Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Gelo kantonên Rojava dê bimînin?

 


 Adnan Bedredîn

Bêgoman, Ako Mihemed rojnamevan û rewşenbîrekî dûrbîn e. Ez herdem, û bi baweriya min gelek xwendevanên zimanê kurdî, nivîsên wî bi sirinc dişopînin. Nerînên kak Ako ne standard in, û ew bi awayekî bê layen û ” sar ” nêzîkî babtên germ û hestiyar ên siyaset û civaka me dibin. Gotara wî bi navê ” Kantonên Rojava dê bimînin ” ya kû vê dawiyê di Rûdaw-ê de hate weşandin nimûneyeka berçave ji stîla vî rojnamevanê çalak yê kû herdem li dûv nivîsên xwe gelek gengeşeyan diafirîne.


Li gor Ako Mihemed hersê kantonên Rojava yên kû PYD li gel hinek partiyên kurd ên biçûk û çend aliyên ereb û suriyanî li Cizîrê, Kobanî û Efrinê ragehandine dê bimînin, çendî kû dibe bi wextê re naveroka xwe biguherin. Ew dîse, li gor nivîskar, dê ne tenê bimînin, lê heta dibe kû statuyeka navnetweyî jî werbigrin. Ji vê jî bêtir ew hêvîdar e kû rêxistina PKK li Kurdistana Rojava ya kû bi navê PYD tê naskirin di paşerojê de rê veke li pêş helbijartin in demokrat û azad kû di wan de hemû hêzên vî beşê welatê me cih bigrin. Bi gotin in dî, kak Ako kantonên 21 kanûna duyemîn ên 2014-an weke destkefteka gelê kurd dibîne, lê ya rast kû  mesele bi carekê ne weha ye.
Berî her tiştî ” kantonkirina” Kurdistana Rojava ne projeyeka kurdî ye. Ew bi tevayî proje ya rejîma Esed e, ya Aso Mihemed dibîne kû ew dê nema bikare vegere Kurdistanê jibo kû ” dewleteka navendî ya bi forma dewleta Hafiz û Beşar Esed li Suriyê bi dawî hat, ev yek jî zemîna mabûn û dirûstkirina herêma Rojavayê Kurdistanê weke dewleteka biçûk yan weke herêmeka federal misoger dike. ” . Lê rastiya tehl ewe kû hîne rejîma Esed ji Kurdistanê dernekitiye heta kû nekaribe lê vegere. PYD bi destûr û piştavaniye rejîmê desthilata xwe ya ” de facto ” avakiriye. Heta kû pir ji ” serkeftinên YPG ” li dijî hêzên tûndrew û nasionalîst, yên kû bi piraî ji kevnebaasiyan pêk tên, ne mumkin bûn bêyî piştavaniya lojîstîk ya artêşa rejîmê ya kû bêtir ji deh hazar leşkerên wê li Balefirxane ya Qamişlo bicih bûne. Kurdistana Rojava, bi prespektîva berjewendiyên neteweyî yên kurdî ji wê biçûktir e kû bibe sê kanton, nexasim dema ev kanton tiştekî kurdî di wan de nebe. Bi vê plana xwe, rejîma Esed  ” çend kevokan ” bi yek kevirî dadixe xwar:
1. Nimûneyeka pir xirab û sexte jibo ” çareserkirina kêşeya kurdî ” dide pêş , kû di bingehê xwe de, jibo yekem car di dîrokê de, beşekî ji Kurdistanê bi destên hinek ji kurdan nûdabeş dike. Ev di paşerojê de ” argumenteka bihêz ” dixe destên nasionalistên ereb ên kû gotina xwe ya giran hene, ne tenê weke rejîmeka dijkurd, lê heta di nav rêzên rikeberiya îro de, kû desthilata sibe ye, an jî, herî kêm dê beşek ji wê be,  jibo nepejirandina daxwazên gelê kurd li Rojava jibo azadiyê.
2.Rejîm piştrast e kû kanton û rêverbirên wan nikarin ji bin kontrola wê derkevin. Balansa hêzan ên leşkerî di berjewendiya rejîmê de ye. Her weha, berevajiya boçûna Ako Mihemed, îhtîmala kû ev kanton bikaribin pênaseyeka navnetewyî werbigrin gelekî laweza e, heta mirov dikare bêje hîç tune ye. Baş tê zanîn kû PYD ” zaroka ” PKK ye, yanî heman rêxistina kû di lîstên Yekîtiya Europe û Amerîka yên terorê de cih digre. Zêdeyî vê jî, ev rêveberî dê neyê pejirandin ji aliyê faktrorên herêmê ve. Piştavanî ji wê re di nav gelê Rojava de jî gelekî kêm e.
3.Ihtîmala kû PYD rê veke li ber beşdariya hêzên din yên Kurdistana Rojava di rêveberina van kantonan de tune ye. Di hemû dîroka Partiya Karkerên Kurdistanê de yek nimûne ya hevkarî û heta hemehengiyê bi tu hêzeka Kurdî re nîne, û ez tu sedemên rasional nabînim kû PYD vê ” tradîsiyonê ” bişkîne û bi şêweyekî dî tevbigere.
Ez dixwazim hinekî jî li ser babeta  ” Apoçîtî ” û ” Barzanîbûn ” a Kurdistana Rojava rawestim. Di nav gelek rewşebîrên kurd, û bi taybetî rewşenbîrên Kurdistana Bakur, Rojhilat û Başûr de boçûnek şaş heye kû Rojava weke civak di navbera ” Apoçîtî ” û ” Barzanîzmê ” de dabeş kiriye dibîne. Dibê kû ev boçûn di radeya siyasî de, ango li ser asta hêzên siyasî kurdî, ku tenê beşekî biçûk ji civata Rojava temsîl dikin, rast be. Lê di asta cemawerî de gelekî ji rastiyê dûre. Piraniya cemewarê Kurdistana Rojava, nexasim rewşebîrên wê, rêzeka taybet ji tevgerên mezin ên Kurdistanê, û bi tayebetî ji rêbaza Barzaniyan re heye, lê ew tu caran xwe weke layengirên ” Apoçîtî ” yan jî ” Barzanîzm ” nabînin. Ew betir xwe weke ” Rojavayî ” dibînin jibo ew baş dizanin kû ev beşê welatê me dive ” modêla ” xwe ya taybet biafirîne. Ji xwe ” Kurdistana Mezin ” weke piştevana stratîjîk ya Rojava, ango ” xuşka biçûk ” qet ne cihê gengeşekirin ye. Rojava li cem hemû ” Rojavayiyan ”, di dawiyê de, beşeka kû naye cuda kirin ji heman ” Kurdistana Mezin ”. Ev nuha wisa ye, û her dê wisa jî bimîne.
Di dawiyê de, gelo dê kantonên Rojava bimînin? Bi baweriya min ew, bi hemû îhtîmalan, dê bimînin heta kû rejîme Esed heye, lê eger ev rejîm çû, kû tenê mesla demê ye, ew jî dê pêre biçin.
15.02.2014

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark