Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Þaþiyên min û rastî û bêbextiyên li dîrokê..!!

 


Mervan Keleþ

Ehmedê Husenî, di Malpera Welatê me de, bi daxwiyaniyekê bersiva nivîsa min (Rastiyek ji bo dîrokê.. li ser Kongira H.R.K.R.D...) da. Ez tekez dikim, ku Ehmed ji min bêtir rastî di xalên 1, 2, û 3`yê yên nivîsa xwe de diyar kirine. Di xala 4`an de jî ta radeyekê,  ji min bêtir rastî anîne ziman, lê di vê xalê de bêbextiyek gewr e heye! Ehmed dibêje, ku Mervanê Keleþ li kongirên bajarê Sandvîken ne beþdar bû! Bi her hal, ev bêbextî di belgeyên herdû kongiran de derwîn dibe! Ehemed. Ez ne tenê li wan beþdar bûm, lê ez wek cîgir jî, li gel te di komîta amadekar ya Insiyatîfê de hatim hilbijartin.


Heger te hiþê xwe winda kiribe? Ew pirsgirêka te ye, lê derewan li dîrokê neke. Belge li ba te bûn!! Ji xwe ew kongir ne berî sed salî bûn. Beþdar tev hîn sax in, û vê rastiyê jî baþ dinasin, û dikarin bêjin bê ev gotina te rast e yan bêbextî ye!? Ez di kongirê 1`ê de jî amade bûm, û piþtî wî kongirî bi çend rojan min bi nivîsekê di ( Amûdê.com ) de, dev ji Hevgirtinê berda. Vê rastiyê, ez dê ji bextê Helbestvan Selîm Biçûk, hunermend Reþîd Hiso, nivîskar Helîm Yûsif, û tiyatirvan Ibrahîm Mihemed re bihêlim. Ew tev dostên te ne, min ew li Sandvîkin dîtin, û nas kirin.
Pirsek dimîne: gelo çima Ehmed tenê tiþtên ku wî xwestiye þirove kirine? Û Çima hin tiþt piþtguh kirine? Bi wateyek din, çima bi çavekî wir li rastiya dîrokê dinere, rastiyê vediþêre û qala derewan dike.
Piþtî vê daxuyaniyê, ez dê bersiva ti nivîsên Ehmed nedim, ji ber naxwazim dîroka gemmarî ya Bavê Qeþmerok vegere!!!!!
Derewa mezin ew bû ku Ehmedê Huseynî ji bo çavên dîrokê yên reþ, derew li me hemiyan kir, em hemû ji bo wê hêviya zelal çûn Swêdê, daku rêxistineke kurdewarî ji bo hemû kurdan damezirînin, lê me nizanîbû ku pilanên Ehmed ên keysebazî li pey hebûn. Encama keysebaziyê di kongreya 4an de teqiya û bêhn pê ket.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.42
Bi Tevahî Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark