Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: Nisrîn Melekî: Ev 17 car Mihemed Þêxo saxdibe

 

Hevpeyvîn: Gulsin Yûsif

Di van rojên bêde salvegera 17an ya koçbariya dawî ya hunermendê kurdê binav û deng Mihemed Þêxo ye. bivê boneyê me xwe gihand Nisrîn Huseyn Melekî (Diya Felek) hevjîna hunermendê nemir Mihemed Þêxo û  me ev hevpeyvîn pêre çêkir.


1- diya Felek rewþa te di keçaniyê de berî tu Mihemed Þêxo nasbikê çawa bû?

- Diya Felek: min çavên xwe li jiyanê vekir ku em li Kumbelê Kavûs li bakurê Îranê dijîn ji ber ku bavê min pêþmergê Qazî Mihemed bû, û dema komara Mihabad ket,ew nefîkirin wê deverê, kurd têde tunebûn bavê min di hundirê mala xwe de karîbû zimanê xwe biparêzê û em hînî kurdî kiribûn, çênedbû bavê min ji wî bajarî derkeve piþtî mal û mewdanê wî li Mihabadê jê standin bi vî rengî ez mezinbûm ta ez bûme rêza 9 û Mihemed Þêxo mamostê ola islamî bû di dibistana mede.

2- astengiyên jiyana te û Hunermend Mihemed Þêxo?

- Diya Felek: birastî astengiyên ku jiyana me têde derbasbû ji roja min guhestin jêre nayên jimartin him ji aliyê desthilatên dewleta û ji aliyê abûrî, tê bîra min dema go Mihemed Þêxo Xort bû 300 tûmanê Farisî distand, piþtî anîna min daxistin 150 tûmanî jibo kû rewþa wî ya diravî qels bikin da karibin ramanên wî biguherin.

3- Diya Felek wek jinek kurd li maleke hunerî de dijît çi karîbû alîkariyê bide Mihemed Þêxo ?

- Diya Felek: alîkariya min ji bavê Felek re divî warî de (menewî) bû, herdem ez didîtim li kêleke xwe û min nedihiþt ew mijûlbibe bi astengiyên abûrî, her dem min dixwest ew bi aram be bo karibe afrandinê bike, dema stranê jêre nebû biþav ba bi roj ba, û tucarî asteng nedibûm, min lê guhdarî dikir çi dibêje û çi awazî lê dide cana jimin re digot dûrî min here û li min guhdarî bike û jimin dipirsî ka tu çawa dibîne, dengê min li kû bilinde û li kûde nizme, ewî zanîbû ez hij mozîkê dikim û guhê min ne normale.

4- li gor nerîna te çawa Mihemed Þêxo gotinên xwe helbijartin ?

- Diya Felek: mihemed Þêxo gotinên xwe ji gulîstana helbestên kurdî heldbijart ya go dinarîna wîde li gorî rewþa siyasî ya go millet têde derbas dibe, hin ji stranên wî ji nivîsandinên wîne wek: hesû zindan û rabe gulîstan.

5- dibîranîna 17an de ya koçkirina hunermendê me Mihemed Þêxo de tu çi ji gelê xwe re dibêjê û hestê te çawa ye dema ku tu bi hazaran li ser gora wî dibînê ?

- Diya Felek: Mihemed Þêxo xesaretek mezin bû ji kurdan re pêþî û jimin re, ew çuqasî wefadar bû ji gelê xwe re û tenbûra wî gule dibarandin, ew qasî bi heskirine xwe miletê wî lê vedgerîne, ev 17 sal darbasbû li ser  koçkirina wî, ev 17 car ew saxdibe, dema ku ez li ser gora wî van refan dibînim stranên wî dibêjin û bi hevre bandikin bavê Felek namirê, liba min wî saxdikin, ez gelek kesan nasdikim zarokbûn û nuha bûne xort ez her sal wan dibînim go berdewamin di serdana gora hevalê jîna min de , hevalê gelê xwe Mihemed Þêxo, gelê me çuqasî hej Mihemed Þêxo dikin ez hewqasî hej ji wan dikim. 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.83
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark

Mijarên Têkildar

Hevpeyvîn