Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ezbenî! Va Payîz Hat!

 


Konê Reþ

  Ezbenî! Va payîz hat, darên wê têne hejandin.. Ew payebûna derewîn ji wan re namîne.. Ezbenî! Va þev bi dûv þevê de rêz dibin.
   Ezbenî! Dergehên me ji xewnên nû û hevalên nû re vekirî ne.. Lê qet em riçin, gîha û zexeliya ku di devê deriyê me de, di nav gul û kulîlkên me de þîn tên, jibîr nakin..
   Ezbenî! Gul û kulîlk, ji kêrên birrînê direvin. Lê ku kêr mîna kêrên gelac û Bekoyan bin, pêwiste em bi wan re bike, ji ber ku tu zerera wan nîne, rojên wan kurt in û dahola wan vala ye..

  Ji ber ku mîna gîhayê di hewþa me de ne, tu carî nikarin bibin mîna dara di hewþa te de.. Tevî wilo jî, bi wan re bi gurnije û bikene, li wan  guhdarî bike û baweriya wan bîne ku ew rastin.. 
  Bilive pêþ Ezbenî! Li paþ ne zîvire.. Jiyan bê rawestandine û her dem dar þipya ne û þipya dimir in..
  Va payîz bi lez û bez êrîþ dike, kirasê daran ji wan dike û rastiya wan þanî me dide.. Dibe sibe an dusibe baran bibare û tev serpêhatî bibin dengvedan, tevlî xuþxuþa ava çemên ku berê xwe didin deryayê bibin. Hingê tê ji riçin û gîhayê di hewþa xwe de bibehite, bê çawa bûye xwelî û di nav lingên te de kom bûye..
  Ezbenî! Razana rastiyê di quncikên tarî de dirêj nake. Lehî û þapa ku ji çiya tê xwarê, wê zû bi zû razanê ji xew þiyar dike..! Çax û demê xwe bi gelac û Bekoyan re derbas meke, piþta xwe bide wan û were em bi hev re bahozekê bi afirînin.. Va yekîtî di asmanê welatê me de þiyar dibe..
  Konê Reþ, Qamiþlo, 24.10.2014


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark