Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Roviyźn kīndar nayźn gazinckirin

 


Dr. Ebdilmecît Žêxo

Dîroka Osmanliyan û ya Kemalîstên toranîst di eniya cîhana dêmokrat û pêžverû de pir bi xêzên hovane hatiye naskirin, çerx û dem li Turkiyê rawestî ya ye


ne destladarên sîvîl, ne destlatdarên ležgerî û ne jî destladarên bi navê ola îslamî kanîbûn zikrežiya xwe bi bayê pêžketina cîhanê bižoin, an mêjiyên serên xwe bi guhertinên žarastanî hinekî avdin.
Bi karanîna žêweyên ne mirovane ji aliyê roviyên gewr de li dijî miletên bindest mîna gelê Ermen û gelê Kurd pir sanahî û xweserî ye. Eger em tenê hinekî li rûpelên mêjûya nû li Turkiyê û li Kurdistana Turkiyê vegerin, gelek bi lez pir bûyerên hovane têtin bîra mirov. Kužtin, serjêkirin, žewtandin, talandina namusên jinên Kurd, qelažtina zikên jinan û zaroyên Kurdan di hemû raperîn û žorežên Kurdistana Turkiyê de,( žoreža Žêx žeîd Pîranî, žoreža Dêrsim, žoreža  Araratê ) li nikTurkên regezperest û kîndar zor rûdawek e xwezayî ye.
Gelê Kurd li her çar bežên Kurdistanê pirtîrî çar hezar sal li dijî dijminên xwe bi mêrane berxwe dide, gelê me ji bo azadiya xwe bi milyonan pakrewan dane, eniya dîroka bizava azadîxwaza Kurdistanê li herderê mîna stêrkan gež e. Pakrewanên mîna Žêx Seîd Pîranî, Qazî Muhemed, M.M.Berzanî, Dr. Ebdilrehman Qasimlo, Leyle Qasim û Zekiye Alkan û h.d Vîna gelê me hîn hêztir kirine.
Em dixwazin di vê kurtegotara xwe ya nerazîbûnê de ji raya gižtî li cîhanê û ji raya gižtî ya Kurdistanê re bêjin; dijminên me karên xwe li dijî dêmokratiyê, li dijî mirovperweriyê, li dijî azadiya gelan dikin, ewanan tu carî ji ber karên xwe yên ne bajaravanî û ne mirovane žerm nekirine, û ne jî niha ji ber jehirkirina serokê (PKK ya berê) rêzdar Ebdela Ocelan žerm dikin, di ferhenga siyaseta toraniyan û žovîniyên Ereb û Faris de  her tižtek li dijî Kurdan rewa ye.
 Ji ber ku dijminên me bê rawestan, li me xistine, em kužtine , serokên me darvekirine, lewra jî em hêdî çi ji wan dibîsin, bi rastî, em matmayî namînin, û yekser em dibêjin, dijmin, dijmin e, û pendeke kurdî dibêje; " Rî bû ye bost, lê dijmin ne bû ye dost" . Lê tižtê herî matmayî û ne xweserî ew e, ku îro dengên dêmokratî û azadîxwazên Kurdistanê û dengên hêzên dêmokratî li Rojhilata Navîn, li Ewropa û li hemû cîhanê li dijî cehirkirina berêz E. Ocelan bilnd nabin, û deriya dadgeheke mezin ji bo tawanên  MÎT ên Turkiyê venakin !!!
Em bi tundî hukumeta R.Ordexan ji ber vî karî tirsonekî, rûrež û žermezardikin, em dibêjin bijî hevkariya hêzên Kurdistanî, bijî hevkariya hêzên dêmokrat û rizgarîxwaz li Rojhilata Navîn û li Cîhanê û azadî ji rêzdar E. Ocelan re !!!!
  
10.03.2007
           
    

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark