Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Mîr Abdulrezaq Bedirxan û Kovara Kurdistan

 


  Konê Reş

Mîr Abdulrezaq Bedirxan kurê mîr Mihemed Necîb Paşa Bedirxan e. Mîr Abdulrezaq tê naskirin ji pêşengên dîplomatên kurd û yek ji rewşenbîrên bejin bilind di împeratoriya Osmanî de. Di sala 1906an de, digel mamê xwe mîr Alî Şamîl Paşa, Mihemed Axa, (Bavê Simko axayê Şikakî) û çend kesên din, li Stenbolê, bi gunehê kuştina Ridwan Paşa, serokê emniyeta Sultan Abulhemîd, hatine girtin û di encam de sirgûnî Afrîqyayê, bajarê Terablûsê bûne..


Di salên 1912 û 1913an de, wî û Simko Axayê Şikakî dibistanek kurdî, li bajarê Xoyê, bi alîkariya Rûsan vekirine û di eynê wan salan de, li Urmiyê kovarek bi navê (Kurdistan) weşandine. Di sala 1916an de, mîr Abdulrezaq Bedirxan, li Mûsilê ji rex waliyê wê Silêman Nezîf ve hatiye girtin, bidavekirin û di goristana biyaniyan de hatiye veşartin.
Kovara Kurdistan:
Kovareke kurdî û tirkî bû, cihê weşandina wê li Urmiya bû, xwedî û berpirsyarê wê şehîd Mîr Ebdirezaq Bedirxan bû; hejmara (1) ê di sala 1912an de çap bûye; ya dawîn di sala 1914an de; di sala 1913an de piştî ku Mîr Ebdirezaq Bedirxan çûye Saint Petersborgê, Simko Axayê Şikakî bi berpirsyariya kovara (Kurdistan) rabûye.

Konê Reş, Qamişlo, 20.04.2014

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark