wehîd keleeþ
ve Silo hat civatê : - bê deng bimînin , li wî guhdarbikin ka dê çi bêje ? Silo nêzîkbû , û sola xwe ji lingê xwe danî , û silavkir û li ser dikê koçkê rûniþt , balgihek kir di hemêza xwe de , û dest bi axavtinê kir û got : - gelî gundiya , kî ji we þevê dî dengûbas bihîstin ? dibêjin hîn þer berdewame .
ji gundiyan tu kesî newêrî tevlî civata wî bibe , û tu kesî gotinek tenê jî li wî nevegerandin . Silo dîsa gotina xwe berdewamkir : - hûn dizanin hîn þer berdewame yekî gotina wî vebirî û jê re got : - mal ava tu rê nede tu kesî , û gotinên te tev qaçaxin . bû leplepa devê Silo û lê vegerand : - nexwa guh dibe vê cîrokê , þevê dî çêleka mala xelo za û golikekî du serî anî hîn çîroka zana golikê bi dawî ne anî . yekî gotina wî qutkir û jê re got: - min tirse tu bêjî ew golikê du ser , du zaravan dipeyivî , yek kurmancî û yê din soranî , bi xwedê te mejî di serê me de kiriye çeqilmast , mal neket qey tu çarekî ji vî zimanê dirêj re nabînî ? li cem þêxekî yan li li cem melayekî , bi xwedê zimanê te bûye gazek bûye mîna zimanê çêleka mala xelo . teqênî bi civatê ket , û dest bi ken kirin , û tinzê xwe kirin . Silo sor bû ji kel rawestiya , ji leza tizbiyê xwe bi þûn xwe de jibîrkir , û sola xwe bi ser lingê xwe ve kir , û li wan vegerand : - ez kurê çêleka zerbim heger ez li vê civata genî vegerim , tifû miletê bê þerm Silo gihiþt mala xwe , û hîn kela wî mîna kela nîskê dikelkilî . jina wî hat û pêþwazîkir , û jê re got : tu bi xêrhatî stûna mala min , çiye dîsa ? çi çêbûye ? Silo serê xwe hejand , û jê re got : ez stûna mala te me ? ez stûna gova biziname , heger ez ne bê qudoþbam , zimanê min jî dê mîna zimanê mirovan ba , dê ne gazek ba , zimanê min bû ye mîna zimanê çêleka zer , bi xwedê ez êdî nikarim herim civatekê , hîn ez ne rûniþtîm , ev zimane , ji devê min tê der, û bê serî destpêdike , tiþta gerek û ne gerek , û tiþta werê gotin û ne yê gotin di bêje keça camêra , bi xwedê tirsa min ne ji gundiyaye , ez ditirsim rojekê ev zimanê dirêj dijûna bike û gotinên qedexe bêjê , û yan devbavêje kesên navdar , dîsa bi xwedê ev ziman dê dawiya min bîne , yan dê ji rayê binî ve were hilkiþandin . Silo bi dengekî gij ban jina xwe kir : - keçê ka were ka xêra xwe li zimanê min binêre , û bîne bîra xwe ka berê pîvana wî çiqasbû ? û dezîyekî bîne , û qasa bimîne , ji min re girêde , îro ez dê vî zimanî jêkim . jina wî lerizî , û tirsê zimanê wê lalkir ji Silo re got : - ji bo xwedê raweste , dê çibikî ? tu caran min ne bihîstiye kesî zimanê xwe jêkirî ! Silo kopalê xwe bi wê werkir , û rûyê wî di xuhdanê de noqdibû jê re got : ezê vî barî ji ser sînga xwe deyim , vî zimanî ez hetikberkirime . jina wî zimanê wî pîva , û bi serê wî re girt , û silo rahiþt kêreka tûj destê xwe bilindkir , tifa wî di gewriya wî de ziwabû , û çavên wî sîsbûn destê wî lerizî . ji niþkêve ji xew rabû , hindir tariye û dilê wî dike kut kut , destê xwe da devê xwe û gilîza xwe paqijkir, di wê tariyê de kenî , û keserek anî der .
|