Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Žūngir ū Berdźl

 


M. Hec Kebe

bê gûman ger hest û ramanên merovekî li ser kîn û tundiyê hatibin avakirin, ew nikarê bi lez xwe ji pîsiyên derûnî jî xelaskê, bi taybet heger pergala xwe bi ava hovîtiyê hatibê avdan wê çaxê hîn paqijkirina govdê wî yê genî û çêkirina xwe bêtir çetintir dibê.
 Ji vê da tê xuiyakirin ku em di rewžeke ku hîç tendurustiya derûnî têde nîne, û em li hember ejdehakî ne, û Bi rastî dijminê  miletê sûriyê dijminekî ne hêsane


ger di dema žer û cengê de bê, an di demên ku hêminî carna  siyên xwe davêje qad û meydanên welêt, çimkî ji destpêka žoreža guhartinê de, ew jî  mina maran qalçqê xwe her demekê digugêre, û alav û lîstikên xwe jî teqledikê wek ku dizanê û jê tê xuwestn, û heya niha ew karê torên serê xwe jî li her cihekî bimežînê, lewra gelê sûriyê ketiye girava ku veger jî jêre nemaye, çimkî ew her carê ku dixwezê tajana zîvirandinê bi xwede hîn bêtir bataq dibe, û cî an živîlên  požmaniyê jî  giž bi hevra hatine  birîn, lê ê ku gelê vê xaka ku roj bi roj bi xuwînê tê žužtin karbê bike , tenê baweriya hêzên ku xwe berpirsiyarê guhartinê dibînin, û ew ji xwe serê xwedî  xem û bar û qiswet hatine dîtin, ew tenê Karin vê pirobilêmê serast bikin, lê helbet di çarçoveya gangaziyên xwe da, û bi tayîbet gava asoyên ramanên xwe  paqij û ažkere û açiq bin, çimkî ji mij û moraniya ku bi žoreža guhartinê re derketiye holê, mirovê sûrîyê nema dost û hevalan ji hev cuda  dike, ji ber  pir cara bejîkan cilê žervanan bi ser bedena xwe da brdane, û segan dinav  rêzên artêža azad da xwe bi cîkirine, û ji žilopeliya ku li çarçoveyî welêt hatiye qewmandin žaž bûne, di nirxwendin û beranberkirina hêzên ku hîn cirîta xwe li ser zemîna sûriyê dikin, ji ber pîsî wek jîyanê ye ew jî herdem cil û riftarên xwe digewirê, ji ber ku domandinê di pêlanên xwe yên genî da dibînê , çimkî ku eger ne wanî be ew namîne serdarê dernexûniyê.
 Û Bê guman  ne tenê daêž  berdîlê rijîmê ye ,çimkî wê rêxistinê bi kiryarên xwe li qad û meydanan bi xwe xa cîblaq kirî, û tazî kirina wan helbet wê bandora xwe li hemî  war û devran bike, lê girînge ku derfet nekeve rêkeftinên din ku ciyê wan bi hêsanî  bigrin, ji ber desthelat hîn berdewame di pêlanên xwe yên rojane da , û tim jî ê xiniz û nokerên xwe di nav gel û žorežgeran  de biçînê, îro daêž li gêçikê ye û dibera hêzên parastina gele û siba cebhet el nesra ye û ji pêra hin din ê werin afrandin, ku karibin her car žûna artêž û togayên dewleta bê sinc bigrin, û ev rewža han wê berdewam  bibe û zû nayê rawestandin, lê herdem jî ê alavên xwe nûjen bike li gorî dema têde.
lewra divê ku xêrxazên guhartinê ger ku nikaribin xêzên žorežê yên xwar serast bikin, bi kêmanî ew dest nîžankin û haya milet jê bikin,da ku wek her car neyên xopandin, ji ber ku îro ged gûdan egr bi cilên olî xwe pêžkêž kirine, wê siba bi kincên netewiyê xwe bi naskirin bidin, û pižtre bi kebûtên lîbraliyê dibê ku derkvin meyîdanê, û her weha heya ku xelk bi tev agahî dibin, û çanda parastinê hêdî hêdî di guh û ramanên wan de cih digirê, û di vê derbarê de dibê ku em bînin venasîn sûda ažkere kirina hêzên radîkal, tevî qurbaniyên gel dane û hîn jî didin bi xopandnina kesên dîndar re, lê wek tê xûyakirin di rûpelên dîroka žorežên gelan de, wê giyanê pakrewanên sûriyê  bibin xetîrên ronahiyê li pêž welatiyan li seran serî welêt, raste ku dema her merovek tê kûžtin dibê ku hin çirûskên xwe jî vêre tên vemrandin, û barkrina her yekî  zirara nižtmanekî ye, lê çûyîna wan jî helbet ê sûda xwe li rojên bê bike, çimkî ne ji žorežê ba wa çiqas gerek gelê sûriyê bû, heya rasteqîniya oldaran  li pêž wan bihata  ažkerekirin, raste nirxê fêrbûn û agahiyê giran bû, lê wane jî dibê ku hîn girîngtir bin, lewra dive ev kesên radîkal ku îro li ber çava ne  û karên wan jî hîn tê temažekirin, ew bibin nimûne û herdem mînakên wan werin bala mirovên vê xaka pîroz, da ku careke din tariya wan li gûnd û bajaran netê belavkirin, û bi rastî heger ne ji žorežê ba ramanên welatiyên sûriyê ji toreyên ol û selefiyê bi deh salan  nedihatin rêzgarkirin.
Lê hîn  ê bažtir be heger ev panorama ku sê salin berdewame û hîn jî ne diyare ku heya kingî wê bidome ,bibê mînaka žaraziyê, û waneyên žorežê ji pažerojê re bibê bingeha avakirina hest û ramanên ažitiyê li seran serî welêt û ji pêra li ser wan nirînan  çanda mirovahiyê were avakirin.

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark