Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Ziman: Li Dźrika Hemko žagirtźn fźrbūna zimanź kurdī bawername wergirtin

 


Guropa Dêrikê ya Çanda Kurdî
Di çarçêweya bizav û çalakiyên berdewam di warê hînkirin û fêrbûna zimanê kurdî de û di bin durûžma zimanê me nasnameya me ye. 


Di roja 9-3-2007ê de , li bajarê Dêrika Hemko du xulên qûnaxa seretayî yên fêrbûna zimanê kurdî bi dawî hatin.žagirtên herdu xulan bawernamên xwe, ji aliyê Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî ve, wergirtin. berpirsê Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî mamosta Derwêž Dêrwêž û žandê pêre bawername li ser žagirtên derçûyîn belavkirin. Pižt re mamosta Derwêž Derwêž gotinek kurt li ser giringiya zimanê netewî di jîn û jiyana miletan de, ji žagirtên herdu xulan re da xuyakirin û sipasiya mamoste û serperižtkarên van xulan kir û hêviya berdewamî û serketinê ji wan re xwest.
Dûv re serperižtkarê herdu xulan rêzdar Mihemed Emîn sipasiya mamosta Derwêž Derwêž li ser kar û xebatên wî yên berçav di ber gežkirin û rêxwežkirina fêrbûna zimanê kurdî de û daxwaza pêžveçûn û serketinê ji bizav û çalakiyên balkêž yên Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî re, kir û pêwîstiya dabînkirina kewadirên hînkirinê di vê qûnaxê de, anî ziman.
Di peyî re nûnerê Guropa Dêrikê ya Çanda Kurdî mamosta Mehmud Ebdo,gotinên mamosta Derwêž dupatkir û pêwîstiya fêrbûna zimanê kurdî,û xwendin û nivîsandina bi vî zimanî,di vê dema ku zevya çanda kurdî maye stewir û beyar,bilind nerxand,û hestê xwe derbarî vî karê pîroz û berketî,beriz derbirrî.
Dawiyê deriyê dan û standineka vekirî di navbera žagirt û endamên Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî de,vebû, nêrîn,hêvî û daxwazên žagirtan di pêžerojeka gež û xwež de,hatin destnîžankirin.
Hêjayî gotinê ye,ku jimara žagirtan (19) žagirtbûn û jiyê wan di navbera (11 – 32) salan de bûn.waneyên van herdu xulan ji aliyê mamosta Helebça Režîd ve,dihat amadekirin û dayîn û herweha di bin çavdêrî û serperižtiya rêxistina Dêrikê ya Partiya Demoqrata Kurd li Sûriyê(Alpartî) de,dihat birêvebirin.
Dêrika Hemko 9-3-2007 ê
Guropa Dêrikê ya Çanda Kurdî











 

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 4.75
Bi Tevahī Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark