Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Konfiransê Yekîtiya Nivîskarên Kurd – Sûriya þaxê Dirbêsiyê

 


Roja în ê 6-12-2013 an konfiransê yekîtiya nivîskarên kurd – Sûriya þaxê Dirbêsiyê bi amadebûna cîgirê serokê yekîtiyê torevan Dilawerê Zengî û berpirsiyarê ragihandinê torevan Mihemed Þêxo li dar ket .
Beþdar xuleyek bê deng li ser giyanê cangoriyên azadî û kurd û kurdistanê rawestiyan , piþtire mamoste Mihemed Þêxo li ser giringiya van rawestegihan di jiyana yekîtiyê de axivî , di pey re mamoste Dilawerê Zengî bi aweyekî fireh û hûrbînî li ser rewþa berî kongirê yekîtiyê û piþtre axivî û wî got :


Damezrandina kongirê yekîtiya nivîskaran rojeke dîrokî bû û hemî saziyên civakê razibûn û kêfa xwe jê re dane xwyanîkirin, ji bilî çend kesên ku gemar û qirêjiyê distirên , ku ev kar ne yê nivîskare ye ( û bi gelemperî ew hindikin, sipas ji xwedê re, û zaroktiya wan dev ji wan bernade tevlî ku ew bûne kal ). Mamoste Dilawer Zengî dibêje ku rêbaza yekîtiyê rêbaza kurdayetiyê ye û parestina peyva paqij e . Û yekîtî bi yekîtiya kurdan re ye û pêwiste ku mirov kêmasiyan kêm bike û ber bi têkiliyên þaristanî ve here da karê yekîtiyê geþtir bibe.
 Piþtire , rêbaza navxweyî hate xwendin û konfirans bi aweyekî berpirsiyarî bi rê ve çû .
 Di dawî de hilbijartinên þaxê Derbêsiyê çê bûn û ev torevan bi ser ketin .
Xemgînê Remo:  Serokê þax
Mahîn Þêxanî : Cîgirê serok
Ebd Al-baqî Hisên: Berpirsiyarê  diravî
Tariq ''''''''''''''''''''''''''''''''Enterat :  Berpirsiyarê ragihandinê
Msûd Dawûd:  Razber
Wiha , bajarê Dirbêsiyê berî hemî bajarên din yekemîn konfiransên þaxên yekîtiya nivîskarên kurd li dar xist û ew di vî werî de pêþewa ye .
Em bi hêvî ne ku di van rojên nêzîk de wê konfiransên Hisiça , Qamiþlo , Girkê Legê , Dêrikê , Amûdê , Kûbanê , Efrînê û derve, wê li dar bikevin da em hemi dil þad bibin .
Yekîtiya Nivîskarên Kurd – Sûriya  6-12-2013








 


 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark