Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Banga Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

 


Îro, 23 sal di ser koçkirina helbestvanê kurd Mele Ehmedê Palo (1920-1991) re derbas dibin, yê ku jiyana xwe ji bo çand, wêje û zimanê gelê xwe yê kurd terxan kiribû. Wî li dûv xwe komek ji dîwanên helbest û lêkolînên di derbarê ziman de hiþtine, li cihê mixabiniyê ye, ku ta ana gelek ji wan pirtûk û lêkolînan nehatine çap kirin, belê li bende wî aliyê hane ew ê ku çapkirina wan bigre ser milê xwe.


Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê ya ku xelata Mele Palo ragihandiye, bang li dam û dezgehên Kurdistanî dike, daku afirandinên nivîskarê me bigrin ser milê xwe, ji xwe rêjîmên nijadperest û diktator qedexe dikirin, ku bi zimanê dayika xwe binivîse û ji ber wê nikarîbû pirtûkên xwe çap bike, û hemû reþbelek li bende me ji bo çapkirinê li dûv xwe hiþtin, tenê hindik ji wan hatine çap kirin.
Bi vê bihaneyê, komîta xelata Mele Palo ya ji bo afirandinê, wê di nêzîktirîn wext de, roj û cihê xelatkirina helbestvan Hadî Behlewî yê qambilind û xebatkar destnîþan bike.
Sermedî boyî giyanê wêjevanê me yê kurd Mele Ehmedê Palo.
09/05/2014
Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark