Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Nelson Mandêla (1918 - 2013) Di navbera xelata Ataturk û gelê Kurd de

 


Konê Reş

Di roja 05.12.2013an de Nelson Mandêla sembola azadî, aştî û dijî nîjadperestiyê di sedsala bîstan de koça dawî kir.. Bi koçkirina wî re stêrkeke geş ji asmanê dinyayê hat rijandin.. û îro 15.12.2013, ew li gundê wî hat veşartin, bi beşdariya 91 ji serokkomar, melek û şahên dinyayê..


Sebaretî me kurdan û serok Nelson Mandêla, pêwîst e em du caran şîna wî bikşînin; Carekê wek tev netewên dinyayê yên azadî û aştîxwaz û carekê ku li ser me xeyidîye û xelata Ataturk a aşîtiyê ji bo zilm û zora ku li tirkiyê ser gelê kurd tê meşandin, red kiriye..
Erê werim em bi hev re vê çîroka wî bixwînin:
Di sala 1992 an de, komîta hilbijartina xelata Ataturk a aşîtiyê, Nelson Mandêla, serokê kongreya netewiya Afrîqya başûr (A.N.C), babetî xelatê dîtin, û xelat ji bo wî hate dayîn. Lê Reşikê dil spî, siyasiyê bi nav û deng, kevintirîn girtiyê zindanên cîhanê Nelson Mandêla ew xelat qebûl nekir, û bi mêranî sedemên redkirina xwe ji rojnamevanên cîhanê re şirove kir û bi vî rengî got:
(Ez nikarim xelateke wiha bigirim.. Xwe bixin şûna kurdan, hingê hûnê zanibin bê çima ez vê xelatê red dikim..)
   Bêguman, redkirina pêşewayê Afrîqî, ji vê xelatê re hişt ku nav û dengê kurdan, zilm û zora ku li wan tê kirin, li tevî cihanê belav bibe, nemaze ew zilm û setema ku li kurdên bakur dibe, û bi tevayî li kurdên kurdistnê. Hem jî hişt ku gelên cîhanê serwextî mafê mirovan bibin ku di tirkiyê de tune ye, û ew maf di bin lingan de tê perçiqandin.. Vêca ji encamên wê redkirinê, wezîrê dewleta tirkiyê Şerîf Ercan bangek deranî û têde got: (Yên ku li hember yekîtiya tirkiyê şer dikin nehiştin ku Nelson Mandêla xelatê bigire, yana camêr xelat red ne dikir…)
   Di sal1993 an de jî, komîta helbijartina vê xelatê, bi serokatiya Sulêman Demirel civînek li darxistin û li gor pîvanên xwe kes berbiçav ne dîtin ku wî, ji xelata Ataturk re hilbijêrin, ji ber ku ji sala çûyî tirsiya bûn… Vêca ev xelat di sala 1993 an de jî, bê xwedî ma.
   Di sal1993 an de jî, komîta helbijartina vê xelatê, bi serokatiya Sulêman Demirel civînek li darxistin û li gor pîvanên xwe kes berbiçav ne dîtin ku wî, ji xelata Ataturk re hilbijêrin, ji ber ku ji sala çûyî tirsiya bûn…Vêca ev xelat di sala 1993 an de jî, bê xwedî ma.
Kê Xelata Ataturk wergirtiye?
   Xelata ataturk a aşîtiyê ji sala 1986 an û virede tê dayîn û heta niha, van kesan wergirtiye:
-      Di sala 1986 an de, joseph Luns, sekeretêrê giştî yê NATO yê wergirtiye.
-      Di sala 1978 an de Richard Von Waizsacker, serokkomara Elmaniya wergirtiye
-      Di sala 1988 an de, nehatiye dayîn..?!
-      Di sala 1989 an de, Takahito Mikaso, impratorê Japonyayê wergirtiye.
-      Di sala 1990 î de Kenan Evren, Serokê Cûnta 1980ê li tirkiyê wergirtiye.
-      Di sala 1991 ê de, careke din ev xelat bê xwedî maye.
Lê di sala 1992 an de, dema ku pêşewayê reş Nelson Mandêla babetî vê xelatê hate dîtin, hingê tev rojnameyên tirkiyê pesnê wî bi xurtî dane, lê piştî ku wî ew xelata gemorî û bi xwîn red kir. Hingê ji nû piraniya rojname û nivîskarên tirkan li dijî reşikê dil spî Nelson Mandêla sekinine û şerê wî kirine û hinan ji wan gotin; Nelson Mandêla dinya ne dîtiye û cir ne xweşe!!
   Ma gelo raste, pêşewayê Afrîqiya dinya nedîtiye û cir ne xweşe?!! An li gor bîr û baweriyê xwe çûye? Ew bîr û baweriyê ku di ber wan de 27 salan ketiye zindanên nijadperestên Afrîqiya başûr de. Ji bo xatirê rizgarkirin û serfiraziya gelê xwe yê hejar û bindest ku wan ji bin destê serdarên sipiyên Afrîqiya başûr derîne. Da ku mafê wî yê mirovantiyê bi cih bîne. Û eger dinya ne dîtî ba, û ne serwxtî doza gelê kurd bûya, wî ew xelat red ne dikir, belê di nerîna tirkên faşîst û şofînî de ku Nelson Mandêla dinya ne dîtiye. Hem jî, di nerîna wan de yê cir nexweş ew kesên ku doza mafê mirovantiyê dikin, û di berde di xebitin..
Nelson Mandêla kî ye?
   Nelson Mandêla; ew mirovê ku di ber mafê gelê xwe yê reş de, bêtirî 27 salan ji xortaniya xwe di zindanên dewleta Afrîqyayê de derbas kiriye, da ku nîjadperestî, di afrîqiya başûr de, ji navbera gelê reş û sipî de nemîne. Bê guman N. Mandêla têkoşerê yekemîne yê ku bi rast û durist li dij nîjadperestiyê sekiniye. Lewma di cîhanê tevî de tê naskirin ku ew kevintirîn girtiyê zindanên cîhanê ye.
   Dema ku dadgeha ewlekariyê a dewleta Afrîqya başûr, biryara xwe di roja (12/06/1964) an da, bi girtina ebedî ji Nelson Mandêla û her heft hevalên wî re dan, bi sûcê ku xerabiyê di dewletê de dikin.. Ji wê rojê ve, hezên pêşverû û leberal di tevayî cîhanê de, bê rewestan, doza berdana wî û hevalên wî kirin. Hem jî piraniya dewletên cîhanê danûstandinên xwe bi dewleta Afrîqiya başûr re birîn. Ji rexekî din ve jî, têkoşîneke berfireh hate kirin ji bo berdana Mandêla. Lê tev boş derbas dibûn, Û wiha Nelson Mandêla bû sembola dijî nijadperestiyê di cîhanê de.
   Di vê girtina wî a dirêj de, dost û hevalên wî û kebaniya wî (Wînî), nesekinîn û xwe ji dûv berdana wî nedan alî. Ta ku navê berdana Nelson Mandêla û dana mafê mirovên reş di Afrîqiya başûr de bi heve hatin girêdan û bûn yek doz.  Ango berdana Mandêla daneye ji mafê mirovên reş re di Afriqiya başûr de. Di wê hingê de jî, gelek filmên sînemayê li dor jiyana wî hatin çêkirin û hin roman, di gel bi dehan gotar li ser hatin nivîsandin, hem jî bi hezaran neme ji serokê Afriqiya başûr re hatin şandin, lê tev bê fêde derketin. Û Nelson Manedla di zindanê de ma, porê wî yê reş têde spî bû, hem jî xelkên wî yên reş, di welatê xwe de, di bin siya darên nijadperestên sipî de bêçare man.
   Lê di vê dawiyê de, piştî ku guhertinên nû di rewşa dinyê de çêbûn; Yekîtiya Sovyêt ji hev bela wela bû, komarên wê bûn serbixwe û dema dinyê bû dema demokratiyê. Hingê N. Mandêla bêtirî 27 salan ji jiyana xwe di zindanên(Johansborgê)de bûrandibû. Wiha û ji nişka ve serokê Afrîqya Başûr (Peter Bota) di havîna 1989 an de, bi pêşewayê Afrîqî N.Mandêla re rûnişt û pêre ket dan û standinê.
   Hingê dinya li hev ket; çawa serokê nijadperestiyê Peter Bota bi serokê kongera Afrîqî Nelson Madêla re rûniştiye û pêre ketiye dan ûstandinê de..?! Piştî wê rûniştinê bi çend heyvekê N. Mandêla ji zindanê hate der, dewleta Afîqiya başûr jî, hin bi hin dest bi nerimkirin û rakirina nijadperestiyê ji afrîqiya başûr kirin. Lê pêşewayê reş ta roja dawîn têkoşîneke bêrawestandin kir di ber mafê welatiyên xwe de, û tev welatiyên cîhanê de. Yek ji vê têkoşîn û xebata wî, ku wî xelata Ataturk a aşîtiyê red kir û bi mêranî li tirkan vegerand û got: (Ez nikarim xelatek wiha ji bo aşîtiyê bigirim). Gelo! Ku ev xelat bihata pêşkêşkirin ji hin kesên kurd re wê wan kesan ev xelat red kiriba, wek ku pêşewayê Afrîqiya Nilson Mandêla redkir an na..?!
   Di sala 1993 an de, xelata Nobêl a aşîtiyê ji bo Nelson Mandêla hate dan, Dr. Nelson Mandêla, ew reşikê dil spî, mirovê ku dijî nijadperestiyê sekinî di afrîqiya başûr de ji bo mafê gelê xwe yê ku bi hezarê KM ji Kurdistanê dûr bû, xelata Ataturk red kir û li tirka vegerand. Ji ber ku camêr di nerîn û baweriyên xwe de dûrî navê xwe didît, ango ku xelat dûrî aşîtiyê bû. Vê paşiyê xuya bû ku ew baweriên wî di cihê xwe de bûn û piraniya gelê cîhanê di wan baweriyan de pêre bûn. Dema ku komîta xelata (Nobel Prize), a Nerwêcî ji bo aşîtiyê serokê reş N. Mandêla û serokê spî yê Afrîqiya başûr Frîdrik Dûklîrk, babetî xelata aşîtiyê dîtin û di roja 14/10 1993 an de, roja hilbijartin û eşkerkirin navê wan de wiha gotin:
(Van herdû mirovan xebat û bizavek mezin kirine ji bo aşîtiyê û hejî dikin, da ku bingehê demokratiyê bi rastî bête danîn. Weke van mirovan simbolin ji aşîtiyê re).
   Di roja 10/12/1993 an de, ango di roja ku Nobel têde çûye ber dilovaniya Xwedê (sala 1896 an), van herdû mirovan xelata xwe li Oslo, paytexta Nerwêc standin, di gel 6,700,000 kironên Nerwêcî.
   Gelo! Xelata Ataturk ji ber vê xelatê ve çi bihayê xwe heye..? Wek ku kurdan gotiye: Qenckiro bi xwe kiro, xerabkiro bi xwe kiro..
   Aşîtiya ku Nelson Madêla divîbû, aşîtiya ku tev gel di bin siya wê de wek bira bi hev re bijîn. Aşîtiya ku mirovên spî ne di ser mirovên reş re bin û mirovên tirk ne di ser mirovên kurd re bin, ku her kes li gor zanîna xwe cihê xwe di civatê bigire. Kes xwe di ser kesî re nebîne, hingê ji nû mirov dikare li ser şertên aşîtiyê bigere û xelatan jêre bi nav bikin..
   Bêguman Nelson Mandêla serwextî dîroka gelê Kurd bû, dizanî bê gelê Kurd çendî asteng û dijwariyan di jiyana xwe de derbas dike, nemaze li Tirkiyê û xweş dizanî ku Mustefa Kemal-yê ku xelata Aşitiyê bi navê wî ye- çi afatî anîye serê gelê Kurd û ku niha xelat bi navê wî tê dan û yên ku vê xelatê didin jî, weke Mustefa Kemal in, di eynî rêza wî de di livin û bê şerm û fedî xelata bi navê wî, ji bo aşîtîyê di hilbijêrin.
   Careke din bêguman, wê xelata wan cihê xwe li bal xelkên weke wan bi gire, lê li bal kesên bi rûmet û şîmet mîna Dr.Nelson Mandêla û kesên weke wî, tu bihayî nayîne û dawî wê xelata wan bê xwedî bimîne.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark