Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: SERJIMARA SALA 1962 an li PARÊZGEHA CIZÎRÊ

 


Samî ehmed Namî
 
Di dawiya salên pêncîyê û pê ve siyasetek nijadperestî derheqê kurdan ji aliyê rejîma Sûriya ve, nemaza li ser kurdên parêzgeha Cizîrê dihat bikaranîn." lê li Kobanê û Çiyayê Kurda bi awayekî siviktir bû.
Di 22. 8. 1962 an de, Civata Wezîrên Sûriya civînek bi serokatiya Nazim el Qudsî ji bo çêkirina serjimareke giþtî ji xelkê Cizîrê re (Parêzgeha Hisiçe) li dar xist  û biryarnameyek hejmar "93" 23. 8. 1962 hat derxistin û di rojnama fermî hejmara"41" ya sala 1962 an de hat weþandin.


Du bendên biryarnameya 24 bendî ez ji bo xwendevanan dikim kurdî:
Benda: 1- Serjimartinek wê di rojekê de ji xelkê Parêzgeha Cizîrê re bê çêkirin ko li gor daxwaza Wezîrê Navxwe wê roja serjijmartinê ji aliyê Wezîrê Nexþekêþanê wê bê xuyanîkirin.
Benda: 2- Rêvebiriya serjimarê ya Wezareta Nexþekêþanê wê vê serjimarê bi rê ve bibe û komîta navendî ya serjimarê jê  berpirs e.
Di roja 5. 10. 1962 an de serjimarek di nêv kurdên parêzgeha Cizîrê de ji aliyê hikûmetê ve hate çêkirin. Mamostayên dibistanan û karmendên ereb, ji parêzgehên din hatin parêzgeha Cizîrê. Yek ji wan yê ko mala me bûbû para wî, mamostayekî ji bajarê Hemayê bû. Ewî camêrî ji bavê min re got: Ez dixwazim tiþtekî ji te re bibêjim, lê hêvî dikim ko di navbera min û te de bimîne. Seyda ji me re hatiye gotin ko ev kesên hûn vê serjimarê ji wan re çêdikin, kurd in, piraniya wan bi erebî nizanin û gelek ji navên wan û yên zarokên wan bi kurdî ne. Vêca çiqas hûn þaþîtiyan têxin vê serjimarê, hewqas wê baþ be. Pêwîstiyek wan bi vê serjimarê heye, lê ji me re ronî nekirine. Madam navên zarokên te bi kurdî ne, ji kerema xwe wan navan  ji min re binivîse, da þaþîtî nekeve nasnamên wan. Û ez dixwazim tiþtekî dî jî bibêjim ku ez û gelek hevalên  wek min bi vî karî nebawer in, lê weha ji me tê xwestin.
Li gor vê serjimarê 150 hezar kurdên ko welatiyên Sûriyê bûn û tevî bav û kalên xwe de bi sedên salan li ser vî xakî û di van gundan de jiyana xwe domandine û ta wî çaxî hîn nasnamên sûrî di berîkên wan de ne û wan û xortên wan leþkeriya Sûriyê kirine û ew û zarokên wan  li ser vî xakî hatine dinyayê û xwendina xwe ya serete ta ya bilind di dibistan û zanîngehên Sûriya de kirine, vêca bi hesanî û bê teqe req û ligor vê serjimara rûreþ ew welatiyên han dibûne biyanî û di defterên nasnamên hikûmetê de wek Biyaniyên Parêzgeha Hisiça أجانب محافظة الحسكة hatin binavkirin. Bi behana ko kurd in û ji Kurdistana Bakur binxet bûne.
Bi sedema vê serjimarê, ji kufletê malekê bav û dê dibûn biyanî, zarok diman welatiyên sûrî. Yan bav dibû biyanî , dê û zarok diman welatî, yan jî zarok dibûn biyanî û hwd.
Xwedêwo!! Ma qey gunehê van kesan çi ye? Tenê ji ber ko kurd in!! û te ew kurd afirandine!!!.
Êdî ev kurd di navbera þev û rojekê de bê nasname, bê zevî û qad, bê paseport man. Nema dikarin beþdarî hilbijartinan bibin. Zarokên wan nema dikarin bixwînin, yan xwendina xwe berdewam bikin. Deriyên kar û karmendiyê li ber wan hatin girtin. Nema dikarin ji ciyên xwe bilivin, bê nasname nema dikarin li otelan razên. Zewaca xort û keçên wan di hikûmetê de nayên nivîsandin. Yanî bi rastî mêjiyê mirovan nema vê yekê qebûl dike.
 Bi vê serjimarê bêtirî ji 150 hezar kurd bûne biyanî. Her weha serok leþkerê Sûriyayê yê salên pêncihî General Tewfîq Nîzamedîn jî bû biyanî!!! Lê çima? Ji ber ko kurd bû û ji malbateke kurd a Nisêbînî bû.
Ji pirtûka: Dîmenin Ji Dîroka Winda- Samî Ehmed Namî.
Stockholm. 2013.10.05

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark