Ismaîl Sînan Gav ku mirov dikeve kûraya dîrokê gelek tiþtan dibhîze . Carinan tên derfetên baþ ji bo mirovan yan ji bo netewan yan jî bo deveran ji xaka zemînê, lewra nav lê dibe derfetên zêrîn yan jî astengî û zehmetiyên giran. Lê di hemû qunaxan de dimîne liv û bizava mirov ji boy bûyera ku hatiye holê û bi taybet ew kesê ku xwe bexþandiye bo pirsgirêkeke hêja û xwedî nirx, mîna pirsa kurd ya ku bindest maye bi sedê salan .
Bo vê yekê nemirê bi nav û deng Hoþimîn gotiye " mirovê ku ji dil xebatê neke wê herdem barê bindestiyê bikþîne" ev bo siyastmedar û hiþmend û her weha þoreþgêr û welatparêzên kurd li hemû deveran. Gelo derfet ji vê çêtir bi çi awayî tê, berçave ku pirs û kaxeza kurdî berz bûye û îro bi nav û denge li hemû cîhanê , em tev dibînin û dibihîzin ku firokgeha Hewlêra paytext cih lê ne maye bo danîna firokeyên alîkariyên mirovî, û li hêlek dîtir alîkariyên çekan yan jî þandên ku serdana Hewlêr û serokê herêma Kurdistana baþûr dikin bo pêdiviyên gelê kurd. Gelo ne derfetek zêrîne gava ku dewleta Emrîka û hevpeymanên wê Encumana Niþtimanî ya Kurd agehdar dike û jêre dibêje, yekrêziya xwe peydabikin û mala kurdî li rojava bi rêk û pêk bikin û em jî piþtevaniya we dikin wekû hevpeymana navnetewî . Bo vê tê xwestin û pêwîste di vê qunaxa zêrîn de kar û xebat ji hêla herdû encumanên Kurdî wekû erkekî dîrokîye di vê demê de. Bajarê bindedestbûyî û talankirî Kobanê berçava û tê dîtin û li ser sînorê hemû herêmên Kurdistana rojava ev rêxistinên tundrew yên bi þev û roj pilanan datînin bo tunekirina miletê Kurd .
Lewra tê xwestin yekrêziya hemû gelê Kurd bilez bo bervaniya xaka pîroz Kurdisatn .