lerza nehînî di valahiyê de lerizand darjîna min îro siya reþkorî
dirêjî wêrekiya dil bû tofana erdhejî bedena min hejand di asîmanê dengan de tefî þadronî têhna dil sar dikin hêstirên Malsa di çavan de girî roj çepera paristinê hildiweþînî melûlî çiyayê min piþta xwe didayê herifî þirîkê pêsîrên dayê Elî rabe bikene ken li te tê þêrîno awirên feriþtê giyangir di awirên te de nîgarên reþspî hizirên tarî nîþanî stêrika min kirin cîhan di mêjî de wêran kir hêrsê xwe di hêrsa min de jibîr kir di çavên min de fûrî xweþkenê te bi lerzdengê Hogir min bêhna kujerê xwe hîs kir rengê sibehan û dinya di hiþê min de kor kir rabe bikene ken li te tê þêrîno çirûskên mirî li hatina min nebarîn e biçûkê xwîþk û biran ramanên baskþikestî Mîran dibînin rabe careke din di temenê Mîran de min sêwî neke firmêsk diherikin þûnpiyên te min neke sêwiyê li kolanan bi cih hiþtî ewrên hêvîbir bigire nehêle bibihûrin neke lorî dergûþa te di dilê min de bihejînin dergûþa aramgeha dawî neke herþev fanosên di destên stêran de bitefînim çira beyanê pêxim bi çûkan strana sibê bidime xwendin þevê bifirînim rojê bînim awir li kenê te digerin rabe bikene ken li te tê þêrîno di destpêka vê Newrozê de di çavên te de melavan im hêstir di dorê de dilerizin bextê bêbextiyê li xerîbistana xopan dîl hatime girtin volkanê nivistî kela nava min e di devê min de lal in peyv koçberiya xewa dawî gulnewroz kizirand baskên bîranînan qûsand bîranînên bi qasî çûkan zindî bi qasî evîna min veþartî bi qasî dilfirtona min a payîzî rabe fersendeke din bide min de tiþtên qederê cara pêþî nedayî vê carê jê bistînim û bidime te rabe bikene ken li te tê þêrîno 03.03.2015