Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Berhemźn Nū: Konź Rež ū Pirtūka (Bajarź Cizīra Botan ū Hunera Mīr Bedirxan)

 


  Di van rojên dawî de ev pirtûka nû (Bajarê Cizîra Botan û Hunera Mîr Bedirxan) a nivîskar Konê Rež ketiye ber destê xwendevanên zimanê kurdî de. Ev pirtûk li tirkiyê ji rex wežanxaneya Azad ve hatiye çap kirin û bi pêžgotinek bedew a nivîskara kurd Eslîxan Yildirim ve hatiye xemilandin. Pirtûk ji 220 rûpelên orte ve pêk tê.
Fermo bežekî ji pêžgotina Eslîxan Xanim û bežekî ji pêžgotina Konê Rež bixwînin:


(Carna min nivîsê Konê Rež di ser înternetê re di malpera de dixwend. Nivîsê wî pir zelal û bi fikirandina Kurdî hatibûn nivîsandin. Ev ji min re pir muhîm bû, ji ber ku gelek ji me Kurdê li aliyê Tirkî dijî û bi Kurdî dinivîse em dinerin em bi Tirkî fikirîne û me di serê xwe de vergerandiye Kurdî. Loma pir xelitî û kêmaniyê nivîsê me hene û ta’ma Kurdîya me kêm e. Îca dema ez nivîsê yê wek Konê Rež dixwînim, dilê min rehet dibe û hêviyê min ji bo Kurdî zêdetir dibe.
Mijara kitêbê jî Cizîra Botan û Malbata Bedirxaniyan e ku Konê Rež ji zû ve bi vê mijarê mijûl e û danhevek bedew ketiye ser hev. Di van salê dawî de xebatê pir hêja di derbarê Mîrekiya Botan û mîrê wan de hatin kirin, belgefilm hatin amadekirin, kitêb hatin nivîsandin; lê hîn jî gelek mijar hene ku hewce ye mirov li ser bisekine. Ji aliyê din ve ev xebatê ku tên kirin gerek li nav xelkê bên belakirin û cihê xwe bibîne. Ev kitêb jî dilopek ji van xebata ye. Konê Rež zanînê xwe bi hestê xwe jî rapêçaye, loma ev ne lêkolînek rijî ye. Vegotina Konê Rež ji dil diherike û piraniya gel himbêz dike. Loma ez bi hêvî me ku ev xebat wê bi baldarî bê xwendin û wê jê sûd bê wergirtin..). 
Eslîxan Yildirim
Gerînendeya Wežanxaneya Azad
                                                                                           
  (Ez ne bawer im ku ti malbatan wek malbata Mîrê Cizîra Botan, Mîr Bedirxanê Azîzî, ji dil û can kar, xebat û bizav di ber gelê Kurd de kiribin û tev malê xwe û canê xwe di ber de winda kiribin. Mîr Bedirxanê ku di sala 1842’yan de, di herêma Botan de mîrnižiyek ava kir, pere bi navê xwe deranîn û di bin navê ‘Peymana Pîroz’ de Kurd li dor xwe civandin. Ji aliyekî ve jî belav kir û got: Dîn dîne Xwedê ye, em tev birayên hev in.” Û wiha biyaniyan di pesnê wî de gotin: Bedirxan edalet e û edalet Bedirxan e.”
  Tevî ku neferên vê malbatê ji sala 1847’an ve di koçberî û sirguniyê de dijiyan, wan qet welatê xwe Botan, warê bav û kalên xwe jibîr nekirin, ji desthilanîn neketin, li ber xwe dan û gelek xebat û bizav kirin, da ku navê gelê xwe di nav gelên cîhanê de bilind bikin. Neferên vê malbatê di sirguniyê de, di bin žert û mercên çetîn û dijwar de, xwe berpirsyarê gelê xwe didîtin û kêžeya gelê Kurd barê xwe yê yekemîn dinasîn. Bi gotin û kirinê dixebitîn; çi di warê civakî û rewženbîriyê de û çi di warê siyasî de û wiha tev di sirguniyê de, dûrî xaka Cizîra Botan mirin.
  Her û her daxwaza wan, pêžxistina gelê Kurd û bilindkirina navê Kurdistanê bû.. Bedirxaniyan gelek komele û dibistan damezirandin, gelek kovar û rojname wežandin, hem jî bi saya wan gelek navend û enstîtu ji gelê Kurd re hatin avakirin.
  Pižtî koçkirina Mîr Bedirxan a dawi di sala 1868’an de li Žamê, kurê wî Mîr Miqdad Midhet Bedirxan, li ser rê û žopa bavê xwe kir qêrîn û gazî.. Qêrîn û gaziya wî ji ya bavê wî bû. Wî di roja 22’ê Nîsana 1898’an de, yekemîn Rojnameya Kurdî li Qahîre bi navê KURDISTAN wežand û di nav rûpelên wê de gazî û qêrînî Kurdan kir û got: “Gelî Mîr û Axano! Kurmancno! Qenc bizanin xwendin, ilm û merîfet li dinyayê û axretê rûyê mirov sipî dike..."
   Neviyê Mîr Bedirxan, Mîr Celadet Ali Bedirxan jî, hêviyên bav û bapîrê xwe li erdê nehižtin, bi xwe re hilgirtin û hilanîn û di ber wan de xebitî ta roja dawî yê temenê xwe. Wî jî di roja 15.5.1932’an de hejmara pêžîn ji kovara xwe HAWAR a bi tîpên Latînî, li Žamê çapkir û di nav Kurd û biyaniyan de belav kir. Wî jî bi Hawara xwe, qêrîn û gaziya bav û bapîrê xwe gîhand Kurdan û got:
“Herçî em Kurd, me zimanekî delal heye û em pê diaxifin, piraniya me ji vî zimanî pê ve bi tu zimanî nizanin. Bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin..."
   De werin em bi hev re vê pirtûka min a bi navê “Bajarê Cizîra Botan û Hunera Mîr Bedirxan”, bixwînin û pêlekê di nav xebat, kar û bar, komele, dibistan, kovar û rojnameyên ku zarok û neviyên Mîr Bedirxan, xwe di ber wan de westandine, mijûl bibin… Mijarên vê pirtûkê tev, li ser yek zîlanê dizîvirin; Bedirxaniyetî anko Kurdayetî…)
Konê Rež
Qamižlo, 11/09/2012

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark