Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rūpelekī windayī; Hecī Ībrahīmź Qaso serokź ežīra Būbilana ū beždariya wī di biryara Komeleya Xoybūnź de

 


Konê Rež

Vê pažiyê ji encamên pirsyan û xepartina min li dor êl, ežîr û malbatên kurdî, ez rastî vê xeleka windayî a beždarbûna ežîra Bûbilana di alîkariya žoreža Agirî de hatim.
Wek ku diyare di sala 1930î de, pižtî ku êrîžên tirkan bi girsbûn û hovane dora çiyayê Agirî girtin û zor li žervanên azadiya kurdan bi serokatiya ceneral Ihsan Nûrî Paža û hevalên wî hat kirin, hingî serokatiya komeleya Xoybûnê ji kurdên bažûrî Kurdistana bakur û Binxetê xwest ku, her ežîrek ji rex xwe ve, eniyek žer dijî artêža tirkan vekin û her yek ji hindama xwe ve êrîžî tirkan bikin. Hem ku xaka xwe rizgar bikin û hem da ku akam û bandora artêža tirkan ji ser žervanên Agirî sivik bibe..

Wiha çend eniyên žer ji rex kurdan ve, li seranserî sînorê sûriyê û tirkiyê hatin pêk anîn; yek ji wan eniyan, li herêma navberî Amûdê û Qamižlo bû, bi serokatiya axayê ežîra Bûbilana Hecî Îbrahîmê Qaso (1886-1976), û alîkariya axayê Darê Eliyê Ehmedê Çelebî û axayê Ewêna Hecî Ehmed axayê Ewênî bû.
Žerê ežîra Bûbilana bi tirkan re, çend rojan dirêj kir. di wan çend rojan de, çar-pênc neferên tirkan kužtin, çendek hatin dîl kirin û qereqola gundê Serçixanê bindestê xwe kirin û di encam de tev herêma navbera Mêrdîn û Nisêbînê kirin bin destê xwe de û di nav xelkê de belav bû û hat gotin: Dinya bûye Kurmancî.. Ta niha jî dema ku behsa wî heyamî dibe kalemêrên me dibêjin (Sala Kurmancî).
Lê xuya ye pižtî ku ew çend eniyên din zû bi paž de zîvirine; wek a Tirbespiyê ku bi serokatiya Haco bû, a Derbasiyê ku bi serokatiya Qerdî Beg û Ekrem Begê Cemîl paža bû, a Serê Kaniyê ku bi serokatiya zarokên Îbrahîm Pažayê Millî bû, a Kobanî ku bi serokatiya Mustafa Žahîn, Bozan Žahîn û Osmn Sebrî bû..
Di beravêtîkirina van eniyan de û bidûrxistina serokên wan ji bo rûnižtna bi zorê li Žamê, ji rex hikumeta Fransî ve ya ku wê hingê di sûriyê de desthilat bû, fermana Hecî Îbrahîmê Qaso axayê ežîra Bûbilana ji rex dewleta Kemalî ve derket û artêža Kemalî bi girsbûn lê geriyan.. Veca ji neçarî, jinên xwe žandin gundê Sîha bal malbata Ehmedê Ûsiv, axayên ežîra Kasika û ew, tevî gelek ji zilamên xwe daketin binya xeta fransawî, li gundê Doda û Bilêqiyê bi cî û war bûn.
Dibêjin, vê pažiyê Hecî Îbrahîmê Qaso hawara xwe gîhandiye Seîd Axayê Deqorî, wî jî, ji Qudûr Beg yê ku wê hingê Qayimqamê Nisêbînê bû, hêvî kiriye ku efûya Îbrahîmê Qaso Axayê Bûbilana ji bistîne.. Di encam de efûya wî ji Diyarbekirê hatiye standin û careke din zîviriye gundê xwe Zorava, jinên wan jî digel žarên bi qeseb, wek xelat, Kasika bi wan vekiribûn, vegeriyan gundên xwe Zorava..


Konê Rež, Qamižlo, 05.02.2015

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark