Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Peyvek li Ser Helbestê.. Diyarî ji helbestvan û nivîskarê Kurd li Rojhilat (Ava Shîn) re

 


Konê Reş

Di baweriya min de helbestvanê ku zanînek ber fireh û serburiyên dûr û dirêj li bal nebin, ew ne helbestvane û nikare ti têkiliyan bi helbestê re ava bike. Tev nivîs an helbestên ku mirov dinivîsîne ji encamên ked, west, serburî û cefaya ku ew mirov têde dijî..û wiha ew mirov  bê kêfa xwe, bê dilê xwe, bê pilan û ji neçarî çend gotinên kurt û bi wate ji hinavê xwe dertîne ser kaxetê, da ku xwe rehet bike û bêhna xwe derxîne. Ew çend gotin Helbeste. Ango wek pîreka ducanî, dema ku dizê, bê çendî bêhna wê derdikeve..


 Mirovê helbestvan jî wiha ye... Bi gotinek din ez dikarim bibêjim ku nivîsandina helbestê qedere..Di wiha qeder de têkiliya helbestvan bi helbestê re destpêdike.
   Belê giringiya helbesta ast bilind eve ku, helbestvan karibe wê helbestê bi êş û janên xwe an kêf û şahiya xwe, nexweşî û şaşiyên civata xwe  an serketin şahiyên miletê xwe bihûne...Ji ber ku yê helbestvan nefereke ji civatê û ji gelek neferan hisê wî bilindtire, vêca pêwîste ew berî mirovên normal bi şadiyên xwe û welatiyên xwe re bikene, bi êş û janên xwe û welatiyên xwe re şînê bikşîne..Di wê şîn û şadiyê de  mirovê helbestvan dest bi hunandina helbestekê dike, û wiha têkilî di navbera helbestvan û helbestê de destpê dibe..
   Bi rengekî din; dema ku di zivistanî de baran nebare, di buharî de çûk û çivîk nexwînin, feqîr û xizan bê nan bin, ji êş û kulan merisî bin... Dema ku mirov di welatê xwe de xerib be, di bin zilm û zora neyaran de dîl be, zimanê dê qedexe be, gotina rast qaçax be... Hingê têkiliya, yê ku rast û turist helbestvan be, bi hunandina helbestekê destpê dike û hinavê xwe ji kul, xem û janan vala dike...
 
   Li dor têkiliya helbestvan bi desthilatê ve, ez ne bawerim ku pênûsek azad heye û ew pênûs ne di bin siya sansorê an terorê de ye. Nexasim di welatên cîhana sisyan de. Di van welatan de sansor rola xwe dilîze, ji ber alozî û gengeşeyên azadî û demokratiyê, û sansora ku heye polîtîkî ye bêtir ji civakî... Ji ber ku desthilatên welatên cîhana sisiyan ji nivîskaran bi tirs in, her dem û gav sawa nivîskaran di dilê wan de ye. Vêca sansora rêjîmên wan welatan rola xwe dilîze û şert û mercê xwe ferz dike..Ji ber wiha rewş, nivîskar bêçar e di bin siya terorê de dijîn, û pirê caran ji bêçarebûn sansoreke kesayetî (zatî) li ser xwe û berhemên xwe datînin, da ku berehmên xwe ji sansorê biparêzin û derbas kin..!
   Di baweriya min de, ev sansora zatî ku nivîskar li ser ramanên xwe datîne, ji sansorê desthilatan xerabtire.. Ji ber ku, heger sansora desthilatê perçeyekî ji nivîsandina nivîskarekî ku azad be, di nivîsandina xwe de, xetsor bike, nivîskar bi sansora xwe ya kesayetî (zatî) nivîsandina xwe tevî xetsor dike..
Nivîskarê azad, ew nivîskarê ku di hizr û ramanên xwe de zelal be, di nivîsandinên helbestên xwe de rastgo û mêr be, li navdariya, li ser pişta çend qedexeyên civakî negere..wek: êrîkirina li ser olê û hetîketiya bedena jinê..
Helbesta cîgirtî ewe ya ku li desthilatê nasekine, bi wêrekbûn şaşî û xerabiyên civatê eşkere dike. Ew şaşî û xerabiyên ku civat ji ber bendora wan paşketî maye..
Eger helbestvan mêr be, wê di nivîsandinên xwe de şerê wan şaşî û xerabiyên civatê bike, bê ku sansorê li ser xwe û berhemên xwe deyne. Gereke wan şaşiyan ji cemawere raxîne ber çavan, da ku cemawer di ser wan şaşiyan re biqevêze, li pişt xwe bihêle û hin bi hin ber bi xêr, xweşî û avakirinê re here..
Konê Reş, 19.01.2014

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark