Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: AÞÊ SEBIRÊ ME

 



Xizan Þîlan

her þev
hestên min yên tevzînok
di nalîna stranên keserkûr de
mest dibin
qedera sersem
li nav qermîçokên eniya min

konê xwe vegirtiye
bêþansiya salên kambax
xwe li stûyê þadiyên min
alandiye
ji asîmanên bihara rengîn
xwelî û xubar li ser xewnên min
dibarin
dilê mesûm
li nav parsûyên jihevketî
kutekut e
alfabeya temen
di deftera demsalên piþtxûz de
tarûmar bûn
kovanên mijkirtî
bi qefesa salên  westiyayî ve
hatine daliqandin
çirûskên zanyariyê
di asoya ramanên þêlû de
direqisin
li newalên hinavên min
karwanên sebirê
derbas dibin
ez
li bêxewiya þevên kor
heyveroniya derûniya xwe me
li dengvedena kendalên dirinde
derwêþekî gerok im
di rêya êþ û xeman de
rêwîtiyê dikim
li aþê serkeftinê
êþkenceya çaxên genî
dihêrim
mucîzeyên jiyana nependî
di wîzewîza bayê dîn û har de
kifþ dikim
kelkela birînên kezeba xwe
bi maçên xunava lêvên yarê
dikewînim
þûrê zaliman
li ber nefsbiçûkî û xweþbîniya xwe
ditewînim
tenêtiya giyanê xwe yê qefilî
bi kirasê hêviyên nîvcomayî
dipêçim
li nav bagera tirs û endîþeyan
xwe li siya xeyalên tewiþî
radigirim
ji pêsîra rojên bêbext
meya kêfxweþiyê
dinoþim
mîna çîçekên bêhnxweþ
di qelþa qolincên zinaran de
dipiþkivim
û geþ dibim
ez ê
wek volqanên serhêldêr
biteqim
û di mêjiyê xêrnexwazan de
agir bipijiqînim
               Xizan Þîlan
               2014-04-06
               Stockholm

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark