Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Þehîdbûna Kemal Ehmed Derwêþ û Þêxmûs Yûsiv Þêxmûs

 


Di roja 3.11.1996an de þandek ji Hevbendiya Demokrat a Kurd li Sûriyê çû bajarê Hisiçe, da bi serokê Komîta Be`es, þaxê parêzgeha Cizîrê re hevdîtin û guftûgoyan bike, derbarî hin mijar û bûyerên ko di parêzgehê de dibin, da ko bêne çareser kirin.
Babetên guftûgoyan ev bûn:
1-Serjimara sala 1962an, da ko nasname û welatiya wan kurdên ko bûbûn biyaniyên parêzgeha Hisiça, li wan bên vegerandin.
2- Ew zevîyên ko cotkarên kurd li gundên xwe ji keviran paqij kiribûn, pêwîst e ji wan re bimînin û nema doza kobarkirinê li wan bê kirin.

Þandek ji þeþ berpirsiyarên partiyên kurdan pêk hatibû ko advokat Kemal Ehmed Derwêþ serokê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê -El Partî- û mamoste Þêxmûs Yûsiv Þêxmûs endamê Mekteba Siyasiya Partiya Çep li Sûriyê ji þandekê bûn.
Dema gihîþtin Hesiça þandeka kurdî doza hevdîtina serokê Komîta Be`es kir. Lê bi behana hin karên wî yên giring, ew hevdîtin du katjimêran bi paþ de xistin. Li gor wê sozê jî careke din soza xwe nebirin serî û bi vî awayî soza hevdîtinê çend carên dîtir jî bi paþ de xistin ta ko bû ber êvarî. Êdî her kesî bawer kir ko ew naxwaze bi wan re hevdîtinê bike û li daxwazên wan guhdarî bike. Endamên þandekê ji hevdîtinê bêhêvî bûn û biryara vegerê dan.
Li vegerê, vegera bêqudoþ, Kemal û Þêxmûs bi otomobîla Kemal vegeriyan Qamiþloyê. Li xaçerêka Qamiþlo, Amûdê û Hisiça, kamyoneke barkirî da ser otomobîla wan û pakrewanên her du nemiran çûn ber dilovaniya Xwedê.
Roja duwemîn ji bûyera bêbext, cenazeyê herdu pakrewanan di kolan û cadeyên bajarê Qamiþlo re ber bi goristana Qudûr Beg ve birin, bi hezaran kurdên welatperwer yên dilbiêþ û xemgîr beþdarî vê meþê bûn.
Di pey veþartinê re û li ser goristanê gelek gotin û gotar ji aliyê partiyên kurdan û malbatên her du þehîdan ve hatin xwendin û xatirê dawî ji wan hate xwestin û her kes vegeriya mala xwe.
Di serxeweþiyê de du kon hatin vegirtin û kurdan di binê wan de serxweþiya hev û du dikirin. Min jî di deftera serxweþiya Kemal de ev çend rêzên han reþ kirin:
 
Serxweþiya Kemal Ehmed Derwêþ
 
Karwanê þehîdan bi jor ve diçe, ber bi rojê ve diçe, çiqas diçe bi hêztir dibe û... Diçe...Diçe... Diçe.
Di roja îro de birayekî pir hêja, þehîdê miletê kurd Kemal Ehmed Derwêþ bavê Xalid, ketiye nêv vî karwanî da bi xwîna xwe riwê rojê bi rengekî sor rengereng bike.
Bi dilekî þikestî ez li hember þehîdbûna vî hevalî radiwestim û ji Yezdanê mezin hêvî dikim ko vî pakrewanî bi rehmeta xwe þa bike û di buhiþtê de bi þehîdên Kurd û Kurdistanê re cîwar bike.
Serxweþiya kes û kar û hevalên wî dixwazim, hêvîdar im ko koçkirina wî bibe dawiya kul û êþan.
 
     Samî Ehmed Namî
                                      Qamiþlo 5.11.1996
 
Di serxweþiya Þêxmûs de min ev çend rêzên han di deftera serxweþiya wî de reþ kirin.
 
Serxweþiya Þêxmûs Yûsiv Þêxmûs
 
Bi dilekî þikestî û tijî kovan, ez çûna þehîdê miletê kurd Þêxmûs Yûsif Þêxmûs bavê Serdar di bîra xwe tînim. Hêviya min ji Yezdanê pak û dilovan ko wî bi buhiþta xwe þa bike û sebir û aramiyê ji kes û kar, malbat û hevalên wî re dixwazim.
De bila koçkirina vî pakrewanî bibe tîrejek ronahî ji miletê me yî kurd re û rêça hevalên wî ronîtir bike.
Hêviya me ji Xwedayê gewre heye ko koçkirina wî bibe dawiya êþên miletê me yî kurd.
 
   Samî Ehmed Namî
                                 Qamiþlo 5.11.1996

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark