Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Çend gotin di 13 saliya koçkirina Seydayê Tîrêj de (1923 – 2002)

 


Konê Reþ

Wek ku diyare, tev þîn û þadiyên kurdan di meha adarê de ne, ta bi koçkirina seydayê Tîrêj jî, di 23 ê vê meha Adar de bû. Ango ev 13 sal in ku seydayê Tîrêj ji nav me barkiriye. Bi vê helkeftinê kêfxweþ dibim ku xwendevanan serwextî bandora seydayê Tîrêj di nav kurdên Binxetê de bikim.
    Seydayê Tîrêj helbestvanekî Kurd e ji nifþê Kevin, ew nifþê ku ji destpêkê de pîþ bi nivîsandina Kurdî Latînî kiriye. Roja îro piraniya wî nifþî koçkirine wek: Mîr Celadet Bedirxan, Dr Kamîran Bedirxan, Qedrî Can, Reþîdê Kurd, Osman Sebrî, Cegerxwîn, M.Ehmed Botî, Melle Ebdulhadî, Melle Ehmedê Namî…



   Seydayê Tîrêj jî, heval û hogirê van kesan bû û bi wan re ketiye kar û bare xebat û berxwedanê de, di meydana ziman, tore û rewþenbîrîya Kurdî de xebitîye; bi teybetî nivîsandina bi zimanê Kurdî, û ji wî heyamê dûr ve berhemên xwe di kovarên Bedirxaniyan de belavkirine, ew kovar û rojnameyên ku di navbera salên(1932-1946) an de li Þamê û Bêrûtê çap û belav dibûn, wek Hawar û Ronahî li Þamê, di bin berpirsyariya Mîr Celadet Bedirxan de, (Roja Nû û Sitêr) li Bêrûtê di bin pirsyariya Dr.Kamîran Bedirxan de.
   Ango: ji wê hinge ve dan û sitandin û têkiliyên Seydayê Tîrêj bi rewþenbîr, welatparêz û kultura gelê Kurd ve heye û di nav refên rewþenbîrên Kurdan de xebat û bizav kiriye..Hêjayî gotinê ye ku Seydayê Tîrêj di sala 1942 endamek bû ji endamên partiya (Xoybûnê) li bajarê Amûdê.
   Wiha ji hinge de ta roja îro pênûsa Tîrêj nerawestiyaye û her û her wê pênûsê, kul, xem û janên gelê Kurd bi dewêta reþ û þîn nivîsandîye.
Hem jî pesnê gelê Kurd, þoreþa Barzanî. Newroz û sersala Kurdan, çiya û newalên Kurdistanê daye.
   Ji roja ku seydayê Tîrêj, bîrewer bûye, di rewþa gelê xwe de ponijîye û xemên gelê Kurd xwarine.
Em serwxtî navê Seydayê Tîrêj û helbestên wî bûn. Û wiha ta ku dîwana wî (Xelat) di sala 1984 an de çap û belav bû û di peyre Zozan û Cûdî.. Hem jî em bi dengê Saîd Gabarî û vê helbesta seydayê Tîrêj, eva ku cihê xwe di dilê guhdaran de bi xurtî hiþtiye û bandora wê di civata kurdî de heye:
Ey bilbilê dilþadî wer bes bike fîxan
Derdê me girane bira, birîna me kure..
   Wiha piþtî ku helbestên SeydayêTîrêj bi dengê Mihemed Þêxo, Saîd Gabarî û gelek dengbêjên kurdan yên din hatin gotin, ew kesên kurd yên ku evîndarên peyva kurdî a resen bûn, dane ser þopa seydayê Tîrêj û xwestin ku ew jî mîna wî û seydayê Cegerxwîn, Yûsif Berazî, Umerê Lalê bibin helbesvan..û wiha di vê navê de bandora helbestên Tîrêj bez û eþkere bû..
   Di berzbûna navê seydayê Tîrêj de û navên mîna wî yên li jor me gotin, û bi çapkirina dîwanên wan re, evîndarên zimanê kurdî û hezkerên hunandina peyva kurdî peyda bûn û bi belavbûna zimanê kurdî û toreyê re gelekan dane ser þopa seydayê Tîrêj û Cegerxwîn..Ta ku vê paþiyê, nifþekî nû bi rengekî nûjen berhemên xwe yên helbestî hunandin..
Bi vê helkeftina 13 salan ji koçkirina Seydayê Tîrêj, em bihuþta rengîn wek mal jêre dixwazin.
 
Konê Reþ, Qamiþlo, 23.03.2015

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark