Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Hin dîmenên helbestiyane bo Qamişloka birîndar (8)

 


  Mihemedê Seyid Husên

  Qamişlo şîndare îşev, Qamişlokî xew nakin îşev, gelo wê kî Qamişlo ji kiryarên zînatkaran rizgar bikî, wê kî birînên wê derman bikî, çima Qamişlo hinkûfê azadiyê nabînin, rizgar û rûmetdar wê napejirînin, şahiyan ji dêmên wê direvînin, şêneyên wê ji hemwelatiyan fer dikin, geragup devê wê gem kirine, niştecîyên wê çift diavêjin paş sînoran  û ji Qamişlo resenwarê xoşewîst diqewirînin.


*  *  *
    Çiam emê peyala miriyan bê navtêdan û rikberî vexun, çima emê goştê ciwanan bi kavişkî binax bikin, kurm û gornepaş kelaxên wan bikevêjin, dikim ji eyarê xwe bazdim,  tiştên nebûyî bikim, çawa ezê peyala kujtiyên bê guneh hildim, çawa wê geşbînî bête dêmên min û xemgînî ji min birevî, kanî ew paşmêrê nependî, ku gilî û gazindên xwe pê bikim.
*  *  *
    Ezê xîmava pînûsê bi alêsim, ji helbestê navnîşana Qamişlo jêbikim, kesî bihîztiye niştecî ji ber biyaniyan kirine gazî û feryad, we bihîztiye pilanên xwîndar di navbera sitêrikan de çêbûne, navbirkên hevpeyvînan li ser termên şehîdan, dîdariyên guftugoyan di nav qels û xurtan de geriyane, çendî civîn û hevdîtin bêne lidarxistin, pirnas û riswa ye ji bo ku bê guneh bêtin kujtin, teroristên bê sergoş, xwînmijên welatfiroş, bêdadiyên nîjadperest bêtin xelat kirin.
*  *  *
    Lê na û sed carî na.. tucar meyê ji piyalê li ser gora nemiran narijînim, bi dengekeî bilind ezê sirûda ey reqîb li ber kêla pakrewanan bixwînim, bi gul û nersrînan bixemilînim, hîç nagirîm nepêdivi ye jî ku helbesta şînê dirêjtir binvisînim. doh bû çavên te mîna sitêrkan dileyiztin, xwezka hingê min zanîba bê çavên te, çi razên evînê di bêdengiyê de bo Qamişlo digotin, gelo tê bîra te cara yekem awirên me li hevdû ketine, wê rojê tê bîra te ku j çirûskên çavên me agir bi deverê ketibû.
*  *  *
    Îro mirin hate bîra min, çawa ezê ji bîr bikim, ku qiralê rewanmist bê perwa û paxav, careke din li yarîgeha Qamişlo peya bûye, teqez ezê di bêdengiya sar de rewan bi derdim, bê ku tiştekî bişûn xwe de bihêlim, bilî karwanê xemginiyan yên ku bajêr li mirovan teng dikî. min helbesteke xawer di bejn û bala te de, bi ronahiya evînê li ser rûyê te ristiye, hibriya hevrêşimî li ser gerdena camîne, sînga gewr dibin hil û mircanan de, herdû pêsîrên şiyar di paxila xilmaş de, mest kirime lawê bêrîkirinê.
*  *  *
       
…komra Çîk 22-5-2014

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark