feqî yê Tîran jî, ew ji dinyayê sar nebûbû, belê bi germî tev li jiyanê dibû, ji ber ku eger mirin dikare mirov ji vê jiyanê û ji dinyayê bibirre, lê nikare dest bide ser navdengî û xebat û berhemên wî, evana di pey mirinê re, di bîriya mirov û mirovatiyê de her zindî dimînin:
Navê qencî, pey mirinê.
Wê heta heta bê gotinê.
Dîsa saxî li rû dinê[15].
Ev yeka wateya herhebûna civakî hildigire. Belê...herhebûna civakî ye, ku di bîriya nifşên duhatuwê de tê tomarkirin. Ew bi wê yekê bawer e, ku mirov, bi kar û cefa û berhema xwe, di bîriya nifşan de zindî dimîne. Bîriya kurdî ya gelêr berê jî ev yeka bi gelek metelok û pendan, derbiriye, wek vê penda ku dibêje: “Mirov die, nav dimîne”. Evê herhebûna civakî, bala gelek felsefeyan kişand, û li ba wan deng veda, nemaze jî li ba felsefeya markîsîzmê.
Mirin wek zîmboleke hunerî helbestî, li ba Feqî yê Tîran dibe alaveke xebata civakî. Ew mirinê wek qedera rev jê nabe dide rûyê mîrên sitemkar, ta ku mirov dişê weha bie, ku Feqî hin caran li hember wan sitemkaran hêzê ji mirinê werdigire, û wan bi mirinê re rû bi rû dike:
Wê wêran bin dengên xedar.
Wê tune bin mîrê zihar[16].
Ew her du peyvên (wêran bin) û (tune bin), ku ji hêla wateyê de ji peyva (mirin) vê nêzîk in, dixebitîne,  û beriya wan jî alava duhatuwê (wê) dixebitîne, da baweriya xwe bi hatina duhatuwa ronak û bê sitema û sitemkaran biderbirîne.
Tevî ku ev helwesteke êdyal e, û nema di vê serdema me de tê pejirandin jî, lê li gor nîr û pergala serdema wî, ku fewdalên zorkar û berdestekên dewleta osmanî ya sitemkar hukumdar bûn, ev helwesteke wêrek tê nirxandin, ku dikarîbû biba sedema kuştina xwediyê xwe, ji ber ku ev helwest civakê dihurhutîne û giyanê berxwedanê bi derûnan de ber dide. Pê re ev awayê xwebata helbestvanê me şekestin û gêrbûna sitemkaran diderbirîne.
Li vê dawiyê em dikarin bibêjin, ku Feqî yê Tîran baş di xwerista mirinê û taybetiya wê ya gewherî gihêştibû, ew jî taybetiyeke kesîtî ye, ev yeka jî bilindiya ageha kesayetî û xweyîtî  li ba wî dide xuyakirin, ji ber ku li gor fîlozofê Misirê bdilrehman Bedewî, mirov di riya ageha kesayetî ya hêzdar û bilind re dikare di taybetiya gewherê mirinê bigihêne, imkê her ku ageha kesayetiyê li ba mirov hêzdar û kûr be, ewqas  jî dikare di xweristî û taybetiya mirinê bigihêne, pê re jî mirin li ba wî dibe aloziya heyînî, “kêlîka ku mirin tê de li ba mirov dibe alozî, ew kêlîka ye, ya ku dide xuyakirin, ku ageha kesayetî li ba wî bi hêz bû ye, û pê re jî bi gavên lezok ber bi şaristaniyê de die. Vê lomê em dibînin, ku pêhatina şaristaniyeke nû bi ponijiya li gel mirinê re têkldar e, imkê tiştê li gor giyanê tekekesan rast e, rastiya xwe dikşêne ser şaristaniyan jî [17]. Ev yeka dide xuyakirin, ku Feqî yê Tîran derbirîna şaristaniyeke kurdî nû ye, rengdêrên wê di kelepûra gelêrî kurdî jî de diyar in.

[1] Tembûr, rû 42.
[2] Heman jêder û heman rûpel.

[3] Tenbûr, rû 1.
[4] Heman jêder, rû 21.
[5]Ev peyv di (Tembûr)de ji (80)carî bêtir, û di beşê yekem ê  (dîwan) de (5) caran, û di helbestên wî yên di pirtûna (zargotina Kurda) beşê 2ê de (35) caran dubare bû ye.
[6] Zargotina Kurda, bêşê2ê, rû 60,61.
[7] Tembûr, rû 1 û 20.
[8]Dîwan, beşê 1ê, rû 107-135.
[9] Tembûr, rû 30
[10] Heman jêder, rû 4.
[11]Heman jêder, rû 8.
[12] Zargotina Kurda, bêş 2, rû 80.
[13] Tembûr, rû 1.
[14] Şêx Senn, rû 55. Birînên li ser eniyê ne, nîsan pirnimêjê ne.
[15] Zargotina Kurda, bêş 2, rû 54.
[16] Tembûr, rû 21.
[17] bdilrehman bedewî, Mirin û zîrekî, rû 5.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark