Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Çilrojiya parêzer Hesen Dirê’î

 


Yekîtiya nivîskarên kurd çiliya nemir endamê xwe  nivîskar û parêzer  Hesen Dirêî li darxst li hola kerem li bajarê Amûdê di demjimêr 10:30ê  sibihê de , bi beşdariya rêxistinên siyasî , saziyên sivîl û kesayetiyên rewşenbîrî  :
Pirogiramê çiliyê :
Mamoste Mihemed Ebdê bi derbirînek hêja dest bi pêşwaziya mêvanan kir û xwest ku ew xulak bê deng li ser giyanê pakrewanên riya  azadiyê rawestin  li ber sirûda netewa gelê kurd Ey reqîb .


Pişti re mamoste Mişel Osman li ser kurtejiyana nemir û berhemên wî axivî .
Gotina yekîtiya nivîskaran , mamoste Dilawerê Zengî xwend tê de giringî da rola nemir û bîranîna bûyera sînema Amûdê û pirtûka wî ya hêja ( Amûda dişewite )  û çawa ew bi xurtî di rex yekîtiya nivîskaran  radiwestiya û nemir  ti car ji bîr nabe , çimkî wî berhemên bi sûde li şûn xwe hiştin .
Gotina ENKSê mamoste Hecî Mihemed Emo xwend .
Mamoste Diham Ebidelfetah wek hevalekî dilsoz ji nemire re li ser surişt û sincên wî axivî , derbirînek bi bandor ku akama xwe li beşdaran kir bi awakî hestiyar pêşkêşkir .
Mamoste Arşek Baravî  , Hekîmê Revê , Hêvî Qiço û Bavê Kasir di gel gotina parêzer Ebid Elal çend gotinên hêja  derbarî  nemir û têkiliyên wayî nêzik pê re anîn ziman .
Fîlim : mamoste Mihemed Ebdê fîlmek belgeyî  li ser sînema Amûdê ku hemî qurbaniyên wê hevalên nemir bûn , ew fîlim diyarî wan zarokan kir .
Di dawî de gotina malbata Dirêî ji hêla mamoste Mehmûd Dirê''''''''''''''''î ve hate xwendin ;  wî bi germî sipasiya Yekîtiya Nivîskaran û hemî beşdaran kir .
Hêjayî gotinê ye ku em spasiyekê ji hêja Merwan Circis re xwedanê Hola Kerem ku bi germî xwest ev çilî li cem wî li dar bikeve û hemî pêwistî jê re  amade kirin.
Yekîtiya nivîskarên kurd –Sûriya 
Amûdê 27-12-2013  . 
  














 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark