Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Pêncțema Ziman, di facebookê de

 


Zimanê me, hebûna me ye.
“Pêncțema Ziman” a duyemîn jî qediya,  zikêțên zimanê kurdî xwe bi kurdiya țêrîn derbirîn, bi coțek mezin xwedî li zimanê xwe derketin û tenha bi kurdî xwendin û nivîsandin. Fikir û giyanên xwe bi kurdî nivisandin, û ew gaveke pîroz bû.
“Pêncțema Ziman” pirojeyeke ji bo xwendin û nivîsandina bi kurdî ye li ser rûpela facebookê. Berî du heftan nivîskar Qado Țêrîn bang û pêțniyar kiribû ku rojên pêncțeman bibin rojên zimanê kurdî, tenê bi zimanê kurdî bê xwendin û nivisandin. Derbirîn xurû bi kurdî be û ne bi zimanê serdestan be.


Do duyemîn “Pêncțema Ziman” qediya, ji ber ku encam gelekî baț û balkêț bû, me pêwist dît ku em bêtir xwedî li vê rojê derkevin û berfireh bikin, êdî hemû kesên ku xwedî li “Pêncțema Ziman” derketin dikarin xwediyê pirojê bin, tițtekî fermî nîne, belê emê daxwiyanî, logo û nivîsên ji bo “Pêncțema Ziman” di bin navê “Komîta birêvebir a Pêncțema Ziman” belav bikin. Dibe ku di nêzîktirîn wext de bibe “Zikêțên Pêncțema Ziman”, wê wextê çi kesê zikêțê zimanê xwe be dikare nijadekî sereke û çalak be di pirojeyê de.
Hêviya me ji pirojeyê ew e ku “Pêncțema Ziman”  berfirehtir bibe, hemû roj û wextan kurd tenê bi zimanê xwe yê zikmakî bixwînin û binivîsin, her wiha bighê her çar aliyên Kurdistanê û kurd ne bi zimanê serdestan, belê bi zimanê kurdî bixwînin û binivîsin.
Di pêncțemên ziman ên li pêț de, emê hewl bidin rêziman û țêweyên fêrkirinê biwețînin, her wiha emê hewl bidin jimarek mezin ji facebookiyan tev li pirojeyê bikin, taku facebook tenê bi kurdî biaxive.
Piroje ne ya kesekî û duduwan e, belê ya hemû kurdan e, êdî bila her kes xwedî li zimanê xwe derkeve û tenê bi kurdî binivîse û bixwîne.
Tu kurdî, zimanê te heye, pê bixwîne û binivîse, tu çima bi zimanê dijminê xwe dixwînî û dinivîsî?

Komîta birêvebir a Pêncțema Ziman
pencsemaziman@gmail.com
13/12/2013





 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baț
Pir baț
Baț
Ne xirab
Xirab

Vebijark