Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Xaka nişteman û pêvedariya ziman

 


Mihemedê Seyid Husên.  
 
    Heyv li asîmanê jor şînê diikişînî, di tenayê de xemgiran û pestejînî, rajorî kohên çiyarêzên kurdistanê, kavilên wêran û şewitî li dûv talanan hanê digerînî, diqîre, digirî li ser zimanê ku di bin piyê sitemkariyê de hatiye bişaftin, gund û bajarên pûre û yexmebûyî, zimanê ku di zikê dayikê de veşirtî mayî, xwe emade dike ku helfire ser banê ewran, ku di asoyên pêşerojê de lûsekî aram bo xwe çêbikî, û ji nêv goristanên razayî xwe payebilind rizgar bikî.


*  *  * 

 
    Herçî kesên lawaz û eware mîna perwaneyê xwe li rivîna êgir digirin, ji sipîdya nimêja sibehê ve derdikevin, kilîta derya pirtûkê hilgirtine, girêka ziman werde werde vedirşînin, birûskan li ser  tixûban dirijînin, mîna şîhîna hespê fala payîzê şiyar dikin, rewan di tîpê de vedilerizînin.

*  *  * 
 
    Mîna sitêrkên rojnameya Hawarê, 31 mûmên birûskdayî, çiraxa zimanê sor li cîhana xaka nişteman ronîdayî, li ser rûpelên zêrîn demdar vêxistî mayî, êdî bela qiral efendî li zengilê mirinê xînî, hîç nikare rewaya xewnê birevînî, herwekî sibê dê ronî me jî himêz bikî, dê koxik û kavil li ser xaka pîtdan wergerin xweşxane, dê siktir bibe gêl û kewdanî, dê barana çavan çem û cobaran ji xew şiyar bikî, dê xîmava sor pênûsê bike çek û mertalî.

*  *  * 
 
    Dara zimanê mader, hevok û peyva resen li ser qada nişteman war şîn dikî, da qena nema dêwê sê serî, karibe ji kokê ve zimanê kurd binax bikiî, dê bav û kalên me ji mezelan rabin, govendê li ber kêlên xwe li darxînin, dê terqînê bi zimnê kurmancî bixwînin, şemalekê ji elfebêta  mîr Celadet bi hev re vêxînin, ala zimanê dêrîn banebalatir li asoyan li babikin, ne weku hinek li bazara quretîfiroşan, zimanê dayikê xemsar dikin, û lotikan li ber awazên biyanî didin.
 
  komara Çîk15-9-2014

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1.5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark