Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Roja Helbesta Kurdî li Elmanya 2013, pêkhat

 


  Do 27.10.2013an li bajarê ESSEN-Elmanya Roja Helbesta Kurdî li derve 2013 li dar ket.
Hezkerên helbestê ji gelek deveran hatin û li çalakiyê amade bûn, û li helbestê guhdarî kirin.
Jimarek mezin ji helbestvanan amade bûn û helbestên xwe xwendin. Ji wan; Alwan Þivan,  Ciwan Qado, Çîmen Murad, Dîlan Zêbo, Hesen Îrandost, Husên M. Hebeþ, Ezîz Xemcivîn, Jan Dost, Mizgîn Hesko, Newaf Mîro, Merwan Elî, Nezîr Palo, Mîvet Cacim, Gulîstan Haco, Jan Agirî, Mihemed Cûcû, Selwa Hesen, Þukrî Gulmiþ û Tengezarê Marînî.


Hêjayî gotinê ye ku vexwendin ji hemû helbestvanên ku li Hollenda, Elmanya û Belcîka dijîn re hatibû þandin, hinan lêborîn xwestin û nikarîbûn amade bibin, û hin jî ne bersiva me dan û ne lêborîn xwestin û ne jî amade bûn.
Gotina Roja Helbesta Kurdî  ji aliyê nivîskar Qado Þêrîn ve hate xwendin.
Her wiha hunermendê deng xweþ Zuhêr Cemîl jî amade bû û stranek xweþ pêþkêþî cemaweran kir.
Nivîskar û helbestvana kurd Mizgîn Hesko ji aliyê Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî ve hate xelat kirin.
Bi çalakiyê re pêþengeha þêwekarê Kurd Raxib Sosanî hate vekirin û bi tabloyên xwe dîwarên hola çalakiyê xemilandibû.
Roja Helbesta Kurdî li derve 2013an ji aliyê Qado Þêrîn ve hate pêþkêþkirin.
Roja Helbesta Kurdî li derve 2013an ji aliyê Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd û Komela Nûbuhar li Essen, hate amadekirin û birêvebirin.
Têbînî: Emê hewl bidin hemû helbestên ku di roja helbestê de hatin xwendin, di rojnama Pênûsa Nû, hejmara 18an de biweþînin.
Komîta amadekar a Roja Helbesta Kurdî li derve 2012an.
Komîta amadekar-Essen-Elmanya

27.10.2013


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark