Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Bi Kurt Kurmancî Hizir û Bîra Azad

 


Konê Reş

Ji mêj ve ta roja îro, dîtin û çiloyîna "Hizra azad an pênûsa azad" di danûstandinê de hêj zelal ne bûye...
Di baweriya min de, ta ko nûbûn di jiyanê de hebe, ta ko mirovantî berdewam be, wê hizr û pênûsa azad di gengeşê û danûsatandinê de li ber xwe bidin..


 Wek ko diyar e, hizra azad an pênûsa azad ew e ko mirov di ramanên xwe de rastgo û duristûbêr be û ta ko mirov di ramanên xwe de weha be gerek tu qeyd û bend li dor nebin. Bi azadî karibe ji xwe re jiyaneke taybet helbijêre, bêyî ko hizr û ramanên xwe bi kotekî li ser bêne meşandin...
Heger neferek ji civatê di hizra xwe de azad be, û civata li dor ne li gor wê azadiyê be, li ber hizr û ramanên wî nekeve, ango di hizr û ramanên wî de ne gihêje, hingê hizr û ramanên wî neferê azad dibin barekî giran li ser milê wî neferê xwedî hizir û civata wî bi hevre. Hingê pêdeviye ko desthilatek hebe ta ko wê civatê li hev ragire.. Desthilatek bi yasa be, ko rêveberiya civatê bike û yasayên xwe li ser tev neferên civatê bimeşîne, da ko cemawer di çarçoveke yasayî de bi xêr û xweşî biparêze..
Heger em bên ser "pênûsên azad", qunaxa giring ji hizra azad, ez ne bawerim ko pênûsek azad heye û ew pênûs ne di bin siya sansorê an terorê de ye, nexasim di welatên cîhana sisyan de. Di van welatan de sansor rola xwe dilîze, ji ber alozî û gengeşeyên azadî û demokratiyê û sansora ko heye polîtîkî ye bêtir ji civakî, ji ber ko desthilatên welatên cîgana sisiyan ji nivîskaran bi tirs in, her dem û gav sawa nivîskaran di dilê wan de ye. Vêca sansora rêjîmên wan welatan rola xwe dilîze û şert û mercê xwe ferz dike..û weha nivîskar bêçar e di bin siya terorê de dijîn, û ji bêçarebûn sansoreke kesayetî (zatî) li ser xwe û berhemên xwe datînin, da ko berehmên xwe ji sansorê biparêzin û derbas kin..!
Di baweriya min de, ev sansora zatî ko nivîskar li ser ramanên xwe datîne, ji sansorê dewletê xerabtire.. Ji ber ko, heger sansora dewletê perçeyekô ji nivîsandina nivîskarekî ko azad be, di nivîsandina xwe de, xetsor bike, nivîskar bi sansora xwe ya kesayetî (zatî) nivîsandina xwe tevî xetsor dike..
Nivîskarê azad, ew nivîskarê ko di hizr û ramanên xwe de zelal be, di nivîsandinên xwe de rastgo û mêr be, li navdariya, li ser pişta çend qedexeyên civakî negere..wek: êrîkirina li ser olê û hetîketiya bedena jinê..
Hizra azad, pênûsa azad, di zelalkirin û eşkerekirina şaş û xerabiyên civatê de ye. Ew şaşî û xerabiyên ko civat ji ber bendora wan paşketî maye..
Heger nivîskar mêr be, wê di nivîsandinên xwe de şerê wan şaşû û xerabiyên civatê bike, bê ko sansorê li ser xwe û berhemên xwe deyne. Gereke wan şaşiyan li cemawere raxîne ber çavan, da ko cemawer di ser wan şaşiyan biqevêze, li pişt xwe bihêle û hin bi hin ber bi xêr, xweşî û avakirinê de here..

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark