Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Pîrozbahiya roja rojnamegeriya kurdî

 


Tengezar Marînî

Rojnamegeriya kurdî: eve 116 sal li ser weþandina yekemîn rojnameya kurdî KURDISTAN re derbas dibe, bi vê helkeftê pîrozbahiyên xwe arasteyî malbata Bedirxaniyan yek bi yek- yê sax û nesax - dikim, ji ber ew in yên hîmê vî karê pîroz danîn. pîrozbahiyê li hemî nifþên piþtî wan jî, ta roja îro, ku çapemenî û rojnamegeriya dîgîtal jî himbêz dike, dikim.
Ji wan re jî, yê li dijî hemî rengên rojnamegeriya ne wek ya wan dikin, pîroz be." mebest, rojnamegeriya PKK û navê dibin siha vî navî de"- Wek hizertî Mesîh dibêje: hez ji yê li te dayî û tu bêrûmetkirî jî bike, ji bo tovê hezkirin û aþtiyê herdem þîn be". Lê pirseke min ji wan biraderan heye?


Eger hinek wisa, rojnamevanê we derxin derveyî sinoran, hunê çi bikin? 
Bi taybetî ev yên li rojname û TV yan kar dikin? Eger hun we bi kuþtinê tehdîd bikin? eger we dûrî mala we bixin, we dûrî karê we bixin? Serkêþên rojnamegeriya kurdî, mebesta wan ew bû, ku êdî her tiþt bête belgekirin û zulma li kurdan dibe, nema bimîne veþartî. 
Ez bawer im, - eve çend sale di vî warî de kar dikim û di çend kovar û rojnameyan de, min, kar kiriye û hin ji wan di desteya damezirandinê de bûm, min, bi vî rengê îro dibe, nedîtiye. Digel ku em, di bîr û baweriyên xwe de, newek siyaset hindek hêzên siyasî bûn, lê me bo wan nivîsî. B.n. „Azadiya Welat“ .Armanca Miqdad Medehet Bedirxan, Celadet, Kamîran û Sûreya û hemî yên din, her eve bû, ku bi hiþmendiyê mirov dikare pirsa xwe bêhtir binase û bide nasîn. Her ew bû jî, ku bixwebawerî peyda bibe û bixwebawerî, rêdan bi yê dijber e, neko derxistin, lêdan û kuþtina wî ye. Gelo hun dikarin bi berpirsiyarî, bibêjin PKK"PYD", BES ÊDÎ van karan bikin, ev kar xizmeta pirsa kurd nake?! Dubare, Cejna rojnamegeriyê li hemî rojnamevan û dezgehên media kurdî pîroz be.
Hannover, 21.04.2014










 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark