Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Wê hinek bê hebûm, û hinek wê bêjin nebû... Mebest ( PYD )

 


Şevger

Partiya Bassa Suriyê bi hijmara xwe ew hijmara yekemîn bû ji ber rêjîmê bi zor û kotekîya xwe xelek dikir bin bandora xwede , para u kar u xwendin u nexweşxana ji van kesan re hesan dikir bi wataya bertîlekê ku xwefiroşê Bassê jê mefa bigrin..
Piştî Partîya Qumonîsta Suriyê bi hijmarek xurt li pêş bû, di wan demê ku partiya Qumonîst dij û li hemberî partîya Bassê di rawestîya ,, lê dema partîya Qomunîsta Suriyê derbasî Encûmena niştimanî ya hevalbend bi partiya Bassre ,,


 îdî partîya qumonîst bo daholkutet û çepikvanek ji Assadre û hêdî hêdî parçe û lawaz bû ,, u di çavê milet de bi qelemek xerab û pîs tê dîtin ji ber hemû zagonên xerba yê li ser kurdan u li her cihekî ku Assad derbas kirî ew partîya qomunist şirîke,,îro partîya qomunist nema û pûç bû û rû reşbû.

Di destpêka şoreşa Suriyê de, Tevgera partiyên kurd û Rêzbendên Xurtan li her bajarekî kurd li Rojavayê kurdistan bi 20 000 xelk radikirin meş û xwepêşdanan , lê layêngerê pkk (PYD) nikarîbûn 100 kesî derxin çalakiyan û dema derdiketin ew ji buna şer û xirakirinê derdiketin u ev weku dekoment parastîne di Yutobe û googel de,, ew 100 kes derdiketin u wêneyê Ocelan bilind dikirin û suretê Beşar Assad ,, Saloxdan û şiaratê wana ev bû ( Tecrîdê ser Ocelan rakirin û bimre Ordogan ), ev 3 sal PYD di yek calakiyê de ne gotine bimre Beşar Assad,,yê bêjê gotine, de bera ji kerema xwe Wêneyekî nivisandi ya wan calakiyan bide min.

Heya 1 sal ji Şoreşa Suriyê PYD nebû,, yan bi 100 kesekî pêşdar dibûn ew ji li dijî Turkî û diji partiyên me bû ,, lê dema ku rewşa Suriyê ber bi şerekî navxweyi meşiyan û gropên çekdar pêyda bûn,, yekser Beşar Assad hawara xwe gihande Hesen Nesrollah u hozbollah de alikariya wî bikin di hêla şam û Homos de,, her wisa Beşar Assad ji partiyên tevgera kurdi xwest u teyarek şiyande balafira Qamişlo lê Partiyên Rojavayê kurdistan xwestek u dîtina Beşar Assad red u refd kir ,,
Beşar Assad şiyande pey Salih Moslim û Ji Qandîl Ew Anî Suriyê,, qaşo berî hingî digotin hokmê darvekirin îdanê ser Salih Muslim heye .. Salih hat û rêjîma Assad hemû rengê çekan û Sîlah da wî,,

1980 PKK li Bakurî kurdistan derbeke istîbaqî li wana xist li hemû partiyên kurd yê bakur,, gelek rêber û kadir kuştin,, li Europa jî êriş berdana ser kadir u rêberên bakur û hemû kirin hedef u amancên terora xwe û her kes kirin xayên û pîs û gotinê xerab ser keç û jin ûnamûsa xelkê gotin u evqas metodên xerab bi kar anîn ser tekuşeran û welatparêzan de mecbûr bibin u devê xwe bigrin û yanjî ne nivsînin.

PYD alîkarî hişkere ji Beşar Assad girt u Assad destê Salih Moslim azad kir kî bigre û kî bi kuje û kî bike zînadan yan berdê wana ji welat... çekdarên PYD hemû zarokên 12 sali yan 15 salîne,, ev zarok zarokên kurdana dibine êsîrê ramana Salih Moslim ku beravanîyê ji Beşar Assad bikin de herêma kurdi dervê şoreşa li dijî Assad be... Assad bi xwe ew rêberîya Nisra û Daiş dike,, Assad u Maliki u iran van gropên musliman tîne herêma rojava u heya hedekî PYD bi xwe di berjawendîyên xwede xwest ku wan gropê tûndraw u musilmanan bîne û bikşîne şer ,, u çend caran berî niha bi zanabû teqînin dorst kirin doz ji wan teqînan de xelkê bikin bi tirsê u tenê berê milet bidine muarada suri u de berê kurdan ji Beşar bigherînin..PYD wê her metodekî bi kar bîne de xelkê bi xweve girêde..PKK - PYD ser peyva şehid ser peya em namusa kurdan diparên uuu ,, PYD qebûlnake ku pêşmergên rojava werin ,, pêşmerge li hundur jî hebû , lê PYD hemu girtin u kirin zindanan .

PYD û Pêla şer ( Iran û Assad û Maliki û daiş û Nesra ) ev tevde naxazin Assad bi roxwe u here ,, ev tevde li diji serkeftina Muarada Surîyêne j (itîlaf ),, Ev bazirganê şerin wê ne xema wanabe ku çend zarokên kurdan şehid bibin yan çend ji van gropên ser bi wana ve bimirin,,
De Salih Moslim xwe bike qehramanek divê bi sîlahê hikumetê şerê partiyên kurd bike weka cawa pkk di salên 1980 hişt ku hemu serokên partîyan birevin Europa ,, bi vî metodî Salih u hikumetê Mişaal Temo şehid kirin û her wisa Nisredîn Birhik kuştin andamê mekteba siyasi ya parti demokarti kurdi li suryê , u jimarek din kuştin mina bavê candî u Dr zerdeşt u pir kes... PYD dest bi êrîşa ser rêzbendên xurtan kir u pir xwurt kuştin u pir revîyan ji welat û çûne başûrê kurdistanê

PYD hikûmeted demkî ava dike li gor qiyasa xwe û di bin bandora xwe de, ev partîyên biçûk u kesê xwe li dor wê tevde yê pûçin û ti bandora wana nîne u andamê wana jî nînin,, tenê PYD ew ji xwere kirine hijmar (reqem) ew gropê Filha ( seryanî u aşurî) û ew Arabê Xemir yê ne xudanê cih ,, u çi kesekî yesar û çep û çepel ku dasika wan riziyaye li mala wana u li Mosko u ser vê de ( Heyaata Tansîq ) jî andame u dinav deye
PYD bi zora xwe Ala kurdistan ya netawî qedexe dike û dişewtîne u wêneyê Barzaniyê nemir diqetîne u dişewtîne u peyva pêşmerga qedexe dike.. dihna xwe bidin ramanê PYD ew şerê her tiştê pêroz u sembul dikin,,, lê PYD parastina pût û senemê ASSAD dike li Qamişlo u parstina Suretê Beşaro dike,, berî heftîyekê Arabê Bassî u Ala Bass ê û suretê Beşar bilindkirin xwepêandan kirin di zikê Qamişlo de u qaşo Salih Musilm dibêje min 40 000 çekdar heye u dibêje va min hikumeta demkî ava kiriye ... başa çima van çekdarên wî 4 fîşek ne avêtin wan bassîyan yê xwepêşandanê ? çima Ala Bassê ne şewitandin u çima suretê Beşar ne anîne xwarê ?? lê tenê PYD dikare suret Barzanî u Ala kurdistan bişewtine... tenê dikare bi 10000 sofîkên xwe perwerde bike u derxe kolanan de bêjin Barzani xayîne ... tenê dikarin xurtên kurdan bikin zindanên xwede ..lê yek kesên Areb di zîndanên PYD de nîne ,,

Bassa Suriyê xwurt bû û Leşgerê Suriyê xurtbû ,, lê niha ew Bassa Faşist u leşgerê Assad têne hilweşandin u di demek nêzîk de Beşar diçe u PYD ji dice , çawa Qezafî u Mobarek u Salih Ali u binali u leşger û hêza wana jî çûn u ketin Mezbela u çop u gemra dîrokê, weku ku nebun,,, nêzîk wê  PYD ji bi rêjima ASSAD biçe û heger kurd PYD afû bike , lê Areb wê Afûb nakin ji ber xwe kir hevalbendê ASSAD `re di qûnaxeg giring di goherînek dîrokî de, ji dîroka nû ya Suryayê ,sûc sûcê PYD ye ku ji xeta niştîmanî û hem ji xeta netawî derketîye, wê hinekê bê PYD hebû û hinekê bê nebû.

Şevger 25.11.2013

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark