Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: 8ź Adarź ū Rewžen Xanim Bedirxan wek Sembola Jina Kurd a Tźkožer 1909 – 1992

 


Konê Rež

   Xweyîngino! Ez careke din dibêjim me jinên Kurdên îro, yên ko nifžê miletê me yê ayindê li ber destê xwe bixwedî dikin, me dû wezîfeyên giran hene: hînbûn û hînkirin. Ji lewra ji me re divêt berî pêžîn em bibin žagirit û di pey re mamoste: mamosteyê zarokên xwe.. (Rewžen xanim Bedirxan / Hawar No: 27 / 1941)
   Bi vê helkeftinê (8 Adarê), bi min xwež e ku hinekî ronahiyê berdim dor navê Rewžen xanim Bedirxan, wek jinek kurd ku xebat û bizav di ber rewženbîriya Kurdî de kiriye û navê wê di huž û bîra kurdan hatiye tomar kirin. Belê berî ku ez derbasî mijara xwe bibin, pêdivîye ku ez bi rengekî panoramî û bi kurtî rewža jina Kurd di çerxê 20 an de, di ber çavan re derbas kim.



   Di destpêka çerxê 20 an de, navê hin jinên kurd di nav tevger û civata kurdî de hatine diyar kirin, ewên ku li kêleka mêrê kurd sekinîne û pêre beždarî di bûyerên Kurdisanî de kirine  Çi di warê têkožîn û berxwedanê de û çi di warê rewženbîrî û civakî de.
Di sala 1908 an de, pižtî mirina Îbrahîm Pažayê Milî, jina wî (Xensa Paža), žûna wî girtiye û bi kar û barê hoza Milan ve rabûye. Di sala 1920 an de, keç û jinên Bedirxaniyan komelek bi navê jinan li Stenbolê, ji bo mafê xwe yê windayî ava kirine.. Di nîvê çerxê 20 an yê pêžîn de (Hefse Xanim Neqîb), nav û dengekî bilind di Kurdisanê de daye û hatiye naskirin wek pêžewaya Silêmaniyê; hem bi çalakiyên xwe di ber jina kurd de û hem bi bervedêriya xwe di ber mafê gelê kurd de. Mala vê žêrejina kurd li Silêmaniyê wek dibistanekê bû ji jinên kurdan re û çendî car vê jina kurd hawar û gaziya kurdan gîhandiye Ewrûpa û ew bû ya ku komara demokrat li Mehabad pîroz kir..
   Di salên 1927-1930 î de jî navê Yažar xanim, kebaniya qehremanê kurd Îhsan Nûrî Paža di nav gel de bi mêranî hatiye belav kirin û bi saya wê gelek jinên hoza Celaliyan beždarî žerê Romê bûne... Di sala 1946 an de, Mîna Xanim Qazî, kebaniya Pêžewa Qazî Mihemed roleke berz di žiyarbûna jinên Mehabadê de lîstiye, hem jî qencî jêreye ku wê bingehê yekîtiya afretên komara Mehabadê danî ye.
   Li gor xwendin, xepartin û serwextiya min ji civata kurdî re û ji gelek rexan ve, mêze dikim ku jina kurd li gel mêrê kurd rolek berçav lîstiye. Belê ji ber gelek sedeman ve, navê wê di tariyê de maye, hêj ew ronahiya pêdivî nehatiye berdan ser kar û xebatên wê..
   Sebaretî Rewžen xanim Bedirxan, wek rewženbîrek Kurd a jin; rolek berz di žiyarbûn û tevdana hestê netewî de lîstiye, nemaze di warê rewženbîrî de. Ew yekemîn jina kurd e ku bi elfabeya Kurdî latînî nivîsandiye û di vî warî de alîkarî bi kurmamê xwe mîr Celadet Bedirxan re kiriye.. Nexasim di derhênan û wežandina herdu kovarên wê de; Hawar û Ronahî.. Hem jî bi navtêdan û dehifdana wê û Mîr Celadet nivîskarên wek Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can hatine holê. Pižtî koçkirina mîr Celadet di roja 15.07.1951ê de, Rewžen Xanim di sala 1955 an de komelak bi navê (Komela Vejandina Çanda Kurdî), li Žamî damezirandiye, di gel Dr. Nûreddîn Zaza, Osman Sebrî, Hemîdê Derwêž.. û ji wê hingê ve, bi rengekî aktîv bi karê rewženbîrî rabûye.
   Rewžen xanim Bedirxan kî ye? Neviya mîrê Cizîra Botan e, dotmama û kebaniya pispor û zimanzanê bejin bilind mîr Celadet Bedirxan e. Ji Bedirxaniyên pir belav di çar kenarên cîhanê de, ew mabû ku, pêmayê Bedirxaniyan ji, dîroka Cizîra Botan, mîrgeha mîr Bedirxan, serboriya mîr Celadet û Dr. Kamîran li ser refikên pirtûkxaneya hiž û xeyalê xwe de diparast û di mala xwe de bi zimanê kurdî bi keça xwe Sînem xan û kurê xwe Cemžîd re diaxifî.
   Li gor her 83 salên ku di sere derbas bibûn, danûstandin wê bi welatparêzên kurdan re hebû û tev jêre bibûn pend, zanîn, kurdzanîn û zanîndan.. Ta berî ku koça dawî bike, Rewžen Bedirxan a tekane bû di nav Bedirxaniyan de ku navê Bedirxaniyan diparast. Wê jî mîna herdû pismamên xwe Mîr Celadet û Dr. Kamîran Bedirxan ew žop dimežand..
Konê Rež, Qamižlo, 08.03.2015

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark